Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 09:47 31 Kanûn 2022
  • |
STENBOL - Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku heke di sala nû de piştevanî berfireh bibe dê tecrîd bê rakirin. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind tên ragirtin, 21 meh in tu agahî nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Ocalan dike, herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi telefonê bi malbata xwe re li ser fikarên raya giştî ya derbarê tenduristî û ewlehiya xwe de hevdîtin pêk anî. Piştî 4 deqe û nîv telefon hat qutkirin û serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Ocalan nayên bersivandin. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez tecrîda li ser miwekîlên xwe nirxand. 
 
PERGALA ÎMRALIYÊ 
 
Bîlmez diyar kir ku ji roja Ocalan xistine Girtîgeha Îmraliyê li wir “pergalek taybet” hatiye avakirin û wiha got: “Li Îmraliyê pergalek tecrîdê ku hezên navnetewî aktoriya wê dikin, heye. Mixabin ev pergal gihîştiye asta herî xeternak. Li Îmraliyê hemû qanûn û hiqûq hatiye xetimandin. Bi salane em parêzer, malbatên wan û rêxistinên sivîl nikarin biçin Îmraliyê. Em derbarê rewşa miwekîlên xwe de tu agahiyê nagirin. Em nizanin rewşa wan çiye. Mixabin pergalek hişk li wir heye.” 
 
'CEZA NE HIQÛQÎ NE’ 
 
Bîlmez da zanîn ku 21 meh in li daxwaza hevdîtinên wan bi cezayên dîsiplînê yên ku otomatik hatine girêdan tê redkirin û hevdîtina parêzer û malbatan bi qedexekirinê tê astengkirin. Bîlmez diyar kir ku cezayên li miwekîlên wan tên birîn nehiqûqî ne. 
 
‘ÊDÎ EM DIXWAZIN AGAHÎ JI MIWEKÎLÊN XWE BIGIRIN’ 
 
Bîlmez anî ziman ku ji bilî wan, ji qada netewî û navnetewî hiqûqnasan û siyasetmedaran jî ji bo hevdîtinên li gel Ocalan serlêdanan kirine û tevî ev yek gelek girîng e jî Wezareta Dadê tu bersiv nedaye serlêdanan. Bîlmez got heke piştevaniya bi vî rengî bidome ew ê bigihîjin encamê. 
Bîlmez anî ziman ku meseleya tecrîda girankirî meseleyek dijwar e û li gel ku her kes bi rola xwe radibe jî lê dîsa ji aliyê rayedaran ve tu gav nehatine avêtin û got: “Meseleya tecrîdê tenê ne meseleya kurdan e. Tecrîd hem Kurdistanê hem jî Tirkiyeyê eleqedar dike. Heke ev piştevaniya mezin bibome, em bibawerin em ê bigihîjin serkeftinê. Me serî li gelek sazî û dezehên Ewropayê jî da. Em carek din li vir gazî dikin û dibêjin, em dixwazin ji miwekîlên xwe agahî bigirin û biçin gel wan hevdîtinê bikin. Divê tavilê astengiyên li pêşiya me rabin. Tu luksek me ya ku em ê salek din jî li benda agahî girtina ji Îmraliyê bisekinin nîne. Dema ku tecrîd tê kûrkirin hemû rêyên li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd jî tên girtin. Tecrîd û meseleya kurd bi hev ve girêdayî ye. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê akgorê herî girîng e.”  
 
'DI 2023’YAN DE TECRÎD DÊ BÊ RAKIRIN’
 
Bîlmez diyar kir ku di nava salekê de tecrîdê bi her awayî xwe da nîşandan û wiha got: “Bêhiqûqî û neheqî gelek zêde bûye. Ji bo me hevgirtinek ango piştgiriyek pir girîng û watedar hebû. Divê wisa berdewam bike. Ez wisa difikirim ku bi mezinbûna vê hevgirtinê di demeke ne zêde dirêj de em ê encaman bi dest bixin û vê tecrîdê bişkînin. Ez di wê baweriyê de me ku heke di sala 2023’yan de em ê vê hevgirtinê hîn berfirehtir bikin û em ê tecrîdê ji holê rakin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

03/01/2023
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin