Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin

img
MELETÎ - Li Wêranşarê keda salekê ya tûtinfiroşan di bin kavila de ma. Cotkaran got ku ew ji dewletê alîkariyê naxwazin, ew dixwazin dewlet astengiyên li ber bazarkariyê rake. 
 
Li navçeya Wêranşar a Meletiyê, keda salekê ya cotkarên tûtinê û mişmişan di bin kavilan de ma. Cotkarên tûtinê diyar kirin ku ew ji dewletê û rayedaran alîkariyê naxwazin, ew dixwazin astengiyên li ber bazarkariyê bên rakirin. 
 
Mehmet Aydiner diyar kir ku li gundên Meletî û Semsûrê piraniya gel debara xwe bi tûtinê dike û wiha got: "Lê piraniya tûtina me di bin kavilan de ma. Gelek mirovan çendî xetere bû jî hewl dan keda xwe ji bin kavilan derxin. Em neman. Lê ger qanûnek nû bê çêkirin dibe ku em tûtinfiroş bi xwe ve bên. Em xwe bi wxe ancax birînên xwe dikarin birînên xwe bicebirînin." 
 
‘KÊMKIRINA BACÊ BANDORÊ LI ME NAKE'
 
Aydiner daxuyaniya Serokkomarê AKP'î Erdogan bibîr xist ku çend roj berê li Semsûrê gotibû dê baca tûtinê ji sedî 50 kêm bikin û wiha pê de çû: "Jixwe baca ji sedî 55 bi OTV'ê re dibe ji sedî 66. Ev bikêrî cotkaran nayê. Ji ber ku qanûnek tune ye, ev dê bi kêrî febrîqe û şîrketan bê. Jixwe karê me niha qedexekirî ye. Anku kêmkirina bacê dê bandorê li me neke." 
 
‘DÊ BIBE HILWEŞÎNEKE NÛ'
 
Cotkar Kazim Ûzan jî da zanîn ku tûtina wî di bin kavilan de maye û axurên wan hilweşiyane. Uzan, bi domdarî ev tişt anî ziman: "Em dixwazin dewlet alîkariya cotkaran bike. Em naxwazin dewlet cotkariyê bikuje. Di dema çandiniyê de divê cihê mayinê ji bo cotkaran peyde bike û mazot û gubere bide cotkaran. Em dixwazin kredyê bê faîz bide. Ger dewlet di warê sewalvanî û çandiniyê de alîkariyê neke, dê rûxandina duduyan çêbibe. Em cotkar îsal ji binî ve mexdûr bûn." 
 
Cotkar Abdûrrahman Başak jî diyar kir ku 2 ton û nîv tûtina wan di bin kavilan de maye û ji bo wê derxin bi derfetên xwe xebitîne. Başak da zanîn ku tenê çend torbe tûtin ji bin kavilan derxistine û wiha derbirî: "Em li bendê ne ku rayedar alîkariyê bikin. Tişta me ji bin kavilan derxist ji xwe derxist, ên mayî jî em ê paşê derxin. Piştî erdhejê piraniya xizmên me koç kirin. Em jî ji bo tûtina xwe li vir in." 
 
‘EM NE LI BENDA ALÎKARIYÊ NE'
 
Başak bilêv kir ku ji rayedaran tu alîkariyê naxwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tenê bila di warê firotina berên me de astengiyan nedin ber me bes e. Em li vir debara xwe bi tûtinê dikin. Lê dewlet dixwaze vê têxe destê hin derdoran tenê. Em li dijî vê ne. Bila dewlet bela xwe ji me veke û astengiyan nede ber me. Em ê bi awayekî ji bin vî barî rabin. Lê dewlet astengiyan dide ber me. Gava em tûtina xwe dişînin derveyî Meletiyê em bi 'qaçaxçîtiyê' tên tawanbarkirin. Qanûnek wiha çêkirin. Dibe ku piştî erdhejê çend mehan xwe li nedîtinê deynin. Lê em dixwazin ev qanûn bê betalkirin." 
 
Mehmet Başak jî bilêv kir ku 9 ton tûtina wî di bin kavilan de maye û axaftina xwe wiha qedand: "Me bi derfetên xwe piraniya wê ji bin kavilan derxist. Em mexdûr in û niha em doza cihekî hêwirandinê dikin. Em nizanin em ê vê tûtina ku me ew ji bin kavilan derxistiye bi çi qasî bifiroşin. Êdî kirîger û wijdanê xwe." 
 
MA / Dilgeş Rûvanas
 

Sernavên din

13/03/2023
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin