Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya

  • rojane
  • 21:59 13 Nîsan 2023
  • |
img
AMED – Namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk li Pasûrê di fitariya MEBYADER’ê de bi gel re civiyan. Her wiha partiyê li navçeya Sûrê jî buroya hilbijartinê vekir.
 
Li navçeya Pasûrê ya Amedê bi pêşengiya MEBYADER’ê ji bo fitariyê xwarin hat dayîn. Xwarin li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pasûrê hat dayîn. Namzetên parlementeriyêy ên Amedê yên Partiya Çepên Kesk, rêveberên HDP’a Pasûrê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tevlî xwarinê bûn. 
 
Beriya fitariyê HDP’a Pasûrê namzetên parlementeriyê yên Amedê bi geld a naskirin. Paşê dua hatin kirin û beşdar fitirîn. Piştî fitariyê namzetên parlementeriyê bi gel re sohbet kirin. 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn bilêv kir ku kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê dersa demokrasiye didin û got: “Tevî hemû zextan jî ji bo gelen Tirkiyeyê bûne neferên demokrasiyê û em ê demokrasiye bînin.” 
 
Namzetên parlementeriyê Adalet Kaya , Serhat Eren û Sorgul Aytek Avşar jî axivîn. Namzetan îşaret bi girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn û li seranserê Tirkiyeyê belav bûye kirin û bang gel kirin ku ji bo şikandina tecrîdê biçin ser sindoqan. 
 
Bernameya fitariyê piştî axaftinan bi dawî bû. 
 
SÛR

Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk (Partiya Çepên Kesk ) a Amedê li Taxa Ferît Koşkê ya navçeya Sûrê buroya hilbinartinê vekir. Namzetên parlemeteriyê  yên Amedê yên Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk û Mehmet Emîn Aktar Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan û gelek welatî tevlî vekirina buroyê bûn.

Girse beriya vekirinê li ber stranan govend gerand. Di vekirina buroyê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî", “Wê Amed ji faşîstan re bibe goristan” û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.

Beriya vekirina buroyê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakık Tekîn axivî. Tekînê diyar kir ku bi sedsalan e bi polîtîkaya serdestî, înkar û îmhayê re rû bi rû ne ne û got: “Ev kesên niha li vir amade ne ji bo ku di 14’Gulanê de bersivê bidin vê polîtîkayê.”

Piştre Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan anî ziman ku desthilata AKP-MHP’ê tu tiş nemaye neaniye sere erdnîgariya Kurdistanê û wiha pê de çû: “Kuştin, mirin, talanikirin, sirgûnkirin… Digotin em ê kurda tasfiye bikin. Digotin em ê siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Digotin em ê tekoşîna kurda tasfiye bikin. Lê yê ku niha bi tasfiyê re bû bi rû maye ew in, ne emin. Yên ku wê biçin ser sergoyê dîrokê ew in, ne em in.  Em ê zilmê têk bibin, azadiyê diyarî gelê xwe bikin. Em bi siyaseta xwe û gelê xwe bawer in em ê faşîzmê têk binin. Em ê bigihîjin kesên ku heta niha dengê xwe nedaye me,  em bigihîjin hev û bibin yek,  Amed rengîn bikin yek. Em ê serketina 14’ê Gulanê diyarî erdnîgariya kurd û Kurdistanê bikin.”

Piştre namzetê parlemeteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Emîn Aktar axivî. Aktar diyar kir ku bi sedsalan e  ji bo azadiyê têdikoşin û got: “Di salên dawî de desthilatdarî dixwaze kurdan bi dest bixe. Lê ew tu carî nikarin vîna me bi dest bixin. Hûn dikarin bi zext û zorê qeyûm tayîn bikin, lê hûn nikarin vîna van kesan bi dest bixin. Em ji bo aştiyê hene, lê hûn nikarin pêşî li vê yekê bigirin. Wê gel di hilbijartinan de nîşanî we bide. Dema em werin hilbijartin em ê li her derê ji bo ziman û çanda xwe têbikoşin.”

Piştî axaftinan dayikên taxa Ferît Koşkê bi dirûşmeyên “Jin jiyan Azadî” û tîlîliyan buroyê vekirin.

 

Sernavên din

19/04/2023
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir
18:46 Bûldan ji Seyhanê bang kir: Oxir be AKP!
16:46 Omer Ocalan: Werin em bi hev re dawî li pergala şer bînin
16:25 Komeleya Dema Jinê: Pergala patrîarkal bi piştgirya raya giştî fermî bû
16:11 Namzetên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin: Em ê di 14'ê Gulanê de serkeftinê pîroz bikin
16:07 Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê qetilkirina Turelî şermezar kir
15:59 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir
15:40 Vekirina buroyên hilbijartinê veguherî mitîngan: Dem dema azadiya gelê kurd e
15:32 Bûldan: Yên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin dê biçin
15:12 Partiya Çepên Kesk ji Farqînê bang kir: Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e
15:10 Li şaredariya qeyûm lê tayînkirî nelirêtiya mucurê: Kesek ji peywirê hate dûrxistin
14:57 Li Stenbolê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:29 Ji ber polîs nehatin ‘tespîtkirin’ dozger dawî li lêpirsînê anî
14:24 Rojnamevan Şahînlî rastî mûayene ya bikelemçe hat: Bijîşk bixwaze dikare veke
14:06 Salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê li rojnameger Guleş hate birîn
13:39 YNK’ê bersiv da Barzanî: Xakfiroş ew in ên rê dane Tirkiyeyê ku baregehan ava bike
13:26 Balûken: Pêdivî bi zimanekî nû yê aştiyê heye
13:10 Ji Rêveberiya Xweser deklarasyon: Divê hikûmeta Şamê bi berpirsiyarî tevbigere
13:04 CENTCOM: Serçeteyê DAIŞ'ê El-Hacî Alî hat kuştin
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin