Partiya Çepên Kesk: Em li Colemêrgê vîna gelê xwe biparêzin

img
COLEMÊRG - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê diyar kir ku mudaxileyên li dijî xespa vînê weke provokasyonê ne û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê vîna gelê xwe biparêzin.”
 
Partiya Çepên Kesk li gorî encamên ne fermî li Colemêrgê bi 95 hezar û 600 dengan ji sedî 62,47; AKP’ê bi 31 hezar û 537 dengan ji sedî 20,59; CHP’ê bi 11 hezar û 86 dengan ji sedî 7,24 deng wergirtin. Bi vê encamê Partiya Çepên Kesk her sê parlamenter jî wergirtin lê ji aliyê AKP’iyan ve li ser hev îtîrazî encama sindoqan hatin kirin. Dema ku nîqaş berdewam dikin de AKP’ê ji bo wekîlekî derxîne hemû derfetên xwe seferber kirine. Namzetê AKP’ê Abdûlmûttalîp Ozbek berî ku hejmara dengên derveyî welat ên li lijneya hilbijartinê ya bajêr temam bin bi waliyê bajêr re hevdîtineke taybet pêk anî. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên pişt re bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr re hevdîtin kir li dijî hîle û nelirêtiyan nobeta “demokrasiyê” dest pê kir. 
 
BAROYA COLEMÊRGÊ, OHD’Ê Û ÎHD’Ê PIŞTGIRÎ DA
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê li ser vê yekê ragihand ku li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr, li lijneyên hilbijartinê yên navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê nobeta demokrasiyê dane destpêkirin. Vezîr Parlak li Colemêrgê, Oznûr Bartin li Geverê û Onûr Duşunmez jî li Şemzînanê tev li nobetê dibe. Li aliyê din endamên Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzerên çavdêr jî ji bo ewlehiya dengan tevli nobeta “Demokrasiyê” ya li bajêr bûn. 
 
HILBIJARTIN LI HAWIREKE ADIL Û DEMOKRATÎK DE ÇÊNEBÛN 
 
Di pêşengtiya parlamanterê Partiya Çepên Kesk ê hatiye hilbijartin Vezîr Parlak, parlamenterê Colemêrgê yê serdema beriya niha yê Colemêrgê û endamê Meclisa HDP’ê Abdullah Zeydan de Meclisa Dayikên Aştiyê, HDP, DBP, rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ên HDP’ê, DBP’ê û Partiya Çepên Kesk û gelek kesên din lijneya hilbijartinê ya bajêr ziyaret kirin. Piştî serdanên endamên partiyê têkildarî rewşa dawî li ber Walîtiya Colemêrgê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê HDP’a Colemêrgê Kadîr Şahîn ê metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku hilbijartinên 14’ê gulanê li hawîrdoreke adil û demokratîk de pêk nehatiye û wiha got: “Em bûn şahid ku roja hilbijartinê hilbijêrên me yên nexweş û astengdar jî çûn ser sindoqani dengên xwe dan û xwedî li vîna xwe derketin.”
 
‘HINCETEKE HIQÛQÎ YA ÎTÎRAZAN NÎNE’ 
 
Şahîn, anî ziman ku tu hinceteke hiqûqî ya îtîrazên AKP’ê ya li dijî sindoqan nîne û destnîşan kir ku mijarên AKP îdia dike, îdiayên k udi pêvajoya deng dayînê de bi girtekan hatibûna qeydkirin. Şahîn, bi lêv kir ku dereng barkirina dengên derveyî welat a li pergalê fikarên li ser xespa vînê zêdetir dikin û wiha got: “Li hemû bajaran heta çavkaniyên nêzî desthilatê jî dengên derveyî welat li pergalê barkirine. Li gorî van encaman her sê wekîlên me bi dengekî zêde diçin Meclisê.”
 
 
Şahîn, di serî de waliyê bajêr band li hemû amirên îdarî yên mulkî kirin ku ji hemû partiyan re weke hev nêzîk bin û diyar kir ku amirên saziyan “hişyar” dikin ku nekevin nava hewldanên bandorê li encama hilbijartinan bike. Şahîn, anî ziman ku saziyên îdarî divê vîna hilbijêran biparêzin û ev tişt gotin: “Divê herkes rêzê ji vîna gel re bigire. Mudaxileyên li dijî xespa vînê weke provokasyonê ne. Em dixwazin diyar bikin ku çi dibe bila bibe em ê vîna gelê xwe yê bi ked û bedeleke mezin çûn ser sindoqê biparêzin û destûrê nedin hin hewldanan. Em hemû saziyên fermî û derdorên siyasî yên ji fikrên cuda yên li Colemêrgê vedixwînin ku rêzê ji vîna gelê me bigirin û li dijî van hewldanên bêhiqûqî dengê xwe derxînin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/05/2023
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin
14:42 YSK'ê ji bo hîleyên di hilbijartinê de got 'îdiayên bêbingeh'
14:31 HPG’ê têkildarî Bestayê daxuyanî da
13:38 Li Mêrdînê çinîna ceh dest pê kir
13:01 Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn
13:00 Li Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
12:51 ÎHD: Bila komîsyona hevrûbûna bi raboriyê re bê avakirin
12:33 Li Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî da
12:29 HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin
11:52 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 10’emîn diyar bû
11:42 CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin
11:28 Li Mêrdînê ray ji AKP-MHP’ê re zêde ji Çepên Kesk re kêm hatine nivîsandin
11:23 Bajar û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk herî zêde deng lê girtî
11:17 Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ diçe Stenbol û Kocaeliyê
11:03 Li Aydinê encamên girtekan û encamên YSK’ê hev nagirtin
10:57 Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye
10:55 Ji Çepên Kesk re sifir hat nivîsandin, hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin
09:33 Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin
09:24 Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
09:01 Li Îranê pêlên serhildaneke nû xuya dikin
09:00 9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN
08:32 Kesên li ber YSK’ê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:31 74 dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsîn hatin îadekirin
16/05/2023
23:59 Rojnamevan ji girtîgehê derketin: Em ê her binivîsin
23:04 Girtiyê nexweş Behçet Kaplan jiyana xwe ji dest da
20:40 Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê 225 dengên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
20:20 Rojeva Twîtterê:#YeşilSolPartininOylarıNerede
20:14 Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn