Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin

img
MÊRDÎN - Malbata Dijwar Aydogan ku li Efrînê jiyana xwe ji dest da, ji ber ku sîxurtî lê tê ferzkirin û tim gef lê tê xwarin, serî li ÎHD'ê da û gilî kir. Dayik Emîne Aydogan bilêv kir ku li wan tê ferzkirin ku li ber HDP'ê rûnin û wiha got: "Cenazeyê kurê min winda ye, em cenazeyê xwe dixwazin." 
 
Malbata Aydogan ku li gundê Barmanê yê Stewra Mêrdînê dimîne, tim rastî zext û tahdeya kesên ku xwe wekî îstixbaratê didin naskirin tê. Malbata Aydogan ji ber van zextan giliyê van kesan kir. Ferdên malbata Dijwar Aydogan (Rênas) ê YPG'î ku li Efrînê di êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî salek e ji aliyê kesên ku xwe wekî "endamên îstixbaratê" didin naskirin ve gelek caran hatine desteserkirin. 
 
Bav Ramazan Aydogan ê 58 salî di 3'yê adarê de bi awayekî derqanûnî hat binçavkirin û jê hatiye xwestin ku wekî endamê îstixbaratê bixebite. Ji ber vê bav Ramazan û dayik Emîne Aydogan di 7'ê adarê de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê dan. 
 
GAVA ÇÛYE NOTERÊ HATIYE BINÇAVKIRIN
 
Ramazan Aydogan gava ji bo wekaletê bide parêzerên ÎHD'ê çûye noterê, li ber Notera 2'yan a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê ji aliyê heman kesan ve hatiye binçavkirin. Aydogan, piştî mudaxileya parêzerên ÎHD'ê hatiye berdan û li ÎHD'ê giliyê van kesan kiriye. 
 
Aydogan wiha behsa tiştên hatine serê wan kir: "Bi qereqolê dest pê kir û bi îstixbarata Bismilê re dewam kir. Paşê qereqola cendirmeyan a Stewrê jî daxil bû. Ji me xwestin em bi dewletê re bixebitin û sîxûrtiyê bikin. Gotin ger tu nekî 'em ê te bikujin.' Qereqola Elfanê jî heman tahde li me kir. Paşê jî îstixbarata Mêrdînê çend caran ez binçav kirim." 
 
GOTINE 'TU YÊ JI ME RE BIXEBITÎ'
 
Bi domdarî Aydogan diyar kir ku her cara ku hatiye binçavkirin bi mirinê gef lê hatine xwarin û wiha axivî: "Di 7'ê adarê de diçûm noterê, hatin. Gotin, 'çima tu bersivê nadî?' Min jî got, bersiveke ku bidim we tune ye. Gotin, 'Çima tu ji dewletê re naşixulî. Tu bi dewletê re xayintiyê dikî.' Yekî got navê wî Hamza ye û yekî jî got ji Amedê ye û navê wî Şeyhmûs e û bi kurdî diaxivî. Xwestin ez bi wan re bixebitim. Gotin, wesayîta te di çalakiyan de hatiye bikaranîn. Gotin, ger tu bi me re nexebitî em ê te û wesayîta te tevde winda bikin. Min wesayîta xwe firot. Di binçavkirina dawî de gef li min xwarin, gotin 'Em ê te şilfî tazî bikin. Em ê ji erdhejê xirabtir bînin serê te. An tu yê bi me re bixebitî an jî tu yê sax nemînî.'" 
 
RÛNIŞTINA LI BER HDP'Ê LI WAN FERZ DIKIN
 
Dayik Emîne Aydogan (50) jî diyar kir ku tim tên nerihetkirin û rûniştina li ber HDP'a Amedê li wan tê ferzkirin. Aydogan da zanîn ku leşkeran gelek caran avêtiye ser mala wan û ev tişt anî ziman: "Gotin, kurê te ji ber çi çûye çiyê. Min jî got, kurê min ji ber tehdeya we çû. Xwestin ez biçim Amedê, li ber HDP'ê rûnim. Min jî got, ez naçim rûnanêm. Gotin, em ê we gulebaran bikin, em ê kîmyasalê bavêjin mala we. Kurê min bi zora kesî neçû. Tu eleqeya çûna wî bi HDP'ê re tune ye."
 
‘EZ CENAZEYÊ KURÊ XWE DIXWAZIM'
 
Aydogan destnîşan kir ku kurê wê di sala 2019'an de li Efrînê di êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest daye û hê jî cenazeyê wî nehatiye dîtin û axaftina xwe wiha qedand: "Ez jî ji wan cenazeyê kurê xwe dixwazim. Cenazeyê kurê min winda ye, em cenazeyê xwe dixwazin."
 
 MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

13/03/2023
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin