KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a KNK’ê qurbaniyên Helebce û Enfalê bi bîr anîn û ji bo komkujiiyên heman çênebin banga yekitiyê kir. 
 
Konseya Rêveber a KNK’ê ku bi boneya salvegera komkujiyên Helebce û Enfalê daxuyaniyek nivîskî da, qurbaniyên komkujiyan bi bîr anîn û rejîmên kujer şermezar kir.
 
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
 
“Di şexsê şehîdên Helepce û Enfalê de, em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û rejîmên kujer û dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Berî 35 salan, di 16’ê adara 1988’an de, hêzên rejîma dagirker a Iraqê bi çekên qedexekirî û kîmyewî, qetlîamek mezin li ser xelkê sivîl ê Helepçe pêk anî. Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh qetil kir.
 
Bombabarana li ser Helebceyê, yek ji zincîra sûcên siyaseta qirkirinê ya bi destê rejîma dagirker a Beas a Sedam bû. Li Başûrê Kurdistanê kîmya li ser herêmên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan barand.
 
Her ji destpêkê ve, dema rejîma Beas li Iraqê bû desthilatdar dest bi komkujî û bişaftina Kurdan kir. Di destpêka salên 80’an de 8 hezar Barzanî bi saxî bin ax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000 xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane qetlîam kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.
 
Lê ewa li Helebceyê qewimî, yek ji mînakên herî mezin ên tewankariya sedsala 20’an e. Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetilkirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê yekê re Helebce bû êş û birîneke mezin a gelê kurd.
 
Di sedsala derbasbûyî de gelek qetlîamên mezin li ser gelê me pêk hatin. Mixabin heya niha jî temamî qetlîamên li ser kurdan hatine kirin, wek jenosîd nehatine naskirin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatine qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.
 
Bila herkes bizane ku xeteriyên komkujiyên li ser kurdan derbaz nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew xeteri li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şengalê li ser xelkê me yê êzidî qetlîam pêk anîn, hezaran mirov di gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin hatin revandin. Heft sal pêş niha qetlîamek mezin li Cizîra Bohta, pênc sal pêş niha jî li Efrînê pêk hat. 5 çar sal pêş niha jî li Serêkanî û Girê spî heman senaryo xistin meriyetê. Roja me ya îro jî operasyonên dewleta tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewam in û qetlîaman pêk tîne.
 
Ji bo qetlîamên nû yên mîna Helebceyê çênebin, divê hêzên siyasî bi hevre di nava tifaqê de bin, divê hêzên parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin.
 
Berxwedan û lehengiya hêzên parastinê jî, bi taybetî berxwedana li Kobanê ya li dijî terora DAÎŞ’ê, nasnameyek berxwedêr ava dike. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember dagirkeran û terorê, her wiha dengvedana wê li cîhanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike.
 
Em Helebceyê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şengal, Roboskî û hemû komkujiyên din ên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Cizîra Botan û Helebce jî ji bîr nekin.
 
Em carek din di şexsê şehîdên Helepçe û Enfalê de şehîdên Kurdistanê hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînîn.”

Sernavên din

19/03/2023
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN
08:50 Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê
18/03/2023
23:23 Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
21:34 Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin
21:27 Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir
21:21 Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
20:11 Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê
18:31 Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê
16:54 'Ji bo gelên Sûriyeyê em ê modela modernîteya demokratîk ava bikin'
16:36 Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan
16:28 Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin
15:49 ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin
15:16 Piştî 11 salan serdana Misrê kir
15:14 Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn
13:55 Li Hatayê bekçiyan tundî li mexdûrên erdhejê kir
13:46 Sibê wê li Antalyayê agirê Newrozê bê pêxistin
13:15 Kujêrê malbata Şenyaşar li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da
12:55 Ji partiyên Kurdistanî peyama Newrozê: Em bi ruhê yekitiya neteweyî qadan tije bikin
12:03 Li Semsûrê avahiya 3 qatî ya bixesar xwe bi xwe hilweşiya
11:54 Li Serhedê amadekariyên Newrozê temam bûn
11:40 Derbarê Pûtîn de biryara girtinê hate dayîn
11:31 Li Geverê mirinek bi guman
11:30 Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand
11:17 Malbata Şenyaşar: Yên zilmê dikin wê axir û dinyaya wan wêran bibe
11:16 Ji bo Newroza Mêrsînê bang kirin: Werin em serhildana xwe bikin yek
10:44 Li Êlihê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn: Em li qada Newrozê hesab bixwazin
10:27 Qoser ji Newrozê re amade ye: Em qesra Dehaqan bi serê wan ve hilweşînin
10:26 Qeymeqamtiyê xizmên AKP’î û MHP’iyan wergirtin kar
10:09 Parêzer Dînç: Divê CPT demildest rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bike
09:57 Qada Yenîkapiyê ji bo agirê Newrozê amade ye
09:30 Nexweşxaneya Elkê tevî rapora “Ji erdhêjê re ne qayime” jî nayê valakirin
09:21 Dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:02 Onlîk ê ji konebajar hat derxistin: Piştî erdhejê, lehiyê li me da!
09:01 Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin
09:01 'Girtîgeha Amedê divê bibe muzeya hevrûbûnê'
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2023'YAN
17/03/2023
20:20 Rêveberiya Xweser: Em ê bi ruhê Newrozê civaka xwe rizgar bikin
19:51 Ciwanan li Wanê agirê Newrozê gur kir
19:47 Li Cizîrê ji bo Newrozê belavok hatin belavkirin
19:43 Kiliçdaroglû hevdîtin bi Turkan Elçiyê re kir
17:40 QSD: 9 şervanên me di qezaya helîkopterê de şehîd bûn
17:36 Rojnamevanên ku li Rihayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:34 Li Şirnexê 12 herêm hatin qedexekirin
16:54 Bûldanê li Rihayê serdana welatiyên ku bandor ji lehiyê girtin û malbat Şenyaşarê kir
16:53 Ji bo Newroza Wanê banga tevlibûnê hate kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 18 kesan
16:36 Agirê Newrozê wê li 39 navendan were vêxistin
16:21 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Em soz didin wê hesabê bidin
16:12 Girtiyê nexweş ê rewşa wî xedar e dîsa hat girtin
15:23 Ji bo Newrozê bang li ciwanan hate kirin: Em ruhê serhildanê belav bikin
15:13 Li Dîlok û Mereşê bîranînên çilrojê
14:38 Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike
14:37 Dosyayên parêzbendiyan ên 3 parlamenteran şandin Meclisê
13:33 Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin
13:07 Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin
12:57 Rojnamevan Yildirim hate berdan
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye