Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin

img

ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr di salvegera tayînkirina qeyûman li Şaredariya Êlihê de axivî û wiha got: “Me li Stenbolê çawa dawî li pergala zilmê anî be, bila ehda me be ku dê di vê hilbijartinê de dawiya Erdogan jî bînin.” 

 
Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr û endamên Meclisa Şaredariyê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman, daxuyaniyek dan. Daxuyanî li pêşiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê hate dayîn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede îradeya me, qeyûm darbe ye” hate vekirin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de axivî û got ku zîhniyeta qeyûm, dijminê îradeya jinan e û ev tişt anî ziman: “Qeyûmên ku şaredarî dagir kirin, weke karê ewil saziyên jinan girtin. Bi ser vê darbeya li dijî vîna gel re 3 sal derbas bûn. Vîna gelê tune hesibandin û şaredarî dagir kirin. Weke kesên hilbijartî, em ê berxwedana xwe ya li dijî qeyûman bidomînin.” 
 
Metna daxuyaniyê jî ji hêla Hevşaredar Mehmet Demîr ve hate xwendin. Demîr, got ku tayînkirina qeyûman derhiqûqî ye û wiha got: “Mîna wezîrê karên sûcan, tu albûmên me yên wêneyan ên bi tevahiya rêxistinên sûcan re nebûn. Me mîna AKP’ê ku ew jî endamê wan e tu torên nelirêtî, dizî û bêhiqûqiyan ava nekiribûn. Wan ji bo rêxistinên terorê û komên paramîlîter ên li Ezaz, Idlib û Efrînê pere şandin lê me tu pere neşandibûn. Di pêvajoya darazê ya sê salan de tu delîlên hiqûqî yên şênber pêşkeş nekirin. Şaredariyên me bi rêbazên derhiqûqî hatin dagirkirin û qeyûm tayîn kirin. 
 
ŞÊLANDIN, DIZÎ... 
 
Ji bo ku çerxa nelirêtiyê bidomînin, heta sala 2021’an 191 caran qanûna îhaleyên cemaweriyê guherandin û xwestin bo alîgirên xwe qada şêlandin û diziyê biafirînin. Di erdhejê de derket holê bê ka tovikên bêexlaqiya civakî, neheqî û diziyê çawa çandine û civak çawa bêesil kirine. Midûrên emniyetê yên ku ji bo ewlehiyê dişandin bûn pirsgirêka ewlehiyê, wan bi xwe pere û zêrên mexdûrên erdhejê dizîn. Jenerator û cilên ku bo mexdûrên erdhejê hatin şandin, ji hêla midûrên qeyûm ve hatin dizîn û anîn Êlihê. Heyva Sor a Tirk û AFAD’ê dest danîn ser alîkariyan, ewd ever veguherandin deverên rantê. Şaredarî dagir kirin û hem ji bo xwe û hem jî bo rêxistinên herêmî qadên rantê afirandin. Heke qeyûm nehatina tayînkirin dê li bajarên kurdan bi navê AKP-MHP’ê tiştek nemabûya. 
 
EFÛYA ÎMARÊ
 
Tayînkirina qeyûman, hewldana tunekirina jiyana bajar û şêniyên wê ye. Ji 6’ê hezîrana 2018’an ku Efûya Îmarê hate derxistin heta 31’ê adara 2019’an, li vî bajarî 96 avahiyên qaçax û bêrûxset hatin avakirin. Piştî em hilbijartin, me li dijî van avahiyan dest bi têkoşînê kir lê emniyet û darazê piştgirî nedan. Gelo ev dê bi çi were îzehkirin? Bi tayînkirina qeyûman re tavilê pankartên me daliqandin anîn xwarê û destûr dan ku kes lê bi cih bibin. Ji bo rantê, bi çavsorî jiyana xelkê bajar tune tê hesibandin. 
 
HEWZAYA AVÊ JI ÎMARÊ RE VEKIRIN
 
Qeyûmê Êlihê bi israr hewl dide hewzaya avê li ber îmarê veke. Bi israr hewl didin ser Çemê Êlihê OSB’an ava bikin. Ev yek nîşaneya dijminatiya wan a li dijî gel e. Bila gelê me piştrast be ku em ê dev ji van qeyûman, burokratan bernedin. Li kîjan deverê dibe bila bibe, em ê li eywanên dadgehê yek bi yek hesaba tevan bipirsin. Demekî pir kêm ma ye ku ev pergala dizî û bêqanûniyê bi dawî bibe. Me çawa ku bi dengên xwe li Stenbol û gelek bajarên mezin dawî li pergala zilmê ya Erdogan anî be, bila ehda me be ku dê di vê hilbijartinê de dawî li Erdogan jî bînin.” 

Sernavên din

25/03/2023
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin