Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'

img

STENBOL - Endamê DÎAYDER'ê Mele Yûsûf Înal, diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî derbarê wan û komeleyê de doz hatiye vekirin û got: "Ji me re dibêjin ne bi ruhê xwe ne jî bi aqilê xwe 'nebin kurd'. Ger komeleya me bigirin, em ê yeka nû vekin." 

 
Di 3'yê Tîrmeha 2021'an de li Stenbolê endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Dîndaran (DÎAYDER) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 28 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 9 kes jê bi hinceta xebatên komeleyê di 9'ê Tîrmehê de hatibûn girtin. Piştî binçavkirinê bi 6 mehan jî derbarê 23 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê kirine" îdianame hatibû amadekirin û derbarê 5 kesan de jî biryara neşopandinê hatibû dayîn. 
 
 
Îdianameya hatibû amadekirin berî berpêşî dadgehê bê kirin, serwîsî çapemeniya hewzê hatibû kirin. Piştî vê Wezareta Karên Navxweyî jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dest bi teftîşê kiribû. Paşê îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê ve hatibû qebûlkirin û di danişîna ewil de Nezîr Erdemcî, Sefa Mehmetoglû û Enver Karabey hatibûn berdan û derbarê 6 kesên din de jî biryara berdewamiya girtinê hatibû dayîn. 
 
Her wiha piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê lêpirsînek din dabû destpêkirin derbarê komeleyê de. Piştî lêpirsînê Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Bakirkoyê jî "doza girtina komeleyê" vekir. 
 
LI DIJÎ YEKMEZHEBIYÊ HAT VEKIRIN
 
Ji damezrînerên DÎAYDER'ê Mele Yûsûf Înal, zextên li ser komeleyê, binçavkirin û girtina endamên wê û doza girtinê ya derbarê komeleyê de nirxand. 
 
Înal, bilêv kir ku 20 salan li Diyanetê meletî kiriye û piştî di sala 2000'î de teqawid bûye, tevî meleyên xwestine di warê mezheba şafîtiyê de xizmetê bikin komeleyek ava kirin, lê piştî komeleya wan a li Fatîhê hatiye girtin vê carê DÎAYDER'ê vekirine. Înal, ji bo armanca komeleyê got: "Bîrdoziya fermî çawa ku yekzimaniyê ferz dike, di heman demê de yekmezhebiyê jî ferz dike. Me jî ji bo em vê ferasetê bişikînin, me ev komele vekir." 
 
Înal, diyar kir ku di nav hincetên doza girtinê de "tevlêbûna merasîma cenazeyan jî heye" û got: "Ez tevli şîna eskerekî jî bûm, cînarê me bû. Her wiha tevli taziyeya Serdozgerê Komarê Mehmet Emîn Kîraz jî bûm. Ez çûme taziyeya cihûyan û xirîstîyanan jî. Taziye, wezîfeyeke mirovî ye. Ev ne meseleya kurd, tirk û ereban e. Telefonî komeleyê dikin û dixwazin em tevli taziyeyê bibin. Em napirsin bê kî ne, çi ne. Em wekî meleyên wan bi pereyan xizmetê nakin. Em doza qurîşek pere jî ji wan nakin." 
 
ŞÎRK
 
Înal, anî ziman ku di îdianameyê de hatiye gotin ku ew talîmatê ji KCK'ê digirin. Înal, bilêv kir ku ev ne rast e û got: "Bepirsiyariya me em wezîfeya xwe ya îslamî bînin cî. Em talîmatê ji kesî nagirin. Pîvanên min QUran, ayet, sunet û aqilê selîm in. Wijdan û ehlaq e. Dînê îslamê li ser esasê ehlaqê ye. Di Diyanetê de kî hebe, ez gazî hemûyan dikim; diçin ji ku derê cîhanê tînin bila bînin. Dixwazî bila biçin ji Misirê, ji Erebîstana Siûdî bînin. Li ku derê profesorên wan ên baş hene bila wan bînin. Em li hikmên Quranê mêze bikin; kî heq e, kî neheq e, bila Quran biryarêê bide. Ji vê gotina min ditirsin. Ji lew re neheq in. Dewletê wekî Xweda qebûl dikin. Ev şîrk e. Dîtin ku em derî hikmên Quranê tevnagerin û lewma em dan ber dadgehê." 
 
‘BILA DEV JI NEHEQIYÊ BERDIN'
 
Înal, diyar kir ku ew di warê hiqûqa îslamê û Tirkiyeyê de serwext e û got: "Ne di îslamê, ne di demokrasiyê, ne di sosyalîzmê, ne di komunîzmê ne jî di nirxên din ên mirovî de tiştekî wiha tune ye. Çima girtin? Ji lew re çavkaniya me Quran e. Ger kurê min û yekî pûtperest şer bikin, gava kurê min neheq be û yê pûtperest mafdar be, Quran şahid e, ez ê yê pûtperest biparêzim. Dîn, wijdan, ehlaq, demokrasî û aqilê selîm ev e. Ger em kurd neheq bin, em ê neheqiya xwe qebûl bikin û dawa lêborînê bikin. Ger tiştekî wiha tune be, êdî bila dev ji vê neheqiyê berdin." 
 
DIBÊJIN 'NEBIN KURD'
 
Mele Înal, bilêv kir ku di çarçoveya dozê de peyvên kurdî jî sûc hatine hesibandin û ji bo vê got, tiştekî absurd e. Înal got: "Dizanin ku gelê kurd ji wan qedîmtir e. Çandek wan heye. Ji ber vê bi hovîtî bi ser gel de diçin. Tenê ne tirk, ereb û ecem jî bi heman awayî înkarê dikin. Lê çi kirin jî nikaribûn vî gelî qir bikin. Ji bo peyvên me yên kurdî yên di weazan de gotin, pêwendiya wan bi PKK'ê re heye. PKK hê du serî rakiriye. Beriya PKK'ê jî min ev nav li zarokên xwe dikir. Ev bahane ye. Ji me re dibêjin ne bi ruhê xwe ne jî bi aqilê xwe 'nebin kurd.'" 
 
DOZA GIRTINÊ
 
Înal, ji bo doza girtinê jî got: "Em li welatekî sosret dijîn." Înal, diyar kir ku dozên hatine vekirin ne hiqûqî û ehlaqî ne û got: "Li Tirkiyeyê qanûna çolê derbasdar e. Tirkiye ne dewleteke hiqûq û qanûnê ye. Qanûnên xwe dieciqînin." 
 
EM Ê CARDIN VEKIN'
 
Înal, bang li kurd, tirk û gelên cîhanê kir û got, wan pelekî darê jî jê nekiriye, lê bi awayekî bêhiqûqî û neheqî doz li wan hatiye vekirin û tê xwestin komeleya wan bê girtin. Înal got: "Ê ku zilmê bike birayê min be jî, ez ê li ber rabim. Ev Amerîka û Rûsya be jî ez ê li ber rabim. Em doza heq, edalet, aştî, wekhevî û yekîtiyê dikin. Ger komeleya me bigirin, em ê yekê nû vekin." 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

11/03/2022
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist