Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin

img
ŞIRNEX - Hevşaredar Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, destnîşan kir ku ji roja ku qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin heya niha Dîwana Muhasebatê neçûye şaredariyê kontrol nekiriye û got ku qeyûm dahata şaredariyê ji bo sazî û dezgehên derî şaredariyê seferber kiriye. 
 
Di 29'ê cotmeha 2019'an de qeyûm cara duduyan qeyûm tayînî Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê hat kirin. Ji roja ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin heya niha Dîwana Muhasebatê şaredariyê kontrol nekiriye û raporên der barê şaredariyê de belav nekirine. Gava HDP'ê piştî hilbijartinên 31'ê adara 2019'an şaredariyê ji qeyûm stend, deynê şaredariyê 226 milyon TL bû, lê ev deyn niha zêdetir bûye. Qeyûm ji dêvla ku xizmeta gelê navçeyê bike, dahata şaredariyê ji bo sazî û degehên dewletê yên derî peywira şaredariyê, seferber kiriye. 
 
Şaredarê HDP'î Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, tiştên li Şaredariya Cizîrê diqewimin nirxandin. Zirig destnîşan kir ku gelê Cizîrê çûye ser sindoqan û vîna xwe beyan kiriye û AKP'ê di sindoqan de fetisandiye, lê AKP'ê ev yek hezm nekiriye û ji sala 2016'an ve êrişî gelê Cizîrê dike û mafên gelê navçeyê binpê dike. 
 
Zirig da zanîn ku Cizîr ji aliyê dewlet û AKP'ê ve hatiye serobinokirin, hemû binesaziya wê û qadên xizmetguzariyê ji holê hatine kirin û got: “Hemû mal û milkên şaredariyê pêşkêşî derdorên din kirin. Şaredariyeke ku ew qas di nav deynan de hatiye hiştin, ji dema qeyûman heta niha ne ji aliyê Dîwana Muhasebatê, ne ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî û ne jî ji aliyê tu mufetîşan ve nehatiye kontrolkirin. Lê 5 mehên em li ser kar bûn, her tiştê me di bin kontrolê de bû. Hemû xebatên me ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatin lêkolînkirin û ji  Dîwana Muhasebeatê û Şûraya Dewletê re hatin şandin. Di encama van kontrolan de me îfade dan û parastina xwe kir. Dema em hatin ser kar, me xebatên xwe tomar kirin û me xwest em wan li gel vegerînin. Lê xebatên me ketin ber lêpirsînê. Lê Şûraya Dewletê, di vê lêpirsînê de em rast dîtin û em ji lêpirsînê derxistin."
 
XIZMETA SAZIYÊN FERMÎ DIKE
 
bi domdarî Zirig da zanîn ku yek ji erkên sereke yên şaredariyê berjewendiyên civakê ne û axaftina xwe wiha qedand: "Qeyûm, hemû dahata şaredariyê ji bo sazî û rêxistinên derî şaredariyê seferber kiriye. Ji nûkirina avahiya qeymeqamtiyê, kirîna alavên leşkerî, mesrefên ji bo çalakiyên çandî yên bi hevkariya AKP û walîtiyê bigirin, heya bi merasîmên mezûniyetê yên îmam û meleyan derfetên şaredariyê bi kar tîne. Lê îro ro hema bibêje kevirekî parkeyî jî li kuçe û kolanên Cizîrê nehatiye bicihkirin û binesaziya bajêr ji xizmeta kanalîzasyonê bêpar e. Ev qas tişt li ber çavan e, lê rojekê jî ne mufetîşên Dîwana Muhasebatê ne jî yên Wezareta Karên Navxweyî nehatine ew kontrol nekirine û der barê wan de lêpirsînek nedane destpêkirin." 

Sernavên din

15/03/2023
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn