Rojnameger Hesen: Li Efrînê êdî tirsa gel şikestiye

img
RIHA - Rojnameger Nûrhat Hesen der barê xwepêşandana gelê Efrînê ya piştî qetilkirina 4 welatiyên sivîl de anî ziman ku li Efrînê tirsa gel li şikestiye û got: "Piştî 5 salên dagirkirina Efrînê cara yekemîn e ku gel di vê astê de xwepêşandanan li dar dixe. Heke ev xwepêşandan niha bê sekinandin jî êdî dîwarê tirsê şikestiye."
 
Piştî ku di 24'ê Adarê de Efrîn ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin gelek çete li Efrînê bi cih bûn û li dijî gel dest bi kiryarên hovanê kirin. Ji ber van kiryarên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê gelek kes ji bêgavî koç kirin û demografiya Efrînê jî hat guherandin. Di van 5 salên dagirbûna Efrînê de, gelek binpêkirinên mafan, destdirêjî û qetilkirin li Efrînê pêk hatin û herî dawî jî di 20'ê Adarê de li navçeya Cindirês a Efrînê ji malbatekê çar welatiyên sivîl ji ber ku xwestibûn Newrozê pîroz bikin ji aliye çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê yên girêdayî Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina welatiyên sivîl gelê Efrînê rabû li ser pêyan û li dijî van êrişan xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandana gelê Efrînê li dijî kiryarên hovane yên çeteyên girêdayî dewleta tirk berdewam dike û gelê Efrînê hê jî li derve bertekên tund nîşan dide. 
 
Nûçegihanê Rojava TV'yê Nûrhat Hesen têkildarî xwepêşandana gel û kiryarên çeteyan ên li Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'SEDEM KOÇBERKIRINA GEL E'
 
Hesen anî ziman ku di 5 salên dawî yên dagirbûna Efrînê de gelek komkujî û binpêkirinên mafan li Efrînê çêbûne û got ku bi destê çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê bi dehan welatî li Efrînê hatine qetilkirin. Hesen der barê 4 welatiyên sivîl de ku li navçeya Cindirêsê xwestibûn Newrozê pîroz bikin lê ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê ve yên giredayî Tirkiyeyê hatibûn qetil kirin bi lêv kir ku yek ji armanca komkujiyan koçberkirina gel e û ev tişt gotin: "Jixwe di dema erdhejê de jî dewleta tirk dixwest gelê kurd ji Cindirêsê koçber bibin, lê kurd tevî ku xaniyên wan hilweşiyan jî ji Cindirêsê derneketin û li ber malên xwe kon vegirtin. Ew jî ji ber vê yekê aciz dibin. ji ber vê aciziyê ev komkujî pêk anîn. Sedema yekem a vê komkujiyê ev e. Agirê Newrozê jî rabûna li dijî zilmê ye û ew jî dizanin ku ew zilmkar in û ji ber vê jî naxwazin gel Newrozê pîroz bike."
 
'KURD DI BIN DAGIRKERIYEKE MEZIN DE NE'
 
Hesen destnîşan kir ku li Efrînê li dijî gelê kurd qirkirine pêk tê û wiha pê dê çû: "Dewleta tirk gefan li malbatên kesên ku li Cindirêsê hatine qetilkirin dixwe. Gotine 'hûn van xwepêşandanan nedin sekinandin em ê we jî qetil bikin.' Niha tiştên li Efrînê diqewimin ne tenê bi dagirkêriyê tên bi navkirin, meriv dikare bêje qirkirin li Efrînê diqewime. Ev 5 sal in 7 hezar kurd ketin zindanan, hinek jî koçber bûn, hinek jî hatin qetilkirin. Kal û pîrên Efrînê di zindanan de hatin qetilkirin. Jinên kurd di zindanên wan de rastî destdirêjiyê hatin. Yanî dagirkerî jî qanûneke xwe heye, lê niha tiştekî wisa li Efrînê tune ye. Ji ber wê meriv dikare bêje gelê Efrînê rastî qirkirinê tê. Ji bo gel koçber bibe, qetilkirin, destdirêjî û komkujî pêk tên. Kurd li Efrînê di bin dagirkeriyeke mezin de ne."
 
'BERPIRSYAR TIRKIYE YE'
 
Hesen diyar kir ku berpirsyarê van komkujiyan Tirkiye ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berpirsyarê vê yekê jî dewleta Tirkiyeyê ye. Dewleta tirk niha dixwazê xwe ji van mijaran bişo lê berpirsê sereke dewleta tirk e. Tirkiye destûr da van çeteyan ku bikevin Efrînê. Niha jî destûrê dide ku ev çete li Efrînê van komkujiyan pêk bînin. Dewletên navneteweyî jî dibêjin 'em dixwazin Tirkiye kesên ev komkujî pêk anîne' bidarizîne, lê Tirkiye bi xwe ev komkujî pêk aniye dê çawa xwe bidarizîne? Yanî di nav dewletên navneteweyî de jî nakokiyên wisa hene. Gelê Efrînê jî dizane ku berpirsê yekemîn dewleta tirk e. Kesekî ji Efrînê gotî di destpêka dagirkirina Efrînê de ev çete ketine Efrînê û dewleta tirk bi wan civiyaye û gotiye kurdan ji vê herême derxin."
 
'ENKS DAGIRBÛNA TIRKIYEYÊ MEŞRÛ DIKE'
 
Hesen bal kişand ser hevkariya Tirkiye û ENKS'ê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî erdhejê saziya Barzanî çû navçeya Cindirêsê lê gelê Efrînê bi dehan caran got, 'em nan naxwazin, em dixwazin ev çete ji vir bên derxistin.' Lê sed mixabin ku yekî kurd di nav ENKS de di nav xwepêşandanan de derdikeve dibêje 'bila her kes here mala xwe, xwepêşandanan bisekinînin.' Îstixbarata tirkan gefan li malbata kesên ku hatine qetilkirin dixwe ku vê xwepêşandê bidin sekinandin. Lê tevî vê yekê jî xwepêşandan berdewam dikin. ENKS dagirbûna dewleta tirk li Efrînê meşrû kir. Dewleta tirk, ENKS'ê bi kar tîne, dibêje 'me Efrîn rizgar kir, ENKS jî bi me re ye.' Bi vê yekê dagirbûna xwe meşrû dike. Yanî ENKS dibêje ez kurd im, lê dibêje ez berpirsyariya xwepêşandanan nagrim ser xwe, yanî çawa kurdi n ez fehm nakim. Lê ENKS di dîrokê de jî girêdayî dewleta tirk û helwesta wan jî nayê guherandin. Divê kurdên me yên wê herême jî encumaniya vê meclisa ENKS'ê nekin."
 
'JI BILÎ RÊVEBERIYA XWESER TU KES LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RANABE'
 
Hesen bi lêv kir ku ji bilî Rêveberiya Xweser berteka tu hêzan a li dijî çeteyan tune ye û wiha got: "Hem saziya Barzanî hem jî rêveberên Başûr bi dewleta tirk re di nava tekiliyê de ne. Ji ber wê jî destûr dan saziya Barzanî ku derbasî Efrînê bibe. Jixwe ENKS jî alîgirê hikumeta PDK'ê ya Hewlerê ye. Dewleta tirk dijminê kurdan e. Divê her kes bi vê zanibe. Ji ber wê jî qebûl nake ku Rêveberiya Xweser derbasî Efrînê bibe. Yanî tiştekî sosret e ku di hundirê Suriyeyê de rêveberiyek dixwaze alîkariye bişîne Efrîn, lê ji derve dewletek vê asteng dike. Mixabin ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes nabêje bila ev çete û dagirkeriya tirk ji Efrînê derkeve."
 
'DÎWARÊ TIRSÊ ŞIKEST'
 
Hesen der barê xwepêşandana gel a li dijî komkujiyê de jî anî ziman ku gel dîwarê tirsê şikandiye û got: "Piştî 5 salan a dagirbûna Efrînê cara yekemîn e ku gel di vê astê de xwepêşandanan li dar dixe. Cara yekemîn e ku gel bi dirûşmeyên, 'Şehîd namirin, Efrîn a kurdan e, ey şehid xwîna te li erdê namîne' li kolanan berz dikin. Cara yekemîn e êdî kurdên li Efrînê dîwarê tirsê şikandine. Dayikek li Efînê dibêje 'êdî em li kolanan tên kuştin, êdî tirsa ku em bitirsinîn nemaye.' Bavek li Efrînê dibêje 'ez dizanim ku piştî vê axaftinê ez ê bêm kuştin lê dîsa jî ez ê biaxivim.' Çend sal in gelê Efrînê hatibû qutifandin nedihiştin ku tu kes dengê xwe bike lê piştî vê komkujiye kurd êdî vê zilma wan qebûl nakin. Ez bawer dikim ku ev xwepêşandan wê ne ya dawî be, heta ev komên çeteyan û dagirkerî li wir be, dê xwepêşandanên gel bidomin. Heke ev xwepêşandan niha bê sekinandin jî êdî dîwarê tirsê şikestiye û dê ne ya cara dawî be û gel wê dîsa derkeve derve."
 
'DAGIRKERÎ LI EFRÎNÊ NAMÎNE'
 
Hesen têkildarî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên li dijî binpêkirinên mafan ên li Efrînê jî destnîşan kirin ku tevî raproan jî dewletên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe û Tirkiyeyê bêdeng in û got ku heta rewşa Efrînê neguhere tu wateya raporan nîn e û divê Tirkiye bê darizandin. Hesen diyar kir ku ji bo xwepêşandana gelê Efrînê berdewam bike pêdivî bi piştevaniyeke xurt heye û ev bang kir: "Heta niha gelek kesên ku derketine derve û tevlî xwepêşandanan bûne hatine girtin. Lê tevî vê yekê jî gel li derve ye. Çendî dizanin ku wê bên girtin jî, lê dîsa jî paş de gav navêjin. Li Cindirês û Efrînê gelek welatî hatin girtin û îşkencekirin, lê dîsa jî xwepêşandan berdewam dikin. Piştî xwepêşandana gel li herêma Rojavayê jî gelek bertek, daxuyanî û xwepêşandan li dijî vê komkujiyê hatin lidarxistin. Lê ji bilî vê yekê me nedît bertekeke tund hat nîşandan. Li Ewropa çalakvanan bertek nîşandan lê têr nake, divê serhildaneke mezin ji bo gelê Efrînê bê nîşandan ku bila bizanin piştgirî heye. Gelê Efrînê jî dixwaze xwepêşandan berdewam bikin. Ji ber vê jî pedivî bi piştgiriyeke xurt heye. Divê partiyên kurd yekîtiya xwe ava bikin ku da emkaribin xwestekên xwepêşandanên gelê Efrînê pêk bînin. Ji ber ku gelê Efrînê dema ji xwe re piştgiriyeke nebîne wê bisekine, ji bo xwepêşandanên gelê Efrînê nesekinin divê gelê kurd li her derî xwepêşandanan li dar bixin û piştgiriya gelê Efrînê bike. Banga min ji bo gelê Efrînê jî; ez dibêjim, we nasnameya Efrînê parast, kesên herî berxwedar hûn in. Dagirkerî li Efrînê namîne, komên çeteyan li Efrînê namînin."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

31/03/2023
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn
15:57 Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin
15:47 Li Rihayê girtina 23 kesan hat protestokirin
15:44 Hîzbûllahiyê digot ‘em ê serê wan jê bikin’ hate berdan
15:33 Rojnameger Ziya Ataman: Em di bin tecrîdeke giran de ne
15:24 OHD û ÎHD têkildarî mirina bi guman a li edliyê rapor amade kir
15:00 Li Islahiyeyê erdhej çêbû
14:57 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:23 KFC û Pîzza Hutê hemû şaxên xwe yên li bakurê Kurdistanê girtin
13:56 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 5’ê hezîranê hate kirin
13:48 ‘Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn yekane çavkaniya hêviyê ye’
13:42 Şenyaşar: Dê îktîdar bi êşên daye kişand, zilm û nelirêtiyên xwe bê bibîranîn
13:30 Jinan li ber deriyê edliyeyê bang kirin: Jin li dijî tifaqa ‘şer’ in
13:27 Rewşa girtiyê 82 salî ku 4 caran hatiye sewqkirin di rojeva Meclisê de ye
13:00 Derbarê 10 kesan de ji ber êrişa mala polîsan a Mezîtliyê doz hat vekirin
12:38 Li Mêrdîn û Amedê berf barî
12:38 Serhat Gullu piştî 31 salan hate berdan
12:10 Serokê Baroya Amedê: Her 5 polîs jî ji îşkenceyê berpirsiyar in
12:08 Têkildarî hestiyên li Wanê hatine dîtin lêpirsîn hate destpêkirin
12:04 Li Mêrsînê starta hilbijartinê hate dayîn: Partiya Çep a Kesk dê serbikeve
11:58 Li dijî avahiya Partiya Îyî ya Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin
11:43 Li Bajarê Antîk ê Darayê hilweşîneke dîrokî
11:42 Bi ruhê 31’ê Adarê ber bi 14’ê Gulanê ve: Êdî serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû
10:51 Her ku cînayet zêde bûn têkiliyên ‘tarî’ derketin holê
10:50 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:42 Aydar: Ji bo ku hilbijartin neyê sabotekirin divê herkes tişta dikeve li ser milê wan bike
10:32 Parêzerê Ocalan ji partî û tifaqan re got: Gelo dê helwesta we derbarê Îmrali de çi be?
09:03 Dayikên Cizîrê: Divê Tirkiye jî dest ji êrişên xwe berde
09:02 Amedî: Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP'ê hilweşînin
09:02 Ayşe Efendî: Em dixwazin Serok careke din li Kobanê hembêz bikin
09:01 Kana madenê di erdhejê de jî nesekinî: Jehrê belav dike
09:01 Li Wanê bazar vala ne: Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2023'YAN
08:02 Li Pirsûsê 23 kes hatin girtin
30/03/2023
22:39 Gundiyê ku 5 roj berê hatibû binçavkirin hat girtin
21:47 Li Derayê êrişî hêzên hikûmeta Şamê hat kirin
20:54 Malbata Şenyaşar: Heya ev bêedaletî bi dawî nebe dê têkoşîna me bidome
19:47 Mahîr Çayan û hevrêyên wî hatin bibîranîn
18:54 Li Wanê di bin Mala Artêşê de hestiyên mirovan hatin dîtin
17:57 Di rapora CPT'yê de behsa tecrîdê nehatiye kirin!
16:57 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:56 Gelê li Goristana Mehabadê kom bû banga mezinkirina berxwedanê kir
16:33 10 kesên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:21 Danişîna rêveberê ÎHD’ê Yuksel hate taloqkirin
16:13 FEDA’yê banga beşdariya nav Partiya Çep a Kesk kir
15:58 Şîrketa petrolê ya Norveçê hilberandina petrolê da sekinandin
15:40 Mehmet Latîfecî hate bibîranîn: Pireke di navbera gelên kurd û ereb de bû
14:50 Li Antalyayê 10 kes hatin binçavkirin
14:49 KESK û BES: Heta daxwazên me bi cih neyên dê çalakiya me bidome
14:21 Cenazeyê 3 endamên HPG’ê hatin veşartin
14:11 Erdogan ji bo HDP’ê li AYM’ê geriyaye: Ji bo rakirina tedbîrê hûn çawa dengê xwe didin?
13:45 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin
13:07 Di êrişa zayendî ya li GGM’ê dîsa îfadeya 2 faîlan hate wergirtin
12:49 Bi referansa Miftîtiya Yozgatê hemwelatiyê dan 5 endamên DAIŞ’ê
12:28 Jinên Ciwan ên Welatparêz 4’ê Nîsanê pîroz kirin
12:21 Malbata Şenyaşar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:14 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
12:14 Partiya Çep a Kesk: Em ê sedsala duyemîn bikin sedsala Komara Demokratîk
12:00 Li Edliyeya Bismilê îşkence!
11:57 Şahidê demê rastiya Hîzbûllahê vedibêje: Di bin navê pevçûnê de sivîl dikuştin
11:51 Strana kurdî ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
11:45 Der barê lêpirsîna cilên netewî de doz hat vekirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:14 Partiya Çep a Kesk starta xebatên hilbijartinê da
11:12 Dirûşma hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
09:57 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê: Em ê pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê
09:07 Av bi dest mexdûrên erdhejê nakeve: Em nikarin bi pereyan jî avê peyda bikin
09:06 Piştî erdhejê rewşa girtîgehan: Îşkenceya bi saîqên nijadperest
09:06 Rojnameger Zagros: Dewleta tirk dixwaze beriya hilbijartinê êrişî Qendîlê bike
09:05 Oremar: Berxwedana Qazî bi têkoşîna Ocalan re bû yek
09:03 Asena: Partiya Çep a Kesk dê bibe nûnertiya hêviya gelan
09:02 'Bi naskirina Serok re min zanî ku ez kurd im'
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2023'YAN
08:40 Otobûsên rêwiyan wergeriyan: 3 kes mirin, 46 kes birîndar bûn
29/03/2023
22:12 Kenala Youtube a Med Muzîk TV’yê hat girtin
22:04 Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyand ku ew ê li gor biryara dadgehê tevbigere
21:25 Nasnameya 35 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin nehatiye tespîtkirin
20:01 'Dawî li talana li Hewsel û qeraxa Çemê Dîcleyê bînin'
18:19 Ji Hîlala Zêrîn strana `Jin im jiyan im`
18:15 Banga ji bo berdan û dermankirina girtiyê nexweş Polat
16:17 Bertek nîşanî dorpêça li Galatasarayê ya tevî biryara AYM’ê didome dan
16:03 Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike
15:54 Baroya Êlihê giliyê BOTAŞ’ê kir
15:19 Li Amedê mizgefta ku xesar gihiştibûyê hate hilweşandin
15:12 7 hezar karker di grevê de ne: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
14:46 EMEP, wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê
14:00 Kesên xizmên xwe winda kirin çûn ziyareta gora Jîna Emînî
13:41 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êriş kir
13:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin
13:00 Amnesty: Îranê herî kêm 305 sivîl qetil kir
12:18 Li Hênê malbat bi şer ketin: 5 mal hatin şewitandin
12:01 Li pêşiya edliyeyê li dijî jinekê êriş hat kirin
11:57 Cînayetên ewil ên rêxistina ku ji nav Yekitiya Xwendekarên Tirk a Milî derket
11:39 MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:30 ‘Nîşeyên Bakur’ a Ertûgrûl Mavîoglû ji Weşanên Aryenê derçû
10:02 Sewalvanê mexdûrê erdhejê: Pêdiviya min bi axurekî û bi êm heye