Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin

  • rojane
  • 14:12 17 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Girtiyê bi navê Osman Kapan ku li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê tê ragirtin da zanîn ku li gel wî bi giştî înfazên 12 girtiyan hatine şewitandin.
 
Leşkeran di sala 1993’yan de bi ser gundê Xirabêşeref ê Hezex a Şirnexê de girtin. Piştî lêgerînên malan jî welatiyên bi navên Ahmet Zenger, Suleyman Sungur, Ramazan Ozalp, Nûrî Ari, Abdullah Oflas û Ramazan Ozyîgît binçav kirin. Her 7 welatî jî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hatin darizandin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Ev ceza piştre veguherandin cezayê muebbetê. 
 
Ji girtiyan Suleyman Sungur li girtîgehê û ji girtiyên nexweş Ramazan Ozal jî di sala 2014’an de 3 meh piştî tehliyekirina xwe jiyana xwe ji dest da. Nûrî Ari û Abdullah Oflas di 12’ê sibata 2023’yan de ji Girtîgeha Tîpa T a Şakranê û Ramazan Ozyîgît jî di 6’ê sibatê de ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê hate berdan. 
 
Girtî Ahmet Zenger (63) jî li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin. Dê Zenger di meha sibatê de bihata berdan û bo berdana wî hefteyek mabû ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta “poşmantî qebûl nekir” cezayê wî bo 6 mehan taloq kir.
 
ÎNFAZA WÎ CARA DUYEMÎN HATE ŞEWITANDIN
 
Osman Kapan jî li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê tê ragirtin û înfaza wî hatibû şewitandin. Kapan, li bendê bû ku di meha nîsanê de were berdan lê înfaza wî cara duyemîn hate şewitandin. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta “poşmantî qebûl nekir” înfaza Kapan şewitand û cezayê wî ji bo 3 mehên din dirêj kir. Kapan, têkildarî binpêkirinên heyî ji malbata xwe re nameyek şand. 
 
GIRTÎGEH ŞIBAND ‘KAMPÊN NAZIYAN’
 
Di nameyê de Kapan dibêje ku îktîdara AKP-MHP’ê her cara ku ditengije, êrişî civakê dike û wiha got: “Heke gotin di cih de be, girtîgeh veguherandine kampên Hîtler. Zilma li girtiyan tê kirin gihiştiye astekî wisa ku êdî nema dikarin veşêrin. Mirov ji ber sedemên vala û pir biçûk tên girtin, li gel ku hikûm nexwarine jî salên dûvdirêj bi awayekî girtî tên darizandin, tên cezakirin û îcar jî ev bes nake ku bi hinceta ‘girtî poşman nîne’ û tev li çalakiyên manewî nebûne nayên berdan, înfazên wan tên şewitandin. Li girtîgehan rastî mercên dermirovî tên û zilm lê tê kirin.” 
 
GIŞTÎNAMEYA WEZARETA DADÊ
 
Kapan, bi domdarî bal kişand ser giştînameya Wezareta Dadê ya têkildarî girtiyên nexweş û wiha got: “Giştînameyeke alîgir e. Girtiyên welatparêz ên kurd û şoreşger ku zêdetirî 20-30 sal in di girtîgehê de ne, li gel ku cezayê wan xelas bûye jî bi rêya şewitandina înfazan dema girtina wan tê dirêjkirin. Di nava salekê de tenê li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê bi hinceta ‘rewşa baş’ înfaza welatparêz û şoreşgerên kurd Erdal Tuncer 5 caran, ya Adnan Karakaş, Seyfettîn Bahar û Osman Aslan 3 caran, ya Nîzam Algunerhan, Fûat Guler, Ferît Orak, Abdulhamît Babat, Mehmet Zahar, Yahya Anik, Mûsa Şanak û Mehmet Înal jî 2 caran hate şewitandin.
 
Zexta ‘pişmantiyê’ li girtiyan ferz dikin. Divê tavilê dawî li van sepanên li dijî mafên mirovan û sepanên keyfî yên faşîst ên li dijî girtiyên şoreşger bînin. Divê girtiyên welatparêz ên kurd û şoreşger tavilê bên berdan. Dê rejîma faşîst a qesrê nekare bi cezayên hefsê yên giran, bi zilm, îşkence û şewitandina înfazan xetên berxwedanê yên girtiyên şoreşger û welatparêz ên kurd asteng bike.”
 
Hat zanîn ku girtiyên ku Kapan di nameya xwe de qala wan dike, Nîzam Algunerhan û Ferît Orak in ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de, înfaza wan hatiye şewitandin û di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirin. 
 

Sernavên din

22/04/2023
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan