Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye

img

AMED - Hanefî Eser, 30 salan di girtîgehê de ma û xeyala wî ew bû ku tev li Newroza Amedê bibe. Dema ber bi qada Newrozê ve diçû, ji ber kelecanê lingên wî dileriziyan û dibêje: “Dema ber bi vê qadê ve dimeşim, weke ku ber bi hucreya Mazlum Dogan ve bimeşim hîs dikim.” 

 
Gelê kurd Newrozê weke roja serkeftina berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê zalim qebûl dike. Ev gelê tune tê hesibandin, hatina biharê û zindîbûna xwezayê pîroz dike. Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê piştî darbeya 1980’an bûbû navenda îşkencexaneya cuntayê û Mazlum Dogan bi sê zilikên şixatê Newroz pîroz kiribû. Ji wê rojê heta niha jî Newroz veguherî agirê têkoşîna hebûnê ya gelekî. Ev çalakî, vejîna gelekê vedibêje ku dihat xwestin bê tunekirin. 
 
CEJNA QEDEXEKIRÎ YA LI KOLANAN DIHAT PÎROZKIRIN 
 
Hanefî Eser, li kêleka hucreya ku Mazlum Dogan ev çalakî li dar xistî dima. Eser, piştî 30 salan êdî “azad e.” Herî dawî di sala 1991’an de li Taxa Korxetê Newroz pîroz kir. Wê demê lastîk hatibû şewitandin, bi sedan kes kom bûbûn û tevî ku qedexe bû jî yek ji Newrozên herî biheybet pîroz kir. Demekî kin piştre jî Eser berê xwe da çiyê. Eser demek piştre hate girtin, bi rojan di îşkencexaneyê de ma û piştre xistin girtîgehê ku 30 salan li wir ma. 
 
 
EYÛB PÊXEMBER 7 SALAN LÊ WAN 30 SALAN SEBIR KIR
 
Eser dibêje; “Eyûb pêxember 7 salan sebir kir lê me 30 salan xwe li ber girt.” Bi rûyekî ken û bi bişirînekê wiha didomîne: “Kesên dikevin girtîgehê, her di heman temenî de dimînin.” Ev yek, îradeya wî ya ciwanmayînê nîşan dide. Li girtîgehê her sal Newroza xwe bi awayên cuda pîroz kirine. Eser, got ku di salên 1990’î de bi girseyî, bi pankart û lîstikên şanoyê lê carnan jî tenê bi çendek kesan pîroz kirine û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Girtî bi tenê jî bimînin, agirê vêdixin û bi dirûşman pîroz dikin.” Di her pîrozbahiyê de jî hêvî dikin ku tev li Newroza sala pêş a Amedê bibin û bernameya xwe wisa diqedînin. 
 
Hanefî Eser li 8 bajaran di 9 girtîgehên cuda de 30 salan ma. Piştî hat berdan jî cara ewil tev li Newroza Amedê dibe. Em û Hanefî Avci li mala wî ya li Peyasê hatin ba hev. Navçeya Peyasê qet nedîtibû û dema girtina wî de ev navçe nehatibû avakirin. Ez jî dibim şahidê pêkhatina xeyala wî ya her sal di her Newrozê de li girtîgehê hêvî dikir. Ji ber ku qebûl kir ez pê re biçim, spas dikim. Em li Parka Rojava hatin ba hev û ber bi Parka Newrozê ve dimeşin. Dema Hanefî Eser hatibû girtin, ne ev navçeya lê dimîne û ne jî Parka Newrozê hebû lewma nizane em ê çawa biçin. Ez jî rêberiyê dikim. Tevahiya rêyên diçin qadê hatine girtin lewma em li wesayîteke ji nêzî qadê re derbas dibe siwar bûn. Di wesayîtê de me hinek sihbet kir û li Xaçerêya Nexweşxaneya Welidînê em sekinîn. Ji wir ber bi Qada Newrozê ve me da rê. 
 
Dema em dimeşiyan, her ku nêz dibûn digot; “Lingên min dilerizin.” Dema dît ku ez bi heyîrî lê dinêrim, got: “Ne ji sermayê lê ji kelecanê.” Bi coş û kelecana mîna zarokan li derdora xwe dinihêre û li kesên ber bi qadê ve dimeşin temaşe dike. 
 
LI TAXEKE KOMUNAL TOVÊ ŞOREŞÊ
 
Min jî xwest ku beriya bikevim qadê li serpêhatiya wî guhdarî bikim. Lewma li pêşiya berîqetan em li deverekê çay lê dihat firotin rûniştin. Di sala 1967’an de li gundekî Farqînê ji dayik bû. Lê dema hêj pir biçûk malbata wî koçî Taxa Korxetê ya Rezanê dike. Jiyana wî li Korxetê derbas bû. Dibêje li taxê şoreşger, kedkar, girtî pir hebûn lê li hêla din jî hîzbîkontra hebûn. Li taxeke xizan lê li hêla din jiyana komunal lê serwer ku her kesî deriyê xwe ji her kesî re vedikir mezin dibe. Beriya 12’ê Îlonê hemû rêxistin li vê taxê birêxistinkirî bûn û xwedî çanda şoreşgerî ye. Lewma ev tax rêya jiyana wî jî diyar dike. Di sala 1991’an de dema li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dixebitî, tev li xebatên sendîkayî dibe. Wê demê operasyonek tê kirin û tê girtin. Çendek mehan di girtîgehê de ma. Piştî tê berdan, ne dikare vegere karê xwe û ne jî dikare li bajar tev li xebatan bibe. Jixwe dema hatî berdan gefa “Xelasiya te tune ye” lê tê xwarin. Kurmetê wî Taha Dogru, di êrişeke hîzbîkontrayê de hate qetilkirin. Bi vê yekê re jiyana wî zehmettir dibe û berê xwe dide çiyê. 
 
BINÇAVKIRIN BI ÎŞKENCEYÊ DERBAS DIBE
 
Mixabin têkoşîna wî ya li vê derê jî zêde dirêj nake û li gundekî Amedê tevî Rojbîn Perîşan tê girtin. Bi rojan di îşkenceyê de dimîne, perasiyên wî tên şikandin, leşkerê ku di dema binçavkirina ewil de hewl dide wan bikuje ji hêla fermandarê qereqolê ve bang lê tê kirin û radestî JÎTEM’ê tên kirin. Ew kom jî hewl dide bi îşkenceyê îradeya wan bişikîne. Tevî îşkenceya giran û şikestina perasiyan jî li ber xwe dide. Di roja 6’an de radikin nexweşxaneyê. Bijîşkê ku li vê derê wî pêşwazî dike, dema ew li nexweşxaneyê dixebitî xwendekar bû. Bijîşk dema laşê wî wiha îşkencekirî dibîne mat dibe, hewl dide ji nava lepên leşkeran xelas bike lê hewldanên wî bi ser nakevin. 
 
PÎROZBAHÎ Û ROJA EWIL
 
Di 27’ê mijdara 1992’yan de doza wî tê lidarxistin û piştî darizandina rojekê tê girtin. Roja ku derxistin edliyeyê, dibihîse ku hemû dikan hatine girtin. Wê demê fêm dike ku gel xwedî li wan derdikeve û ji vê yekê pir moral digire. Dema diçe girtîgehê, salvegera damezirandina PKK’ê ye û pîrozbahî hebûn. 
 
Hanefî Eser dibêje cezayê muebbetê lê hatibû birîn û nekarîbûn ji hêla fîzîkî wan tune bikin lê mirina ruhî li wan dihat ferzkirin. Eser, wiha didomîne: “Mazlum Dogan jixwe derheqê vê mijarê de tespîteke wiha dikir; ‘ew her cureyên îşkenceyê li me dikin lê ji bilî berxwedanê tu rêyên me yên din nînin.’”
 
KESÊN KU BERXWEDANÊ KIRIN NEMIR
 
Ez dixwazim wan 30 salan jê bipirsim ku vegotina wan jî pir zehmet e. Bi pirsa min re qala pêvajoya girtin û radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê dike û wiha dibêje: “Bi girtina Serokatiyê re êdî jiyan bo me pir zehmettir bûbû. Me hîs dikir ku nikarin bêhnê bistînin. Me nobet li hev digirt. Gelek kesan dixwest xwe bişewitîne. Pêvajoyeke pir giran bû. Tu carî bi qasî wê demê zehmet nebû. Navberekê min tiştên jiyayîn nivîsandin lê dema hatim wê demê, min nekarî binivîsim. Anku kesê li derve dîsa dikare derkeve û biqîre, dikare çalakiyê bike, hêrsa xwe darêje. Lê li girtîgehê jî tenê vebijêrkek li pêşiya te heye. Ew jî laşê te ye. Rêbertiyê û partiyê çalakiyên bi vî rengî erê nedikirin lewma min pêvajoyeke pir zehmet derbas kir. Yek ji tişta din a min dide zorê jî; dema em birin Girtîgeha Amedê, Qawîşa 35’an bû ku Mazlum Dogan li wir çalakî kiribû. Hucreya wî veguherandibûn cihê ziyaretê. Her kesê dihat girtîgehê diçû serdana wê derê. Her kesê ji îşkenceyê û binçavkirinê derbas bû û dianîn girtîgehê, ji ewil dixwest wê derê bibîne. Gelek kes diçûn wê derê û digiriyan. Hêj niha jî dema ez qala wê hucreyê dikim, çavên qirika min tije dibe. Dema ez li wan rojan û li îro dinêrim, dibêjim erê rast e şoreş pêk hat. Min temamiya girtiyên ku di salên 1980’an de bi Mazlum Dogan, Kemal Pîr û bi girtiyên din re mayîn dîtin. Ji wan ewqas hez dikirin ku gelek caran nedikariyan qala wan jî bikin.  Ji wan re digotin keko û her cara navê wan dianîn, digiriyan. Vaye berxwedan wiha mirovî nemir dike.”
 
Eser, dibêje “mirov bi helwesteke xwe dikare dîrokê binivîse û berê dîrokê biguherîne. Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û hevalên din berê dîroka ku nebaş pêş diket guherandin. Bi xwe re rastiyek afirandin ku îro bi milyonan kes anîne ba hev.” 
 
‘EV CEJN TIFAQA CIVAKÊ YE’
 
Eser, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em îro pîrozbahiyeke wiha mezin li dar bixin, ev yek şoreş e. Û Heval Mazlum ev afirand. Şoreş ev e. Çalakiya ku wî kirî, dîroka şoreşekê bû. Ji ber ku bi milyonan kes daketin qadan û vê cejnê pîroz dike. Em dibêjin cejn lê tê wateya parvekirinê, tifaqa civakê û devera ku tên ba hev e. Em niha bi milyonan kes tên ba hev. Mesele ev e. Rêbertî ji xwe dibêje pêvajoya avakirinê heye. Heke em bikarin vê şoreşê bi ser û ber bikin, wê demê dê bi ser kevin. Peywira me ya niha jî ev e. 
 
 
‘EM Ê PEYAMA OCALAN JI WÎ BI XWE GUHDARÎ BIKIN’ 
 
Eser, got ku yek ji mijarên di dema girtîgehê de ew pir xistiye nava kelecanê jî, kêliya ku di Newroza 2013’an de nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dihat xwendin bû. Eser, da zanîn ku wê demê ji ber “pêvajoya çareseriyê” televîzyonan jî li qada Newrozê weşana zindî dikir û ev tişt anî ziman: “Wê rojê mijara sereke temaşekirina televîzyonê bû. Bêguman me ew name, gotinên Rêbertiyê baş fêm nekirin. Heke me wê demê baş fêm bikira dê ev pirsgirêk heta îro nehata.” Eser, dibêje ku tevî hemû êşan jî tu carî hêviya xwe winda nekiriye û dê di demekî nêz de peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadan ji devê wî guhdarî bikin. 
 
