Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir

img
ÎZMÎR - Endamê PM’a HDP’ê Mehmet Sabrî Gul da zanîn ku Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên li hemû bajarên herêma Egeyê didomîne û got ku dê di vê hilbijartinê de dengên xwe du qet zêdetir bikin. 
 
Partiya Çepên Kesk li hemû bajarên Kurdistan û Tirkilyeyê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên serokkomarî û giştî yên sala 2023’yan da destpêkirin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran bûroyên hilbijartinê bi coşeke mezin hatin vekirin û armanca Partiya Çepên Kesk ew e ku herî kêm 100 parlamenteran derxîne. Di vê çarçoveyê di serî de li Îzmîrê, Partiya Çep a Kesk armanc dike ku li herêma Egeyê dengên xwe du qetî zêdetir bike. 
 
Di hilbijartina giştî ya sala 2018’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 334 hezar û 935 dengan li herêma Îzmîrê 2 parlamenter derxist û li herama 1’emîn jî bi hejmareke pir kin parlamenterê 2’yemîn winda kir. Her wiha li Aydinê 68 hezar û 541 deng wergirt û ji ber dengên li derveyî welat lê hatin zêdekirin, parlamenterek winda kir. Li Manîsayê jî 67 hezar û 173 deng wergirt û bi rêjeyeke pir kêm parlamenterek ji dest çû. Armanca Partiya Çepên Kesk ew e ku ji van her du bajaran parlamenteran derxîne û di vê çarçoveyê de xebatên mezin dike. 
 
Di heman demê de HDP’ê li Mûglayê 43 hezar û 679 deng, li Denîzliyê 27 hezar û 580, li Uşakê 7 hezar û 591 deng, li Kutahyayê 6 hezar û 454 deng û li Afyonê 5 hezar û 775 deng wergirt. Partiya Çepên Kesk armanc dike ku li van bajaran dengên xwe zêdetir bike û di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşîne. 
 
XEBAT HATIN DESTPÊKIRIN
 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HDP’ê Mehmet Sabrî Gul têkildarî hedefên li herêma Egeyê axivî. Gul, da zanîn ku ji bo danasîna partiyê dê bi gel re civînan li dar bixin û wiha got: “Her wiha em ê stantan deynin. Em li hemû herêman xebatên hilbijartinê bi kelaceneke mezin dikin. Li herêma Egeyê pir gel û baweriyên cuda hene. Her wiha ji Balkanan heta Rojhilata Navîn û Efrîqayê gelek penaber hene. Hêzên demokrat û çepgir li vê herêmê xurt in. Li seranserî herêmê hêza me ser ji sedî 10’ê re ye. Me li Antalya û Îzmîrê parlamenter derxistibûn lê li bajarên weke Aydin û Manîsayê bi hejmareke kêm parlamenter winda kiribûn. Her wiha li Antalya û Îzmîrê bi ferqekî pir biçûk parlamenterên duyemîn winda kiribûn. Di vê hilbijartinê de em dixwazin li Mûgla, Manîsa, Aydinê parlamenteran derxînin û li Îzmîr û Antalyayê jî hejmara parlamenteran zêdetir bikin. Potansiyela me li Manîsa û Aydinê heye. Li bajarên weke Isparta, Uşak û Kutahyayê karê me zor e lê em ê xebatên pir girîng bikin. Hêviya me ew e ku li gelek bajarên herêmê bibin partiya duyemîn. Xebatên me jî ji bo vê yekê ne.” 
 
'EM Ê RÊ NEDINA REHAWETÊ’ 
 
Bi domdarî Gul diyar kir ku hêviya gel a ji bo hilbijartinê zêde ye û wiha pê de çû: “Em ê vê hêviyê têxin nava tevgerê û polîtîze bikin. Em ê rê nedin rehaweta ‘ev êdî dê biçin.’ Divê xebatên li qadê bên meşandin û ji bo gel biçe ser sindoqê were motîvekirin. Ev yek pir girîng e. Armanca me ya esasî hilweşandina faşîzmê û vekirina qadeke nû ye ku gel bikare di rêya azadiyê de bimeşe. Ji bo vê jî em bikin ku tevlibûna gelên Egeyê ya hilbijartinê derxînin asta herî jor. Piştî Kurdistanê, herêma herî zêde texrîbata ekolojîk lê tê kirin Ege ye. Em ji bo çareserkirina van pirsgirêkan têdikoşin. Li dijî desthilatdariya ku dixwaze xwezayê veguherîne qada talanê, em li gel têkoşîna ekolojiyê ya li dipjî vê zîhniyetê ne.” 
 
'EM Ê JI FAŞÎZMÊ RIZGAR BIBIN’
 
Herî dawî jî Gul ev tişt anî ziman: “Em ê bi partiyeke nû bikevin hilbijartinê û di vê mijarê de fikarên me hene. Lê bi taybet jî di pîrozbahiyên Newrozê de gel xwedî li partiya nû derket û vê jî fikarên me verevand. Gel, pêvajoyê baş dibîne û partiya nû zû qebûl kir. Gelê bibiryar e ku faşîzmê hilweşîne. Weke Partiya Çepên Kesk em ê cara ewil bikevin hilbijartinê û em ê vê pêvajoyê li ser muşahidan birêve bibin. Banga me ya ji bo tevahiya gelê me ew e ku partiya xwe bi tenê nehêlin, bila têbikoşin û em ê ji vê desthilatdariya faşîzmê rizgar bibin.” 
 
MA / Tolga Guney - Delal Akyuz
 

Sernavên din

14/04/2023
16:03 KNK'ê û YNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anîn
15:54 Baskê hilbiartinê yê Serhedê li Wanê ye: Dê AKP biçe, em ê bên!
15:53 Sazî û dezgehên dewletê wek her carê ji bo hatina Erdogan a Amedê seferber bûn
15:22 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Marmarayê dest pê kir
15:01 Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin
14:45 Doza Kobanê: Dê têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqiyan bidome
14:20 Derheqê girtiyên li dijî lêgerînê derketîn lêpirsîn hate destpêkirin
13:53 Sancar: Em tên ku pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyê bînin
13:42 Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran
13:39 Serokwekîla Koma HDP’ê Beştaş hat emeliyatkirin
13:33 Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê serdana esnafan kir
13:32 Kesê ku gef li Nahît Eren xwaribû derket holê ku midûrê şirketekî ye
13:27 Cerdevan di navbera xwe de şer çûn: Kesek mir
13:09 Cenazeyên 2 welatiyên li Şêladizê winda bûbûn hatin dîtin
12:58 Li Qamişloyê bombe li wesayitekê hat barandin
12:08 Jinên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir
12:05 Iraqê ji bo avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandiye
12:00 Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir