6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş!

img
ŞIRNEX - Li Girtîgeha Xelatê ya Tîpa T'yê 6 meh in dermanê girtiyên nexweş nayên dayîn. 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmên zext, zilm û zordestiya li dijî girtiyên siyasî her ku diçe zêde dibin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî mirovane bêpar in her roj rastî êrişan tên. Ji ber polîtîkayên desthilta heyî bi sedan nexweş ji ber ku nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dane û hê niha jî bi sedan girtiyên nexweş nayên berdan. Ji girtiyên nexweş Naîf Îşçî ku di Girtîgeha Xelatê ya Tîpa T'yê de ye, bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Îşçî, ragihand ku 6 meh in rêveberiya girtîgehê dermanên wan nade wan. Her wiha ji Girtîgeha Kavakê ya Samsûnê ya Tîpa T'yê jî Yaşar Savci ragihand ku îşkenceya li ser wan her diçe dijwartir dibe û ji bo hestiyariyê bang kir. 
 
'6 MEH IN DERMANÊN ME NADIN'
 
Nebahat Îşçî, dayika girtiyê nexweş Naîf Îşçî, diyar kir ku kurê wê 12 sal in di girtîgehê de ye û heya niha bi awayekî bi rêk û pêk nehatiye dermankirin. Dayik Îşçiyê ev tişt ragihandin: "Bi dehan girtiyên nexweş ên mîna kurê min hene. Kurê min  ji çavên xwe, zikê xwe û lingê xwe nerihet e. Kurê min 12 sal in nayê dermankirin. Dema ez bi kurê xwe re diaxivim axivîm got, 'Me daxwazname dane ji bo dermanên xwe, lê ev 6 meh in dermanan nadin.' Ne wan dibin nexweşxaneyê û ne jî xwarinên paqij didin wan. Çima wiha li zarokên me dikin? Em vê yekê qebûl nakin, 2 roj berê kurê min telefon kir û got gelek zext li ser me hene. 12 sal in kurê min di girtîgehê de ye, lê tiştê ku di vî sê mehî de dîtiye, di 12 salan de nedîtiye. Zexteke gelek mezin li ser wan heye. Gardiyanan dest daniye ser rojname û pirtûkên wan. Dibêje, hevalên wan ê ku rewşa wan giran hene, lê nayên dermankirin." 
 
'PÊŞIYA VÊ ÎŞKENCEYÊ BIGIRIN'
 
Dayik Îşçiyê anî ziman ku îhtîmal heye ku bi van pêkanînan înfazên girtiyan bên şewitandin û got: "Em vê rewşê qebûl nakin, êdî bes e. Bila zarokên me bi awayekî adil bên darizandin, êdî vê bêhiqûqî û neheqiyê nekin. Jixwe kurê min ji lingên xwe nerihet e. Li gel vê jî kurê min nayê dermankirin, zarokên min ji bo dîtina kurê min çûn girtîgehê û dema vegeriyan gotin ku lawê min gelekî lawaz e, tevî vê yekê jî êrîşî kurê min dikin. Kesên ku zarokên wan girtî ne, bila li ser zarokên xwe bisekinin û li wan bipirsin. Bila her kes bi hestiyarî tevbigere, deng ji xwe derxin û pêşî li vê îşkenceya ku li zarokên me tê kirin bigirin."
 
DÎSA ÎŞKENCE
 
Yaşar Savcî yê ku 2 sal in girtiye û di Girtîgeha Kavakê ya Samsûnê ya Tîpa T'yê de jî telefonî malbata xwe kir. Dêya wî Hanîe Savciyê diyar kir ku 10 deqîqeyan bi kurê xwe re bi telefonê axiviye û wiha got: “Dema ez bi kurê xwe re axivîm ji min re got, 'gardiyan serê sibê deriyê qawîşê vedikin û tekmîlê li me ferz dikin. Gava em li ber vê radibin li me dixin. Beriya niha di qawîşê de em 9-10 kes bûn û me li ber xwe dida. Lê niha ji ber ku em 4 kes tenê hiştine, bi hemû hêza xwe bi ser me de tên.' Beriya niha jî di dema sewqkirinê de îşkence li wan kiribûn, parêzer çûbûn cem wan û ew îşkence hatibû sekinandin. Lê niha dîsa dest pê kiriye. Em dixwazin ku ev îşkenceya li ser zarokên me bi dawî bibe. Banga me ji raya giştî û komeleyên mafên mirovan ew e ku bibin dengê zarokên me. 
 

Sernavên din

31/03/2023
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn
15:57 Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin
15:47 Li Rihayê girtina 23 kesan hat protestokirin
15:44 Hîzbûllahiyê digot ‘em ê serê wan jê bikin’ hate berdan
15:33 Rojnameger Ziya Ataman: Em di bin tecrîdeke giran de ne
15:24 OHD û ÎHD têkildarî mirina bi guman a li edliyê rapor amade kir
15:00 Li Islahiyeyê erdhej çêbû
14:57 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:23 KFC û Pîzza Hutê hemû şaxên xwe yên li bakurê Kurdistanê girtin
13:56 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 5’ê hezîranê hate kirin
13:48 ‘Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn yekane çavkaniya hêviyê ye’
13:42 Şenyaşar: Dê îktîdar bi êşên daye kişand, zilm û nelirêtiyên xwe bê bibîranîn
13:30 Jinan li ber deriyê edliyeyê bang kirin: Jin li dijî tifaqa ‘şer’ in
13:27 Rewşa girtiyê 82 salî ku 4 caran hatiye sewqkirin di rojeva Meclisê de ye
13:00 Derbarê 10 kesan de ji ber êrişa mala polîsan a Mezîtliyê doz hat vekirin
12:38 Li Mêrdîn û Amedê berf barî
12:38 Serhat Gullu piştî 31 salan hate berdan
12:10 Serokê Baroya Amedê: Her 5 polîs jî ji îşkenceyê berpirsiyar in
12:08 Têkildarî hestiyên li Wanê hatine dîtin lêpirsîn hate destpêkirin
12:04 Li Mêrsînê starta hilbijartinê hate dayîn: Partiya Çep a Kesk dê serbikeve
11:58 Li dijî avahiya Partiya Îyî ya Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin
11:43 Li Bajarê Antîk ê Darayê hilweşîneke dîrokî
11:42 Bi ruhê 31’ê Adarê ber bi 14’ê Gulanê ve: Êdî serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû
10:51 Her ku cînayet zêde bûn têkiliyên ‘tarî’ derketin holê
10:50 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:42 Aydar: Ji bo ku hilbijartin neyê sabotekirin divê herkes tişta dikeve li ser milê wan bike
10:32 Parêzerê Ocalan ji partî û tifaqan re got: Gelo dê helwesta we derbarê Îmrali de çi be?
09:03 Dayikên Cizîrê: Divê Tirkiye jî dest ji êrişên xwe berde
09:02 Amedî: Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP'ê hilweşînin
09:02 Ayşe Efendî: Em dixwazin Serok careke din li Kobanê hembêz bikin
09:01 Kana madenê di erdhejê de jî nesekinî: Jehrê belav dike
09:01 Li Wanê bazar vala ne: Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2023'YAN
08:02 Li Pirsûsê 23 kes hatin girtin
30/03/2023
22:39 Gundiyê ku 5 roj berê hatibû binçavkirin hat girtin
21:47 Li Derayê êrişî hêzên hikûmeta Şamê hat kirin
20:54 Malbata Şenyaşar: Heya ev bêedaletî bi dawî nebe dê têkoşîna me bidome
19:47 Mahîr Çayan û hevrêyên wî hatin bibîranîn
18:54 Li Wanê di bin Mala Artêşê de hestiyên mirovan hatin dîtin
17:57 Di rapora CPT'yê de behsa tecrîdê nehatiye kirin!
16:57 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:56 Gelê li Goristana Mehabadê kom bû banga mezinkirina berxwedanê kir
16:33 10 kesên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:21 Danişîna rêveberê ÎHD’ê Yuksel hate taloqkirin
16:13 FEDA’yê banga beşdariya nav Partiya Çep a Kesk kir
15:58 Şîrketa petrolê ya Norveçê hilberandina petrolê da sekinandin
15:40 Mehmet Latîfecî hate bibîranîn: Pireke di navbera gelên kurd û ereb de bû
14:50 Li Antalyayê 10 kes hatin binçavkirin
14:49 KESK û BES: Heta daxwazên me bi cih neyên dê çalakiya me bidome
14:21 Cenazeyê 3 endamên HPG’ê hatin veşartin
14:11 Erdogan ji bo HDP’ê li AYM’ê geriyaye: Ji bo rakirina tedbîrê hûn çawa dengê xwe didin?
13:45 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin
13:07 Di êrişa zayendî ya li GGM’ê dîsa îfadeya 2 faîlan hate wergirtin
12:49 Bi referansa Miftîtiya Yozgatê hemwelatiyê dan 5 endamên DAIŞ’ê
12:28 Jinên Ciwan ên Welatparêz 4’ê Nîsanê pîroz kirin
12:21 Malbata Şenyaşar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:14 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
12:14 Partiya Çep a Kesk: Em ê sedsala duyemîn bikin sedsala Komara Demokratîk
12:00 Li Edliyeya Bismilê îşkence!
11:57 Şahidê demê rastiya Hîzbûllahê vedibêje: Di bin navê pevçûnê de sivîl dikuştin
11:51 Strana kurdî ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
11:45 Der barê lêpirsîna cilên netewî de doz hat vekirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:14 Partiya Çep a Kesk starta xebatên hilbijartinê da
11:12 Dirûşma hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
09:57 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê: Em ê pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê
09:07 Av bi dest mexdûrên erdhejê nakeve: Em nikarin bi pereyan jî avê peyda bikin
09:06 Piştî erdhejê rewşa girtîgehan: Îşkenceya bi saîqên nijadperest
09:06 Rojnameger Zagros: Dewleta tirk dixwaze beriya hilbijartinê êrişî Qendîlê bike
09:05 Oremar: Berxwedana Qazî bi têkoşîna Ocalan re bû yek
09:03 Asena: Partiya Çep a Kesk dê bibe nûnertiya hêviya gelan
09:02 'Bi naskirina Serok re min zanî ku ez kurd im'
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2023'YAN
08:40 Otobûsên rêwiyan wergeriyan: 3 kes mirin, 46 kes birîndar bûn
29/03/2023
22:12 Kenala Youtube a Med Muzîk TV’yê hat girtin
22:04 Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyand ku ew ê li gor biryara dadgehê tevbigere
21:25 Nasnameya 35 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin nehatiye tespîtkirin
20:01 'Dawî li talana li Hewsel û qeraxa Çemê Dîcleyê bînin'
18:19 Ji Hîlala Zêrîn strana `Jin im jiyan im`
18:15 Banga ji bo berdan û dermankirina girtiyê nexweş Polat
16:17 Bertek nîşanî dorpêça li Galatasarayê ya tevî biryara AYM’ê didome dan
16:03 Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike
15:54 Baroya Êlihê giliyê BOTAŞ’ê kir
15:19 Li Amedê mizgefta ku xesar gihiştibûyê hate hilweşandin
15:12 7 hezar karker di grevê de ne: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
14:46 EMEP, wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê
14:00 Kesên xizmên xwe winda kirin çûn ziyareta gora Jîna Emînî
13:41 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êriş kir
13:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin
13:00 Amnesty: Îranê herî kêm 305 sivîl qetil kir
12:18 Li Hênê malbat bi şer ketin: 5 mal hatin şewitandin
12:01 Li pêşiya edliyeyê li dijî jinekê êriş hat kirin
11:57 Cînayetên ewil ên rêxistina ku ji nav Yekitiya Xwendekarên Tirk a Milî derket
11:39 MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:30 ‘Nîşeyên Bakur’ a Ertûgrûl Mavîoglû ji Weşanên Aryenê derçû
10:02 Sewalvanê mexdûrê erdhejê: Pêdiviya min bi axurekî û bi êm heye