Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin

ENQERE - Tifaqa Ked û Azadiyê, da zanîn ku wê di hilbijartina Serokkomariyê de namzet dernexînin û diyar kir ku li dijî pergala yek zilamî wê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin û hesabê bipirsin. 

Tifaqa Ked û Azadiyê helwesta xwe ya têkildarî hilbijartina Serokkomariyê bi civîneke li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê aşkere kir. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Serokê EMEP'ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, Berdevkê SMF'ê Barış Kayaoglû, Berdevka Demê ya TOP’ê Juliana Gozen û nûnerên partiyên kurd ên Komxebata Tifaqa Kurdistanî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de cih digire jî beşdarî civînê bûn.
 
Daxuyaniya hevpar a Tifaqa Ked û Azadiyê ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldanê ve hate xwendin. Deklarasyona hevpar a têkildarî helwesta hilbijartinê ya Serokkomariyê ya Tifaqa Ked û Demokrasiyê wiha ye: 
 
"Ji bo yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka Tirkiyeyê kêmî du mehan maye. Em di demeke dîrokî de ne ku wê paşeroja welêt û civakê diyar bike. Di vê dema beriya destpêkirina sed sala duyemîn a komarê de Serokkomarê 13'emîn wê bê hilbijartin û parlamento ji nû ve bê avakirin.
 
Polîtîkayên civakî û aborî yên bîst salên dawî yên desthilatdariya AKP'ê li her qada jiyanê hilweşîneke mezin kirine; azadî asteng kiriye, kiryarên zext û bêhiqûqiyê bêdawî meşandiye. Pirsgirêkên piralî, neçareserî û tengaviya heyî roj bi roj giran dibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ev dema civakê dizî ye û gefê li siberoja wê jî dixwe.
 
PERGALA YEK ZILAMÎ BÊHN LI GELÊN TIRKIYEYÊ ÇIKANDIYE
 
Ev desthilatdariya siyasî ku mîna kabûsekê bi ser welêt ve hatiye, bi her cûreyî zextê dike û rêveberiya yek şexsî li her devera welêt belav kiriye. 'Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê' bêhn li gelên Tirkiyeyê çikandiye.
 
Pêwîstiya esasî ya Tirkiyeyê demokrasiyeke xurt û rasteqîn e ku xwe dispêre serweriya gel. Em sîstemeke welê dixwazin ku azadî û mafên gerdûnî lê têne naskirin, destûra bingehîn hatiye ewlekirin, pîvanên hiqûqa demokratîk lê derbas dibin û mafên aborî û civakî lê hene. Heta ku demokrasiyeke xwecihî ya xurt nebe ku mekanîzmayên tevlibûna xwecihî lê dixebitin, nepêkane ku ev armanc bi ser bê xistin.
 
Em welat û civak, em ê bi hêvî li sibeha 15'ê gulanê hişyar bibin. Hesret û daxwaza her mirovên me yên xwedî wijdan e ku hêzên karin guhertina demokratîk pêk bînin li parlamentê serwer be, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd Meclîs weke îradeya eslî tê dîtin, bi muxatabên xwe re diyalogeke zelal tê meşandin, welatî bi rengekî wekhev, azad û aştiyane paşerojê ava dike.
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ BERDEVKA DAXWAZÊN BINDESTAN E
 
Tifaqa Ked û Azadiyê berdevka daxwazên bindestan û kedkaran e. Îradeya avakirinê û hêza guhertinê ya demokratîk e. Yekane nûner û temînata mafên gelan e. Li dijî talankirina xwezayê cihê têkoşînê ye. Misogeriya jiyana azad a ciwanan e. Mifteya wê yekê ye ku paşeroja Tirkiyeyê bigihîne demokrasiyê.
 
Tifaqa Ked û Azadiyê wê jiyaneke azadîparêziya jinê ava bike. Em ê ti carî destûrê nedin ku jin tune bêne hesibandin. Temînata siberoja azad û wekhev a jinan li her qadên jiyanê, em in. Parêzvanên herî xurt ên temsîliyet wekhev a jinan li qada siyasetê em in. Tifaqa me ji bo Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve meriyetê û destketiyên jinan hemû bi destûra bingehîn bêne misogerkirin, wê bi hemû hêza xwe têbikoşe.
 
Û em bi biryar in ku bi danhevî, tecrûbe û feraseta xwe ya têkoşînê ya bi dehan salan, serweriya demokratîk a gelên Tirkiyeyê ava bikin.
 
Bi xurtbûna me, bi xurtbûna hêzên li meclîsê li ser ked, edalet û aştiyê israr dikin, bi xurtbûna hêzên daxwaza guhertina demnokratîk dikin wê Tirkiye demokratîk bibe. Em alternatîfa rasteqîn a gelê me ye ku dixwazin di navbera sîstema yek şexsî û restorasiyonê de tengav bikin.
 
EM Ê BERPIRSYARIYA XWE YA DÎROKÎ BI CIH BÎNIN
 
Di hilbijartinên Serokkomariyê de li dijî rêveberiya yek şexsî em ê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Ji bo li welêt demokrasî, azadî û mafên bingehîn, edaleta civakî pêk were, em bi biryar in ku hesab ji vê desthilatdariya rantxur, talanê bipirsin.
 
Ji ber vê yekê em bi raya giştî re parve dikin ku di hilbijartinên Serokkomariyê de em ê namzet nîşan nedin. Armanca me ya lezgîn û sedema me ya têkoşînê ew e ku şert û mercên kar û jiyanê yên gel baş bikin, di rêveberiya cemaweriyê de edaletê misoger bikin, wekheviya zayendî di nava civakê de pêk bînin, jiyaneke azad bidin ciwanan, hurmet ji xwezayê re bê nîşandan, polîtîkayeke aştîxwaz a derve bê meşandin, dadgerî serbixwe be, nanasme hemû azad bin û ya herî girîng jî destûreke bingehîn a demorkatîk a ji van hemûyan bê avakirin.
 
Pêwîstiya Tirkiyeyê ne bi şer heye, pêwîstî bi lihevkirin û aştiyeke bi aqlê selîm heye, bi çareseriya berfireh, rasteqîn û mayinde ya pirsgirêkên siyasî û civakî heye. Kesekî ku civakê li ber hev radike, aloziyê dixe nav, li derve û hundir bi afirandina dijminan nearamiyê mezin dike, daxwazên mirovan ji nedîtî ve tê, nepêkane ku bi ser bikeve.
 
Meşa ber bi paşerojeke ronî, rêya avakirina demokrasiya siyasî bi têkoşîna bi hev re, bi mezinkirina hêviyê, bi gavên ji bo jiyaneke nû yên bi wêrekî, bi polîtîkayên ku bersivê didin pêwîstî û hesreta civakê dibe.
 
Ji me hemûyan re qewet be, rêya me vekirî be."
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/03/2023
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin