Du keçên êzdî piştî 9 salan hatin rizgarkirin

  • rojane
  • 18:21 13 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên YPG-YPJ’ê, piştî 9 salan du xwişkên Êzdî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Xwişkên êzdî diyar kirin ku ew ê tu caran qenciya YPJ’ê jibîr nekin.

 
Hêzên YPG-YPJ’ê, li Rojavayê Kurdistanê du xwişkên Şengalî Besê Xidir û Aliye Xidir ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin û ew radestî malbata wan kirin.
 
Besê Xidir Xelef Şemo û Aliya Xidir Xelef Şemo yên ji gundê Solax ê Şengalê, di 3’yê Tebaxa 2014’an de, di fermana 74’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Her du xwişk piştî 9 salan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji Kampa Holê hatin rizgarkirin. Di dîmenê de ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a YPJ’ê hat parvekirin, xwişkên êzdî qala zilma li wan hatiye kirin, dikin. hovîtiya ku li wan hatiye kirin, dikin.
 
‘DIVÊ HEMÛ JIN WERIN RIZGARKIRIN’
 
Di destpêka dîmenê de Besê Xidir wiha dibêje: “Li Şengalê çeteyên DAÎŞ’ê ez, dayik, bira û xwişka min, em ji Şengalê birin Dêrazora Rojavayê Kurdistanê. Birayê min ji me qetandin. Piştî mehek du mehan dayika min jî ji me qetandin. Dema ku birayê min ji me qetandin, ew birin nav çeteyên xwe. Dema dayika min jî birin, me pirs kir ku dê wê bibin ku, wan got ku dê wê bibin nav dewleta îslamî. Piştî meh û nîvekê çeteyan ji me re got ku dayika we di encama bombebaranê de miriye.”
 
Besê Xidir wiha didomîne: “Birayê min hat, got dixwazim xwişkên xwe bibim gel xwe mezin bikim, lê çeteyan qebûl nekir û jê re got tu zarok î, çênabe. Wê demê birayê min 12 salî bû. Piştre em birin Bahozê û Kampa Holê. Li wir ji me re gotin hûn ne xelkê Hemisê ne, hûn xelkê Şengalê ne. Em destpêkê matmayî man û me ew fikir qebûl nekir ku xelkê Şengalê ne. Demek bi şûn de, me qebûl kir. Me li Kampa Holê testa xwînê çêkir ka em xelkê Şengalê ne yan na. Li kampê tu zoriyek li me nehat kirin ku ev test were çêkirin. Ji me re gotin ku ger di testên we de derkeve hûn xelkê Şengalê ne, em ê we vegerînin warê we. Heta gotin ku ger vegerin Şengalê û derkeve holê ku hûn ne ji wir in, em ê berpirsyariya vegera we bigirin ser xwe.”
 
Besê Xidir diyar dike ku li Kampa Holê gelek guman hene ku YPG welatiyên Şengalê ji kampê vedigerîne warên wan û wiha pê de diçe: “Me destpêkê bawer nekir, ji ber ku me nedizanî. Lê bi pişt re me di medyaya dîjîtal de dît ku YPG çawa jinên Şengalê vedigerîne warê wan û di nav xizmên xwe de kêfxweş in. Em spasiya YPG’ê dikin ku em vegerandine. Hêvîdar in hemû jinên Şengalê li xizmên xwe bên vegerandin.
 
‘EM Ê QENCIYA YPJ’Ê JIBÎR NEKIN’
 
Aliye Xidir a 14 salî ku yek ji keçên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin û wiha dibêje: “Em li Kampa Holê di nav malbatan de diman. Ew ne malbatên me bûn û wan nedizanî malbatên me yên rastîn li ku derê ne. Dema ku em nû gihiştin kampê me qebûl nekir. Lê belê, ez naxwazim li ser tiştên xerab ên ku di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de qewimîn, bifikirim. Em zarok bûn, me dayika xwe nedît, niha jî em mezin bûne û hê jî me ew nedîtiye. Ger ez dayika xwe bibînim ez ê gelek kêfxweş bibim. Her kesê ku vedigere, diçe gel malbat û xizmên xwe. Li gel malbatên xwe dimînin û malbatên xwe yên rastîn dibînin.”
 
Aliye Xidir, qala hovîtiya DAIŞ’iyan kir û wiha got: “Her kesê ku ji destpêkê ve biçe nav çeteyên DAIŞ’ê û kuştinan bibîne, gelekî metirsîdar e. Em jî gelek ditirsiyan. Ji be rku em hatin rizgarkirin em gelek kêfxweş bûn. YPJ’ê bi şêweyeke dostane nêzî me bû. Wan ji me fêm kir û li gel me bûn. Gelek xebat ji bo me kir. Gelek spas ji bo tiştên ku ji me re kirine. Alîkariya bi me re kiriye em ê tu carî jibîr nekin."
 
Aliye Xidir, herî dawî xwest ku hemû keç û jinên din ên êzdî wek wan werin rizgarkirin û vegerin cem xizmên xwe û azad bibin.
 

Sernavên din

21/07/2023
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin