Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine

  • rojane
  • 09:02 16 Nîsan 2023
  • |
img

MELETÎ - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Meletiyê Veysî Apak diyar kir ku rakirin û rêtina kavilan bêyî tenduristiya welatiyan esas bê girtin tê kirin û îşaret bi nexweşiyên muhtemel kir.

 
Bandora erdhejên 6'ê Sibatê hê jî berdewam dike. Li Meletiyê ku ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, ji aliyekî vê kavil tên rakirin û ji aliyê din ve jî avahiyên ku xesar dîtine tên hilweşandin. Lê ji ber ku rakirina kavilan û xerakirina avahiyên xesardîtî bi rêbazên zanistî nayên kirin, toza wan li nava bajêr belav dibe û ev jî dibe sedema nexweşiyan. Ji aliyê din ve jî kavilên ku tên rakirin, li goristana bajêr a li navçeya Yeşîlyûrtê û li navçeya Wêranşarê tên rêtin û ev jî rê li ber nexweşiyan vedike û zerarê dide xwezayê. Her wiha mexdûrên erdhejê yên di konan de dimînin jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Pirsgirêka sereke ya li konan paqijî ye. Li Meletiyê piştî erdhejê av qirêj bû û çendî zêdetirî 2 meh di ser erdhejê re derbasbûne, hê jî ava paqij li Meletiyê tune ye. Nebûna ava paqij, herî pir bandorê li ser mexdûrên erdhejê yên di konan de dike. Ji ber ku şert û mercên mexdûrên erdhejê nayên başkirin û kavil li gor qaîdeyên zanistê nayên rêtin, gelê Meletiyê bi gelek nexweşiyan re rû bi rû ye. 
 
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tendirûstiyê (SES) a Şaxa Meletiyê Veysî Apak tökildarî mijarê ji Ajansa me re axivî. Apak diyar kir ku gelek xetereyên di warê tenduristiyê de li benda Meletiyê ne. 
 
'TOZA KAVILAN RÊ LI BER NEXWEŞIYAN VEDIKE'
 
Apak bi lêv kir ku ew jî weke kedkarên tendûristiyê di şert û mercên zehmet de neçarî xebatê hatine hiştin û heqê wan jî nehatiye dayin. Apak der barê xetereyên tendûristiyê yên ji ber hilweşandina avahiyên xesardîtî û rakirina kavilan de jî ev tişt anîn ziman: "Kavil dema tên rakirin toz û dûmana wan li nava bajêr belav dibe. Toza betonê ji bo tenduristiya mirovan dibe sedema xetereyan. Ji ber ku dema moloz tên rakirin av nayê reşandin, toz û dûman belav dibe. Berî ku kavil bên rakirin, divê bên avdan. Ew toz rê li ber nexweşiyên weke pênceşêrê vêdike. Bi taybetî jî di warê tenduristiya zarokan de dibe cihê xetereyên mezin." 
 
 
MOLOZ LI NAV BAJÊR HATINE RÊTIN
 
Apak di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kavilên ku li nava bajêr tên rêtin û xetereya wan a ji bo tendûritiyê û wiha domand: "Çend herêm hilbijartine û kavilan li wan deran vala dikin. Ew kavil jî hem ji bo tenduristiyê hem jî ji bo xwezayê dibin cihê pirsgirêkên mezin. Goristana bajêr a li navçeya Yeşilyûrtê ku kavil li wir tên rêtin, nêzî navenda bajêr e. Kavilên betonê û hesin di warê xwezayê û tenduristiya mirovan de dibin sedema xetereyên mezin. Ji ber wê jî cihê ku kavil lê tên rêtin qet cihekî baş nîn e. Kavill, dibin sedema nexweşiyên weke asbestê (asbest, dibe sedema nexweşiyên wekî pençeşêrê). 
 
 
REWŞA KONAN
 
Apak anî ziman ku mexdürên erdhejê yên li konan dimînin bi gelek nexweşiyan re rû bi rû ne û wiha pê dê çû: "Li Meletiyê piştî erdhejê ava şolî bû û tevî ku du meh di ser erdhejê re derbasbûne, hê jî pirsgirêka ava paqij nehatiye çareserkirin. Li Meletiyê, pirsgirêka herî mezin av e. Ji ber ku mirov nikarin avê peyde bikin û ji ber ku ava vexwarinê bi dest wan nakeve, ji bêgavî ava qirêj bi kar tînin. Ev jî dibe sedema nexweşiyan. Bi taybetî jî nexweşîna emelçûyînê li Meletiyê zêde bûye. Her wiha em rastî nexweşiyên wekî yên made û dilçûyînê jî tên. Hêviya me ew e ku demildest pirsgirêka ava paqij bê çareserkirin. Ji aliyê din vê jî welatiyên ku di konan de dimînin, deverên wekî tuwalet, serşok û hwd. bi awayekî hevpar bi kar tînin. Ev jî dibe sedema nexweşiyên weke Hepatît E (nexweşiya cegerê), Pnömoni û gelek nexweşiyên din. Hê jî pirgirêkên welatiyên di konan de nehatine çareserkirin û şert û mercên tenduristiyê yên li konebajaran nehatine başkirin. Rewşa konan ne li gor mirovan e, lê mirov ji bêgavî di konan de dimînin."
 
 
'PIRSGIRÊKÊN MEZIN LI BENDA ME NE'
 
Apak destnîşan kir ku gelek nexweşî li benda welatiyên Meletiyê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Meletiyê ji ber ku avahiyên ku dê bên hilweşandin zêde ne, xebatên rakirina kavilan dê 3 salan biajo. Divê demildest pirsgirêka avê bê çareserkirin. Bi taybetî jî van demên dawiyê li nexweşxaneyê em rastî 'qidûs'ê hatin. Hherî pir jî aşiya tetenoz û qidûsê' hat kirin. Ev dê siberojê bibe sedema pirsgirêkên mezin ên tendûristiyê. Yanî pirsgirêkên mezin ên tendûristiyê li benda me ne. Divê demildest yên li konebajaran dimînin derbasî konteyniran bibin. Lê tevî ku 70 roj derbas bûne, hê jî di warê konteyniran de pirsgirêk hene."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

22/04/2023
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan