Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê

  • rojane
  • 10:29 22 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku wan dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê dane û OPCW jî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê. 
 
Li dijî êrişên bikaranîna çekên kîmyewî nerazîbûna kurdan û dostên wan zêdetir dibe. Herî dawî Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku dewleta tirk li dijî endamên wan çekên kîmyewî bikar aniye û 17 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê daxuyaniya HPG’ê li seranserî dinyayê kurd rabûn ser pêya û nerazîbûn nîşanî dewleta tirk didin. Tevî ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin weşandin jî û bang li Rêxistina Xedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hat kirin jî lê neket nava tu hewldanan. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li gelek welatên Ewropayê kurdistanî û dostên xwe çalakiyan li dar dixin. KCDK-E’yê nameyek ji Dîrektorê Giştî yê OPCW’ê re şand û bang lê hatibû kirin ku bêdeng nemînin û jê hatibû xwestin ku Tirkiye bikaranîna çekên kîmyewî rawestîne. Her wiha KCDK-E’yê piştî çalakiya girseyî li ber Parlamentoya Ewropayê li dar xist, dosyeyek ku ji belge û dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî pêk tê radestî Parlamentoyê kir. 
 
OPCW HEYETÊ QEBÛL NEKIRIYE  
 
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç têkildarî bêdengiya Ewropayê ya li dijî Tirkiyeyê axivî. Koç bi bîr xist ku heyetek ku ji mirovên zanist pêk dihat beriya bi du mehan çûn Başûrê Kurdistanê û di encama lêkolînan de gelek belge û delîl bi dest xistin. Koç anî ziman ku heyete pişt re xwestiye serdana OPCW’ê bike lê belê OPCW’ê ne heyetê û ne jî dosyeya heyete qebûl nekiriye. Koç da zanîn ku bêdengiya OPCW’ê hêz û cesarete dide Tirkiyeyê ku çekên kîmyewî bikar bîne. 
 
‘DIVÊ OPCW HEYET BIŞÎNE HERÊMÊ’ 
 
Koç bal kişand ser daxuyaniya OPCW'ê ya li ser hesabê xwe yê medya civakî da û wiha got: "OPCW di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ‘Heta ku alî daxwaza lêkolîn û lêpirsînê nekin em nikarin li ser îdiayan lêkolînê bikin’. Em vê daxuyaniya OPCW'ê weke ser girtina bûyerê dibînin û dibêjin erka xwe pêk nayîne. Hem raporên heyetê û hem jî wêneyên ku HPG’ê bi raya giştî re parve kirin diyar in. Divê OPCW van wek delîl bibîne û heyetekê bişîne herêmê. Ev daxuyaniya OPCW û ev bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina êrişên kîmyewî ye. Ger bêdeng bimînin û erka xwe pêk neynin, dibin şirîkê vê qetlîamê. Lewma ev tê wê wateyê ku saziyên navneteweyî ne mirovan, berjewendiyên dewletan esas digirin.”
 
‘ROJA XWEDÎ DERKETINA RÛMETÊ YE’ 
 
Koç anî ziman ku çalakiyên li dijî êrşên çekên kîmyewî wê bidomin û got: “Heke em bêjin 'Ev çek sûcê mirovahiyê ne' divê her kesê ku dibêje ez mirov im, helwesta xwe nîşan bide. Roj roja xwedî derketina rûmetê ye. Ji ber ku ev êriş di şexsê gerîla de li dijî gelê kurd tên kirin.”
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

22/10/2022
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin
15:04 Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:54 Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
14:10 Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin
13:50 Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne
13:45 TAJÊ’yê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
13:33 50 sal cezayê hefsê dan cerdevanê tecawizkar
13:31 Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî
13:20 Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya
13:18 Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir!
13:16 Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn
13:01 Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin
12:56 Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin
12:31 Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn
11:22 Fakibaba yê AKP’î ji partiya xwe û parlamenteriyê îstîfa kir
11:19 Bûldan û Sancar ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
10:55 Taşdemîr: Bi nêzîkatiya tolhildanê nêzî Aysel Tûglûk dibin
10:37 Eşber Yagmurderelî: Abdullah Ocalan rêbertiyeke civakî ye
10:36 Goksungur: Çalakiyên li dijî tecrîdê dê li ber OPCW berdewam bikin
10:08 Tanrikûlû yê CHP’î bertek nîşanî çekên kîmyewî da: Ez ê pêşkêşî rojeva Meclisê bikim