Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn

  • rojane
  • 14:04 13 Gulan 2023
  • |
img
AMED / ÊLIH - Xizmên Windakiriyan aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak pirsîn ku li Çelê hatibûn binçavkirin û piştre cenazeyên wan hatibûn dîtin. 
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” di hefteya 744’an de berdewam kirin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolû ya navçeya Rezanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin li ser bû hate vekirin. Di  çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak ku di sala 1994’an de li gundê Kazandere yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatibûn binçavkirin û windakirin hate pirsîn. 
 
'EM Ê BI TERCÎHA XWE YA DEMOKRATÎK HESABÊ BIPIRSIN’ 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn beriya xwendina serpêhatiya Ozdemîr û Çitak axivî û wiha got: “Em îro dîsa ji bo edalet û wekheviyê û ji bo bidawîbûna tundiya ji ber pirsgirêka kurd derdikeve, ji bo aştiyê li vir in. Li Tirkiyeyê sibe hilbijartin tên lidarxistin û em di erefeya guherîn û veguherîneke mezin de ne. Em vê hilbijartinê weke mijareke mafên mirovan dibînin û em ê dengê xwe ji bo parastina mafên me yên bingehîn û ji bo guftûgoya çareseriya demokratîk bidin. Çawa ku em li van qadan têdikoşin, dê bi tercîha xwe ya demokratîk jî hesabê bipirsin.” 
 
Piştre jî endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Jiyan Orman serpêhatiya Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak xwend. Orman, vegotinên kurê Enter Ozdemîr ê bi navê Yûsûf Ozdemîr wiha ragihand: “Di 6’ê gulana 1994’an de li ser Pira Çeto ya gundê Kazandere ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera milîtanên rêxistinê û leşkeran de şer derket. Piştî pevçûnê saet di 01.00’an de leşker û cerdevanan bi ser gund de girt. Bavê min Enter Ozdemîr û ji şêniyên gund Bapîr Çitak bi hinceta rêyê nîşanî wan bidin bi xwe re birin. Piştre jî li nêzî gund dest û piyên bavê min û Bapîr bi panzerê ve girê dan. Nêzî 2 km’an kaş kirin û piştre jî leşkeran gule lê reşandin û înfaz kirin. Cenazeyên wan jî avêtin rexê rê. Leşkeran di danê sibehê de careke din bi ser gund de girtin. Şênî derb kirin û zextekî giran lê kirin. Piştre jî leşkeran ji gundiyan re got; ‘tavilê gund vala bikin û yên dernekevin em ê wan bikujin.’ Li ser vê yekê tevahiya gund hate valakirin. Şêniyên ku rojekê ji bo amûrên xwe çûn, cenazeyên bavê min û Bapîr dîtin û agahî dan me. Dema em ji bo wergirtina cenazeyan çûn, zextekî giran li me kirin. Destûr nedan ku em cenazeyên xwe jî veşêrin. Ji ber zext û gefên li me dihatin xwarin, wê demê me nekarî giliyê leşkeran bikin.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’a Êlihê di hefteya 580’an de çalakiya xwe li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin vekirin. Xizmên Windakiriyan, parastvanên mafên mirovan û endamên Şaxa OHD’a Êlihê tev li çalakiyê bûn. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û got ku dê heta dawiyê aqûbeta windakiriyan bipirsin. Tanguner piştre jî metna hevpar a têkildarî dorpêça li ser Qada Galatasarayê xwend. 
 

Sernavên din

16/05/2023
13:23 Hevşaredara Farqînê Toprak hat beraetkirin
13:20 Li Stenbolê milyonek û 230 hezar hilbijêr neçûne ser sindoqê
13:17 Rojnamevan Deger: Ez bi kişandina 300 TL’yî têm tawanbarkirin
12:09 Cenazeyê Serhat Yalçin radestî malbata wî hate kirin
11:58 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Li welatên ku Kiliçdaroglû zêde ray girtibû dengdayînê daxistin 2 rojan
11:52 Peyama Kiliçdaroglû ya ji bo ciwanan
11:37 Di sindoqekê de 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
11:10 Tiryakî hişyarî da waliyê Colemêrgê: Tu ne serokê AKP’ê yî
10:40 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
10:36 Silawî: Tevî darvekirinan jî em dest ji daxwaza azadiyê bernadin
10:31 Li Colemêrgê dixwazin senaryoya 2018’an dubare bikin
09:35 Li Hesekê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon hate lidarxistin
09:00 Xwebûn bi manşeta 'Kurdistanê textê Erdogan hejand' derket
09:00 Danişîna doza 12 rojnamevanan îro ye
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2023'YAN
15/05/2023
23:51 Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê nobeda demokrasiyê da destpêkirin
19:30 Ji MED-DER'ê daxuyaniya 15'ê Gulanê
19:22 Bang ji bo danişîna doza rojnamevanên girtî
18:13 Li Hezexê qeza: 2 zarok mirin
16:59 Li Kurdistanê 319 hezar û 421 deng hatin betalkirin
16:52 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 12’ê hezîranê hate kirin
16:04 HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15:53 YSK: Hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma
15:51 Kiliçdaroglû: Em ê di hilbijartinê de bi hev re bi ser kevin
14:51 Ji Partiya Çepên Kesk daxuyaniya Colemêrgê: Rêzê bo îradeya gel bigirin
14:47 MKGP'ê banga xwedîderketina doza rojnamegeran kir
14:33 Neçareserkirina pirsgirêka kurd bi Erdogan da windakirin
13:57 Endamên şandeya Îspanyol ên hatibûn binçavkirin hatin dersînorkirin
13:46 Vogel: Serdema piştre ya Tirkiyeyê hêj nehatiye nivîsandin
13:26 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin
13:23 Di Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin
12:55 Partiya Çepên Kesk 63 parlamenter dişîne Meclisê
12:30 Li Colemêrgê Partiya Çepên Kesk her 3 wekîl qezenç kirin
12:11 Li Dêrsimê namzeta Partiya Çepên Kesk qezenç kir
12:02 Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin
11:35 HDP û Partiya Çepên Kesk: Hîle û komployan bandora xwe li ser encamên hilbijartinê kirin
11:18 Li ser sindoqan cerdevanên bi çek hatin peywîrdarkirin
10:42 Parlamenterê YNK’ê rastî êrişa çekdarî hat
10:34 YSK'ê daneyên dawî eşkere kirin
10:19 Danişîna 12 rojnamevanan sibê ye
09:00 ROJEVA 15’Ê GULANA 2023’YAN
03:11 Kiliçdaroglû: Em ê di tura 2’yemîn de teqez bi ser kevin
03:06 YSK’ê rêjeya dengan eşkere kir
02:57 Erkek ê CHP’î: Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin
02:08 Li Qoserê polîsan tundî li du kesan kir
02:01 Li gorî YSK’ê derengketina hejmartina dengên derveyî welat tiştekî asayî ye!
01:49 Hat îdiakirin ku piştî hejmaran hevnegirtî deng hate betalkirin
01:15 Sirri Sakik: Ev bû 3 saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin
01:10 Polîs bi mertalan ketin avahiya jimartina dengan
01:08 Li Mêrdînê sindoqa winda hate dîtin
00:50 Kiliçdaroglû: Îradeya gel bloke nekin
00:24 Wezîfedarên sindoqan li ber desteya hilbijartinê ya Amedê ketine dorê
00:06 YSK: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye
00:03 Muşahidên AKP’î deng careke din bi serokê sindoqê dan hejmartin
14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan