Rojnamevanê girtî Acar: Ez ne bi fermanê, ez bi îradeya xwe nûçeyan çêdikim

  • rojane
  • 16:02 16 Gulan 2023
  • |
img

ENQERE - Rojnamevanê girtî Emrûllah Acar diyar kir ku ji bo ew heqîqetê binivisîne di MA’yê de dixebite û got: “Ez li gorî wîjdanê xwe nûçeyan çêdikim. Em ji kesî ferman nastînin. Em bi îradeya xwe nûçeyan çêdikin.”

 
Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam dike. Piştî navberê parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr axivî. Temûr da zanîn ku 7 meh rojnamevan girtî ne û serokê dadgehê jî mudaxileyî parastina rojnamevanan dike. Temûr li ber serokê dadgehê ku dibêje dê saet di 17.30’an de danişînê biqedîne rabû. 
 
Temûr anî ziman ku parastin dirêj didomin û xwest heta ku parastin bi dawî bibe danişîn berdewam bike. Dadgehê daxwaza Temûr red kir. 
 
ÇIMA MA?
 
Paşê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Emûrllah Acar ê girtî axivî û parastina xwe bi kurdî kir. Acar da zanîn ku li Ajansa Mezopotamya nûçeyên kurdî çêdike û bal kişand zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad. Acar parastina xwe wiha domand: “Çimkî Ajansa Mezopotamya rastiyan nivisîne û diparêzîne, lewma ez li vir dixebitim. Heqîqetê berovajî nake. Navnîşan û cihê em lê dixebitin diyar e. Em rojnamevan in. Lê polîs bi çavek din li me dinêrin. Gelek caran ajanstiyê li me ferz kirin. Lê me vê bêrûmetiyê red kir. Em di îdianameyê de dibînin ku her tişt bi destê polîsan hatiye amadekirin û bi vê îdianameyê tolê ji me hiltînin. Fezleke ji aliyê îstîxbaratê ve hatiye amadekirin. Di hundirê wê de tenê delîlek şênber nîne. Hemû razber in. Tê îdiakirin ku em li gorî ‘peymana KCK’ê tevdigerin. Cara yekem e ku ez di vê îdianameyê de peymana KCK’ê dibînim.”
 
TAWANBARIYA LI SER DFG’Ê 
 
Acar diyar kir ku 7 nûçeyên wî di îdianameyê de cih digirin ne sûc in û wiha got: “Şahidê veşarî dibêje ku min li Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê perwerdehiyê dîtiye. Ez endamê komeleyê me. Gelek asayî ye ku ez li wir perwerdehiya rojnameaniyê bibinim. Her wiha di îdianameyê de qala pere tê kirin û min pê sûcdar dike. Em heqê nûçeyên ku çêdikin digirin. Ev ne sûc e. Di îdianameyê de mîna ku em naxebitin û pere werdigirin hatiye lansekirin. Ev ne sûc in.” 
 
‘JI BER KU EM XWEDÎ WÎJDAN IN TÊN DARIZANDIN’ 
 
Acar destnîşan kir ku dema ew nûçeyan çêdike bi wîjdanî nêz dibe û got: “Ji ber ku em bi wîjdanê xwe rabûne, tên darizandin. Ji ber ku em bi wîjdanê xwe radibin, tê îdiakirin ku em ji hin kesan fermanê digirin. Em ji kesî fermanê nagirin û em bi îradeya xwe nûçeyan çêdikin. Şaristanî û civaka pêşketî li ser vê axê derketiye. Niha li ser vê axê ev winda ye. Ajansa Mezpotamya niha bi nûçeyên ku çêdike ketiye pey şopa vê heqîqetê. Ajansa me rastiya civakê diparêze. Em xwedî vê rastiyê ne.” 
 
SEROKÊ DADGEHÊ ‘WÎJDAN’ DARIZAND! 
 
Serokê dadgehê beyanên şahidên veşarî xwend. Serokê dadgehê pirsa, ‘gelo pêvajoya xebata te ya li MA’yê bi fermanê çêbû?’ kir. Acar wiha bersiv da: “Piştî min zanîngehê qedand, min hin saziyên çapemeniyê lêkolîn kir. Min dît ku MA rastiyan diparêze. Lewma ez bi serê xwe û li ser îradeya xwe çûm serlêdan kir û min li vir dest bi kar kir.”
 
Serokê dadgehê sûcdariya “malbata nirxan” kir. Acar wiha bersiv da: “Kekê min di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Lewma tê îdiakirin ku pere dane min. Min di sala 2019’an de dest bi kar kir. Îdiayanek di navbera van salan de heye? Ji ber ku ez li MA’yê dixebitim, lewma jî pere ji wir werdigirim. Ev îdia ne rast e. Tu aliyên wê yên şênber jî nîne. Jixwe SSK’a min tê razandin. Gelo SSK’ya ‘malbatên nirxan’ tê razandin?” 
 
Dadgehê bal kişand ser peyva “wîjdanê” û pirsa di bin banê MA’yê de “perwerde” girtiye an negirtiye ji Acar kir. Acar diyar kir ku hevpîşeyên min ango hosteyên min li ser prensîbên rojnamevaniyê dersê dane wî û qala rojnamevaniyê jê re kirine û ev jî wîjdan e. Acar got: “Em li gorî berjewendiyên xwe hereket nakin. Ji bo mirov bibe xwedî wîjdan hewcedarî bi perwerdehiyê nîne.” 
 
Serokê dadgehê pirsa çima piştî ofîsa Enqereyê ya MA’yê li ofîsa Rihayê ya MA’yê xebitiye ji Acar kir. Acar wiha bersiv da: “Ez bi îradeya xwe ya azad hatim Enqereyê û piştî ez li vir rojnamevaniyê hîn bûm, ez çûm Rihayê. Hewcedariya min bi vê hebû.”
 
Acar da zanîn ku ew berê jî ji heman îdiayan hatiye darizandin û lêpirsîn ango doza wî bi biryara neşopandinê bi encam bûye. 
 
 

Sernavên din

19/05/2023
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin
14:42 YSK'ê ji bo hîleyên di hilbijartinê de got 'îdiayên bêbingeh'
14:31 HPG’ê têkildarî Bestayê daxuyanî da
13:38 Li Mêrdînê çinîna ceh dest pê kir
13:01 Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn
13:00 Li Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
12:51 ÎHD: Bila komîsyona hevrûbûna bi raboriyê re bê avakirin
12:33 Li Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî da
12:29 HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin
11:52 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 10’emîn diyar bû
11:42 CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin
11:28 Li Mêrdînê ray ji AKP-MHP’ê re zêde ji Çepên Kesk re kêm hatine nivîsandin
11:23 Bajar û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk herî zêde deng lê girtî
11:17 Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ diçe Stenbol û Kocaeliyê
11:03 Li Aydinê encamên girtekan û encamên YSK’ê hev nagirtin
10:57 Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye
10:55 Ji Çepên Kesk re sifir hat nivîsandin, hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin
09:33 Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin
09:24 Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
09:01 Li Îranê pêlên serhildaneke nû xuya dikin
09:00 9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN
08:32 Kesên li ber YSK’ê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:31 74 dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsîn hatin îadekirin
16/05/2023
23:59 Rojnamevan ji girtîgehê derketin: Em ê her binivîsin
23:04 Girtiyê nexweş Behçet Kaplan jiyana xwe ji dest da
20:40 Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê 225 dengên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
20:20 Rojeva Twîtterê:#YeşilSolPartininOylarıNerede
20:14 Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn
19:48 Der barê 9 rojnamevanan de biryara berdanê
19:34 Partiya Çepên Kesk li Êlihê 230 rayên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin