Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!

  • rojane
  • 11:22 28 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Hasan Bay ê piştî 8 saetan ji aliyê gundiyan ve ji bin kavilan hate derxistin, diyar kir ku Kizilay a xizmên wî alîkarî jê xwestin bersiva “Kepçe bigirin xelas bikin” daye û got: “Gel dengê me bihîst.”
 
Li navenda Mereşa ku ji erdhejên navçeya wê ya Bazarcixê çêbûn gelek bandor bû, xebatên rakirina kavilan didomin. Li hin navçeyan jî hêj dest nedane kavilan. 
 
Di erdhejê de gelemperiyê navçeya Kurdoxolî jî hilweşiya û li gundan hema bêje xaniyekî ku bikevinê nema ye. Gundê Amîkan e girêdayî navçeya Kurdoxoliyê jî yek ji gundên ku xesareke zêde gihiştiyê ye û di erdhejê de gelek kesan lê jiyana xwe ji dest dan. Malbata Bay ji binê kavilên xaniyê xwe yê bi temamî hilweşiyayî sax hate derxistin. 3 ferdên malbatê yên ji bin kavilê xaniyê wan ê du qatî bi alîkariya gundiyan piştî 8 saetan hatin derxistin. Traktor û amûrên malbata ku bi çandinî û sewalkariyê ve mijûl dibe jî di bin kavilan de man. Malbata Bay piştî tedawiyê hewl didin di bin konê ku li ber kavilê xaniyê xwe vedaye bijîn. 
 
‘GEL DENGÊ ME BIHÎST’  
 
Hasan Bay ê bi hevjîn û keça xwe re ji bin kavilan sax hatin derxistin wiha got: “Em bi hewldana gundiyên xwe ji bin kavilan hatin derxistin. Ne pêkane ku wê keliyê bi peyvan vebêjim. Em nikarin dengê xwe ragihînin. Di nav tariyê û tozê de ne, televizyona teqiya, gelek tiştên xerab çêbûn. Dîsa jî em li ser hişê xwe bûn. Min ji keça xwe û hevjînê xwe re gotin sakîn bin û pêvajoya 8 saetan me wisa derbas kir. Me ewilî xwest birevin lê me nekarî birevin. Bloka beton ket ser me. Ya ku me xelas kir jî bû dîvan. Em her sê jî di nav wê de man. Ewilî cihekî ku em lê tevbigerin hebû. Pişt re erdhejeke din jî çêbû û ew der bi temamî hilweşiya. Bi erdhejokan jî ew cih bi temamî hate girtin. Em qîr dikin lê nikarin dengê xwe bigihînin derve. Herî dawî gel dengê me bihîst.” 
 
KIZILAYÊ GOTIN ‘KEMÇE BIGITIN XELAS BIKIN’ 
 
Bay, anî ziman ku bi hewldanên gel ji bin kavilan hatin derxistin û wiha berdewam kir: “Dema di bin kavilan de bûn xizmên me gazî tîmên xelaskirinê kirine lê bersiveke neyînî wergirtine. Biraziyê min çûye Kizilayê. Kesê ji Kizilayê berpirsyar li Mereşê bêyî ku şerm bike gotiye ‘Wax wax rast dibêjî. Heke pereyê we hêza we hebe herin kepçe bigirin û xelas bikin.’ Bêşerm. Mirov wisa dibêje?”
 
‘NAGIHIN ŞÎRKETÊN SÎGORTAYÊ’  
 
Bay ê da zanîn ku sax derketin lê bi awayekî madî gelek zerar dîtine, anî ziman ku mirov perîşan bûne û wiha gotin: “Kon dan lê mirov dê çiqas di konan de bijî? Wê jî kes texmîn nake. Tu bêjî dewlet ji xwe her tişt diyar e. Ji mirovan 5 qûrişan alîkariyê dikin, bila bikin. Lê divê rêveber bihayê bedele sigorteya wesayîtekê  ber çavan bigirin. Şîrketên sîgorteyê her sal pereyekî zêde digirin ji van wesayîtan. Em li wan digerin nagihin telefonên wan. Şîrketên sîgorteyan top avêtin? Serokkomar be, Wezîrê Karên Navxweyî be, Veguhestin be, Wezîrê Enerjiyê be kî bibe bila bibe divê heqê traktorê bidin. Ji ber ku bi trilyonan pere qezenç dikin. Pêşwazîkirina malîyeta traktorekî jî ne ewqas zehmet e.”
 
‘JI BO BIJÎN TÊDIKOŞIN’
 
Bay, destnîşan kir ku mirov ji bo ku bijîn wê têbikoşin, ne hesane axa xwe biterikînin û biçin û got: “Mirov narevin. Ez çima koç bikin? Karê min bi xwe heye. Ez bi çandiniyê ve mijûl dibim. Ji bo ku em bijîn em hewl didin. Ji bo jînê wê kî alîkarî bike. Dewlet encax alîkariya xwe dike. Kesê ku alîkariya me bike nîne. Bêjin ji vir derkevin wê dewlet kû nîşan bide. Cihê ku ez lê mezin bûme ev der e.”
 
Guneş Bay a di qadeke biçûk a ji bin kavilan de hate derxistin jî diyar kir ku gelek êşan dikişinin û di nava bêçaretiyê de ne. Bay, anî ziman ku li maleke 250 metrekarêyê bi cih nedibûn îro hewl didin di nav konekî de li ser hev bijîn.
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

03/03/2023
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da