EW HUCRE NIHA BÛYÊ CÎHANEK
 
Eser, kelecana xwe ya ketina Qada Newrozê bi van gotinan vedibêje: “Dema ez li Girtîgeha Amedê dimam, di hucreya li kêleka hucreya Mazlum Dogan dimam. Ew hucre, hucreyeke wisa bû ku dema dijmin jî diket wê derê ditirsiya. Li odeyê wêneyek û îşlikekê wî hebû. Ode her roj dihat paqijkirin. Hemû kesî nedikariya berpirsyartiya wê odeyê ragire lewma li wir nediman Dema ez niha ber bi vê qadê ve dimeşim, wê hucreyê difikirim. Hucre ne tenê tiştekî mekanî ye, tiştekî ruhî ye, di hiş de heye, di fikir de. Ew hucre niha bûye dinyayek. Çawa ku dema me ew hucre didît çavên me tije hêsir dibûn, qirika me tije dibû, dema niha vê qadê dibînim jî heman hestan dijîm. Sala 1992’yan, pêvajoya serhildanê bû, gelek kes bi hev re dihatin girtin û mîna vê qadê her kesî dixwest biçe wê hucreyê. Wê demê ziyaretkirina wê hucreyê weke ziyaretkirina vê qadê bû. Ji wan rojan diyar bû ku dê pîrozbahiyên wiha mezin bên kirin. Weke ku ji îşkencexaneyê derbasî cem hevalan bibî. Vaye di wan kêliyan de mirov digot; ‘ez hatim qada azadiyê.’ Ev jî tiştekî wisa ye. Me Newroz veguherandin cejnekî wisa ku bû cejna gelan û em di vê mijarê de bi ser ketin. Bêguman ev jî domdariyê dixwaze. Divê mirov di ruh de, di mejî de bikare jiyanî bike. Heval Mazlum di vê mijarê de rê nîşanî me da.” 
 
Bi domdarî Eser dibêje ku ji ber qurbaniyên erdhejê Newroz bi xemgînî tê pêşwazîkirin lê belê dîsa jî gel hêrsa xwe li vê qadê dawerand. 
 
RUHÊ SERHILDANÊ
 
Piştî noqteyên lêgerînê, em ber bi qadê ve dimeşin. Ji ber barana ku bi roja ye dibare, qada pîrozbahiyê bûye herî. Lê bi xema kesekî nîne ku cil û bergên wan qirêjî bibin. Hanefî Eser jî bi gavên hêdî, li derdora xwe dinêre û wisa pêş dikeve. Ber re dibêje; “Tehma agirê ku di salên 90’î de bi lastîkan dihat vêxistin nîne.” Hêj hî ruhê serhildanên salên 90’î dijî. 
 
HEVDÎTINA HEVALÊN GIRTÎGEHÊ
 
Em çendek caran li qadê geriyan lê her cara em digerin rastî nasekî tên. Ji van çendek 30 salan bi Eser re girtî mabûn. Zulfîkar Bayram, Emîn Yildiz, Mehmet Ateş, Emîne Yildirim, Metîn-Eşref Yaşa, Latîf Çetîn, Vedat Bakir, Tahîr Kizil... Hanefî Eser bi tevan re jî di heman girtîgehê de ma ye. Êdî rêhevaltiya têkoşînê jî derbas kiriye û mîna malbatekê bûne. Çavên tevan jî diçirûsin, kelecana bi sedhezaran kesan di dilê wan de jî lê dide û ev di her gava wan de xuya dike. Ji min jî dipirsin bê ka di girtîgehê de mame yan na. Dema dibêjim; “Na”, matmayî dibin û ez jî dikevim nava hestekê şermê. Em bi awayekî komî li qadê digerin, piştre dikevin nava komeke ciwanan û govendê digerînin. Her ku li girtîgehê digerin, her kes wan nîşan didin û dibêjin; “Ev kes 30 salan di girtîgehê de man.” Hinek kes baz didin cem wan û wan hembêz dikin, li rexa din ciwan hewld didin destên wan maç bikin. Di rûyê tevan de jî kelecanek heye û rêz û hirmeteke mezin bo wan digirin. 
 
30 SALÊN ME VALA NEÇÛNE
 
Agir tê vêxistin, milet cilên xwe diavêjin nava agir, saet derbas dibin û tevî hemû astengiyan jî coşa li qada qet kêm nabe. Piştre jî Hanefî Eser li girseya ku dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dike dinihêre, piştre li min vedigere û wiha dibêje: “Em 30 salan di girtîgehê de man, me bedeleke mezin da lê îro min dît ku ewqas salên me vala neçûne.” 
 
MA / Dîcle Muftuoglû 

Sernavên din

25/03/2023
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin