Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir

  • rojane
  • 16:02 10 Nîsan 2023
  • |
img
AGIRÎ - Dihat îdiakirin ku Ahmet Bugrur li Midûriyeta Emniyetê ya Bazîdê întîhar kiriye. Baroya Agiriyê têkildarî îdiaya întîharê rapor amade kir û wiha got: “Bugrur beriya întîharê qêriyaye û deng derxistiye. Mimkin nîne ku dengê wî nehatibe bihîstin.” 
 
Dihat îdiakirin ku welatiyê bi navê Ahmet Bugrur li Midûriyeta Emniyetê ya Bazîd a Agiriyê întîhar kiriye. Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Agiriyê têkildarî îdiaya întîharê raporek amade kir. Hat ragihandin ku rapor, piştî hevdîtina bi cîgirê midûrê emniyeta Bazîdê û malbata Bugrur hatiye amadekirin. 
 
ŞOPÊN DERBKIRINÊ 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku endamên malbatê diyar kirine ku ji enîşka destê rastê heta valahiya zikê Bugrur tevahî reş û şûn bûbû, li ser cil û bergên wî şopên heriyê hebûn, ji ber pêhnên lê hatine xistin li ser pantorê wî şopên pêlavan hebûn û tu pirsgirêkên tenduristiyê yên Bugrur ên zêhnî û fîzîkî tune bûn. Bi domdarî di raporê de ji bo îfadeyên cîgirê midûrê emniyetê jî ev agahî hatin parvekirin: “Cîgirê midûrê emniyetê got ku ranzayên li nezaretxaneyê bivîda ne, demekî nêz de li nezaretxaneyê teftîş hatiye kirin, li her devera avahiya emniyetê kamera hene, ji roja ewil a bûyerê ve daxwaza mufetîş kirine. Her wiha got ku ji ber ku lêpirsîn didome, nikare hûrgiliyên berfirehtir bide.” 
 
KAR ZÊDE YE!
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku rapirsîna têkildarî bûyerê hêj didome û di dema bûyerê de polîsên li emniyetê wiha gotine; “Kamerayên me yên li nezaretxaneyê dixebitiyan. Ekranên nîşandana kamerayan a li amîrtiya komê li gorî ekranên kamerayên li nezaretxane û korîdora li qata nezaretxaneyê biçûktir û netêrtir in. Lewma ji bo dîmenên heyî di ekranê de xuya bikin, weke ebatên biçûk xuya dikin. Lewma dema li pêş van kamerayan bûyerek çêdibe, tavilê nayê ferqkirin.” 
 
XEWA WÎ SIVIKE LÊ NEBIHISTIYE
 
Dihat gotin ku dema bûyer qewimî kesê bi navê S.K. li nezaretxaneyeke cuda dima û di roj û saeta bûyerê de li nezaretxaneya hejmar 3’yan de dihat ragirtin. Li gorî raporê; S.K. têkildarî bûyerê ev îfade da: “Xewma min pir sivik e, ji ber ku deriyên nezaretxaneyê ji hesin hatine çêkirin dema tê vekirin gelek deng jê tê lê min di wê rojê de tu deng nebihistîn.” 
 
ÇAVDÊRÎ Û TESPÎT
 
Di raporê de ev tespît hatine kirin: 
 
“*Hat tespîtkirin ku Ahmet Bugrur bi melayê taxê re nîqaş kiriye û li ser giliyê mela, hatiye binçavkirin. 
 
* Hatiye tespîtkirin ku di navbera odeya şopandina kamerayan û nezaretxaneyê de navbereke bi qasî 30 saniyeyan heye. Her wiha nezaretxaneyên bi hejmar 3 û 4 li rex hev ve ne û hat tespîtkirin ku dengekî herî biçûk jî tê bihîstin. 
 
 *Hat diyarkirin ku ekrana şopandina kamerayan piştre hatiye guherandin û beriya bûyerê û roja bûyerê li ser ekranên kompûterên biçûk hatiye temaşekirin. Her wiha agahî nehatin dayîn bê ka di dîrok û saeta bûyerê de hêzên ewlekariyê li odeya temaşekirina kamerayan hebûn an na. 
 
*Bûyer li nezaretxaneya hejmar 4 pêk hatiye. Li gorî îfadeyên kesê bi navê S.K. ku di roj û saeta bûyerê de li nezaretxaneya hejmar 3’yan dihat ragirtin û li gorî dîmenên kamerayan; Bugrur di nava 10 deqeyan de gelek caran hewl dide întîhar bike, ji bo suntayan ji bloqên beton veke wan dide zorê, çendek caran xwe bi şifşeyên nezaretxaneyê ve hildikişîne, di wê navberê de sunta ji destê wî dikevin erdê, her çend ku kamerayan qeyda deng negirtibe û dîmenên bêdeng kişandibin jî ji hereketên dev xuya dibe ku diqîre û deng derdixîne. Nezaretxaneya ku şexsê bi navê S.K. lê dimîne li rex nezaretxaneya Bugrur e û odeya polîs lê dimînin jî li cihekî pir nêz e. Di rewşeke wiha de nebihistîna dengê Bugrur mimkin nîne. 
 
*Polîsan di îfadeyên xwe de diyar kirin ku di roja bûyerê de kamerayên nezaretxaneyê li ser ekranên komputerên biçûk hatine temaşekirin lewma nehatine ferqkirin. Piştî bûyerê jî li ser ekranên mezin hatiye temaşekirin. Li gorî girteka temaşekirina kamerayan jî şexsê behsa xeberê saet di 09.20.20’an de bêtevger ma ye û polîs jî saet di 09.38.35’an de hatine nezaretxaneyê. Bi vê yekê re hatiye tespîtkirin ku saziyê berpirsyartiya xwe ya çavdêrî û pêşîlêgirtinê binpê kiriye.” 
 

Sernavên din

14/04/2023
16:03 KNK'ê û YNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anîn
15:54 Baskê hilbiartinê yê Serhedê li Wanê ye: Dê AKP biçe, em ê bên!
15:53 Sazî û dezgehên dewletê wek her carê ji bo hatina Erdogan a Amedê seferber bûn
15:22 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Marmarayê dest pê kir
15:01 Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin
14:45 Doza Kobanê: Dê têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqiyan bidome
14:20 Derheqê girtiyên li dijî lêgerînê derketîn lêpirsîn hate destpêkirin
13:53 Sancar: Em tên ku pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyê bînin
13:42 Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran
13:39 Serokwekîla Koma HDP’ê Beştaş hat emeliyatkirin
13:33 Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê serdana esnafan kir
13:32 Kesê ku gef li Nahît Eren xwaribû derket holê ku midûrê şirketekî ye
13:27 Cerdevan di navbera xwe de şer çûn: Kesek mir
13:09 Cenazeyên 2 welatiyên li Şêladizê winda bûbûn hatin dîtin
12:58 Li Qamişloyê bombe li wesayitekê hat barandin
12:08 Jinên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir
12:05 Iraqê ji bo avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandiye
12:00 Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir