Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin

  • rojane
  • 10:38 14 Nîsan 2023
  • |
img

STENBOL - Serokê Basin-Îşê rojnamevan Farûk Eren diyar kir ku ber bi hilbijartinê ve dibe ku zextên li ser çapemeniyê zêde bibin û rojnamevan Erdcan Kaplan jî got divê rojnamevan bi rola xwe rabin. 

Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di 14’ê Gulanê de ji bo hilbijartina serokkomar û parlamenteran diçe ser sindoqan. Di pêvajoyek girîng a hilbijartinê de zextên li ser rojnamevanan jî qet kêm nabe. Li gorî rapora meha adarê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG); 88 rojnamevan girtî ne. Rojnamevan dibêjin di pêvajoyek wiha ya hilbijartinê de dibe ku zextên li ser rojnamevanan ango çapemeniyê zêdetir bibin û ew ê ji bo ewlehiya hilbijartinê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. 
 
EWLEHIYA SINDOQAN 
 
Serokê Basin-Îşê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren diyar kir ku îktidara heyî zextên zêde û “ecêb” li ser rojnamevanan û çapemeniyê dike û hê jî gelek hevpîşeyên wan girtî ne. Eren anî ziman ku yek ji xala girîng a vê hilbijartinê jî ewlehiya hilbijartinê ye û got: “Muxalefet û civak jî zêde li ser ewlehiya hilbijartinê disekine. Ewlehiya sindoqan endîşeyek mezin çêdike. Ji ber ku pirsgirêkek cidî ya vê îktidarê bi demokrasiyê re heye, lewma endîşeyên xelkê û muxalefetê li ser ewlehiya hilbijartinê zêde ne.”
 
DIBE KU ZEXT ZÊDETIR BIBIN 
 
Eren bal kişand ser girîngiya çapemeniyê ya di pêvajoya hilbijartinê de û got: “Rojnamevan bi nûçeyên çêdikin re bawerî didin civakê. Îktidar di warê çapemeniyê de amûrên mezin xistiye destê xwe. Li ser çapemeniyê zextên zêde kirine. Dibe ku Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) beriya hilbijartinê qedexeyan zêdetir bike. Dibe ku beriya hilbijartinê ekranên hin televizyonan bê girtin. Niha bi navê ‘Yasaya Sansûrê’ yasayek di destê îktidarê de heye. Dibe ku ji ber vê yasayê bi navbeynkariya Saziya Îlana Çapemeniyê (BÎK) malperên înternetê bên girtin. Her ku em ber bi hilbijartinê ve biçin, her cure zextên li ser çapemeniyê dê zêdetir bibin.” 
 
YÊN SERÎ NATEWÎNIN TÊN ASTENGKIRIN 
 
Eren anî ziman ku bi salane rojnamevanên ku serê xwe li ber îktidarê natewîne her tim tên astengkirin û bi zextan re rûbirû dimînin û girtina rojnamevanên li Amedê û Enqereyê jî xwestin beriya hilbijartinê hemû rojnamevanan bitirsînin. Eren da zanîn ku 25 hevpîşeyên wan ên li Enqere û Amedê hatine girtin ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine girtin û xwest demildest bên berdan. 
 
WEZÎFEYA ÇAPEMENIYÊ ZÊDETIR E
 
Eren anî ziman ku li gel ewqas zextên mezin li ser rojnamevanan û çapemeniyê jî lê dîsa jî wezîfe û karek zêde dikeve ser milê wan û lê ji bo ku demokrasî, aştî û azadî bi ser bikeve çi ji destê rojnamevanan jî bê divê bikin. 
 
HEDEFA EWIL ÇAPEMENÎ YE 
 
Ji Rojnameya Yenî Yaşamê Ercan Kaplan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê diderize û nikare rêveberiyê bike û her tim hewl tê dayîn pêşî li çapemeniyê bê girtin. Kaplan wiha axivî: “Ji ber ku yê rastiyê derdixe çapemenî ye. Me ev di Komkujiya Roboskî de dît, me di qetilkirina Kemal Kurkut de dît. Heke Çapemeniya Azad nebûya, dikaribû bi hêsanî were nixumandin. Lê bi rastî jî li dijî wî çapemeniyeke xurt heye. Ji ber ku haya dewletê ji vê hebû, bi tawanbariyên jiber û klişe hevalên me binçav kirin û girtin. Xebatên pîşeyî dikare wekî sûc were hesibandin. Em di pêvajoyeke siyasî ya wisa re derbas dibin. Ji ber vê yekê em ê di serdema hilbijartinê de jî bi heman qedexeyan re rû bi rû bimînin. Em dikarin pêşbînî bikin ku her ku em ber bi hilbijartinê ve biçin dê zextên li ser çapemeniyê zêdetir bibin. Ev dibe ku binçavkirin, astengkirina nûçeyan be. Lê Çapemeniya Azad ji vê re amade ye.”
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Kaplan destnîşan kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de dê hilbijêrên kurd xwedî biryar bin û wiha got: “Bi taybetî li Kurdistanê divê em gelekî baldar bin. Bi dîtina min wê li Kurdistanê zextên zêdetir bên kirin. Pêşbînkirina vê yekê ne zehmet e. Divê hem destyên sindoqan dengên xwe biparêzin û hem jî çapemenî vê pêvajoyê bi baldarî bişopîne û bi rola xwe rabe. Ji ber vê yekê ne tenê Çapemeniya Azad, divê hemû civak, rêxistinên girseyî yên demokratîk û odeyên pîşeyî jî baldar bin. Ji ber vê yekê em dikarin banga hestiyariyê bikin. Pêdivî ew e li pey rastiyê, heqîqetê, rastiyê bin. Ez bawerim em ê bi hev re vê pêvajoyê derbas bikin.”
 

Sernavên din

19/04/2023
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir
18:46 Bûldan ji Seyhanê bang kir: Oxir be AKP!
16:46 Omer Ocalan: Werin em bi hev re dawî li pergala şer bînin
16:25 Komeleya Dema Jinê: Pergala patrîarkal bi piştgirya raya giştî fermî bû
16:11 Namzetên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin: Em ê di 14'ê Gulanê de serkeftinê pîroz bikin
16:07 Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê qetilkirina Turelî şermezar kir
15:59 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir
15:40 Vekirina buroyên hilbijartinê veguherî mitîngan: Dem dema azadiya gelê kurd e
15:32 Bûldan: Yên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin dê biçin
15:12 Partiya Çepên Kesk ji Farqînê bang kir: Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e
15:10 Li şaredariya qeyûm lê tayînkirî nelirêtiya mucurê: Kesek ji peywirê hate dûrxistin
14:57 Li Stenbolê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:29 Ji ber polîs nehatin ‘tespîtkirin’ dozger dawî li lêpirsînê anî
14:24 Rojnamevan Şahînlî rastî mûayene ya bikelemçe hat: Bijîşk bixwaze dikare veke
14:06 Salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê li rojnameger Guleş hate birîn
13:39 YNK’ê bersiv da Barzanî: Xakfiroş ew in ên rê dane Tirkiyeyê ku baregehan ava bike
13:26 Balûken: Pêdivî bi zimanekî nû yê aştiyê heye
13:10 Ji Rêveberiya Xweser deklarasyon: Divê hikûmeta Şamê bi berpirsiyarî tevbigere
13:04 CENTCOM: Serçeteyê DAIŞ'ê El-Hacî Alî hat kuştin
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin