Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin

img
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen diyar kir ku di dema pêşwzîkirina pêdiviyên zarokên bûne mexdûrên erdhejê de divê cihêrengiya wan esas bê girtin û wiha got: “Divê pirzimanî hebe. Em ê jiyana nû li tevahiya herêmên erdhejê li gel zarokan ava bikin.” 
 
Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz têkildarî erdhej û zarokan li Navenda Giştî daxuyanî dan. Kaçmaz, da zanîn ku erdhejên Mereşê bandoreke giran li 10 bajaran kiriye û wiha got: “Di serî de AFAD, saziyên dewletê di sê rojên ewil de hema hema tiştek nekirin. Îktîdara AKP-MHP’ê, erdhej veguherandin karesateke mezin.” 
 
Bi domdarî Kaçmaz anî ziman ku Koordînasyên Krîzê, rêxistinên navçe û bajaran, meclisên jin û ciwanan, parlamenteran û komîsyonên navendî yên HDP’ê ji roja ewil a erdhejê ve tev li xebatên piştevaniyê bûne û wiha got: “Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel tevgeriyan, li herêmê bi cih bûn. Weke Komîsyona Zarokan me jî bi erdhejê re di koordînasyonê de cih girt, li herêmên erdhejê pêdiviyên zarokan tespît kirin û hewl da jê re bibin bersiv. Di erdhejê de yek ji beşa civakê ya herî zêde bandor dibe jî zarok in. Li herêmên erdhejê nêzî 5 milyon zarok dijîn. Ji roja ewil a erdhejê heta niha derheqê hejmara zarokan de dane tên parvekirin lê hev nagirin. Ev alozî didome. ” 
 
ZAROKÊN WINDA
 
Di berdewamê de Kaçmaz bal kişand ser zarokên di erdhejê de winda bûn û wiha pê de çû: “Di mijara zarokên winda û yên bêrefeqet de îktîdar agahiyên pêbawer bi raya giştî re parve nake. Raporên rojane nehatin amadekirin. Berpirsyartiya vê jî di stûyê îktîdadra AKP-MHP’ê de ye. Heta niha jî li vê berpirsyartiya xwe ranebûye. Nayê zanîn bê ka çend zarokan bi malbatên xwe re ji herêmên erdhejê koç kirine. Li gorî daneyên texmînan, 2 milyon zarok tevî malbatên xwe koçber bûne. Her wiha pêdiviyên bingehîn ên zarokan jî hêj nehatiye pêşwazîkirin. Dewlet bi awayekî giştî nêzî van pêdiviyan nabe û zarok hêj jî pêdiviyên xwe pêşwazî nakin. Ji ber konên ji hêla Heyva Sor ve hatine firotin û negihiştin herêmê, bi milyonan zarok di bin sir û seqemê de man. Mixabin ji ber mudaxaleya dereng, gelek zarok di bin kavilan de yan jî li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan.” 
 
DANEYÊN DEWLETÊ HEV NAGIRIN!
 
Kaçmaz, diyar kir ku hafizeya sedsalî ya dewletê û polîtîkayên îktîdara AKP’ê yên têkildarî zarokan di nava civakê de fikaran zêde dike û ev tişt anî ziman: “Axaftinên duh di civîna Meclisê de hatine kirin, van fikaran hîn zêdetir dikin. Civîna duh têkildarî îstîsmara li Weqfa Hîranûrê bû lê têkildarî zarokên erdhejê hate kirin. Li wir xuya bû bê ka çima em ji îktîdarê û saziyên wê bawer nekin. Daneyên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û yên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê hev nagirin. Wezaretê digot 79 zarokên bêrefeqet/nasname hene lê di heman rojê de li ser malpera xwe ya înternetê ev hejmar kir 78. Wezareta Karên Hundir jî dibêje 213 zarok hatine tespîtkirin. Di navbera wan de ferqekî bi qasî 134 heye. Wezaret hewl didin wehameta vê rewşê veşêrin. Ev yek nayê qebûlkirin.”
 
TURKMEN: ZAROKÊN WINDA LI KU NE? 
 
Nûray Turkmen jî pirsa “Hejmara zarokên winda, bêrefeqet û yên nasnameya wan nehatine tespîtkirin çende?” kir û wiha derbirî: “Dê çi bi 137 pitikên bênasname çi bibe? Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di vê mijarê de çi xebatan dike? Weke Komîsyona Zarokan a HDP’ê em hewl didin bandora vê pêvajoyê ya li ser zarokan fêm bikin. Hewl didin pirsgirêkan tespît bikin û çareseriyan pêş bixin. Di vê mijarê de peywendiyên me yên bi saziyên zarokan re jî bidomin.”
 
‘DIVÊ PIRZIMANÎ ESAS BÊ GIRTIN’
 
Turkmen, axaftina xwe wiha qedand: “Pêdiviyên zarokan ên taybet hene û divê daxwazên wan ên cihêreng esas bên girtin. Her wiha hewcehî bi pirzimaniyê heye. Divê daneyên têkildarî zarokên winda-bênasname bên tespîtkirin û daneyên zelal bên parvekirin, zarokên winda bên dîtin û bibin cem xizmên wan û pêdiviyên zarokên li cem terîqet û cemaetan dimînin û yên xizmên wan bên pêşwazîkirin. Ev yek, berpirsyartiya dewletê ya esasî ye. Lê di vê mijarê de baweriya me bi îktîkdarê nayê. Weke HDP’ê em ê ji bo dermankirina birînan û piştevaniya bi zarok û malbatên wan re xebatên xwe bidomînin. Îktîdara AKP-MHP’ê konên zarokan firotin. Ew di bin kavilan de hiştin û bûn sedema mirina wan. Lê em li vê derê dîsa dibêjin; ji bo zarokan û li gel zarokan em ê hafize û lîstikên we di bin kavilan de hiştine derxînin, li hemû herêmên erdhejê jiyana nû li gel zarokan birêsin. Çavê me li ser îktîdara AKP-MHP’ê û hiş, dil, gotin, ked û piştevaniya me jî her tim cem zarokan e.” 

Sernavên din

13/03/2023
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin