Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene

  • rojane
  • 09:05 15 Tîrmeh 2023
  • |
img
ANKARA - Rojnamevan Necmettîn Salaz diyar kir ku leşkerên TSK'ê li qereqolên ku li sînorê PDK'ê û alaya Herêma Kurdistana Federe lê daliqandî, hatine bicihkirin û got: "PDK di nava vî şerî de ye û alîgir e." 
 
Êrişên Tirkiyeyê ku di 17'ê nîsana 2022'yan de bi piştgiriya PDK'ê li heêrmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dan destpêkirin, didomin. Di van êrişan de li gel êrişên bi çekên kîmyewî, li gelek deveran pevçûn bênavber didomin û di vê çaçroveyê de ji 7'ê tîrmeha 2023'yan ve liv û tevgera li sînor zêde bûye. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê liv û tevgera leşkerî didome û li Gever, Şemzînan û Rûbarokê jî her roj leşker û amûrên leşkerî ber bi sînor vê tên şandin. 
 
Rojnamevan Necmettîn Salan ku li Heêrma Kurdistana Federe dimîne, diyar kir ku operasyonên derveyî sînor bi destê PDK'ê bi awayekî sîstematîk didomin û PDK di dîrokê de tim li dijî kurdan bûye. 
 
Salaz anî ziman ku tevkariya PDK'ê ya li dijî kurdan li bara kurdan bûye cihê bertekên mezin û got: "PDK, tu carî nêzî azadiya kurdan nabe. Pratîk û gotinên aktorên siyasî mirovan matmamayî dihêlin. Gelek pergalên wekî PDK'ê hene. Yek jê jî wiha nake. Mesela, tevgerên wekî Goran, Yekîtî, komunîst û sosyalîst têdikoşin û keda wan heye. Lê em ji be rhin sedeman PDK'ê daneynin kêleka wan. Îro PDK tim ji aliyê kurdan ve tê rexnekirin. Ger hûn li dîroka PDK'ê mêze bikin, tim tevakariya wê bi nokerên Kurdistanê re heye. Îro jî deverên kontrolkirinê yên leşkerî yên PDK'ê di destê Tirkiyeyê de ne. Li qereqolan alaya Heêrma Kurdistana Federe daliqandî ye, lê leşkerên tirk di hundirê wan d ene. Di operasyonên Tirkiyeyê de yên li dijî gerîlayan, PDK jî di nava vî şerî de ye û alîgir e. Hewlê ji îstixbarata tirk xalî nabe. Li vir pîstên helîkopteran hene û balafirên şer ên tirk kengî bixwazin qadên gerîlayan bombebaran dikin. PDK dibêje qey van tiştan veşarî dike, lê her kes pê dizane." 
 
POLÎTÎKAYA QIRKIRINA KURDAN
 
Salaz diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê bi tena serê xwe nikaribûye encamekê ji operasyonan bigire û ji ber vê PDK'ê jî daxilî nav kiriye û got: "Desthilata AKP-MHP'ê fêm kir ku dê nikaribe bi tena serê xwe têkoşîna azadiyê ya kurdan xelas bike. Tew desthilata AKP-MHP'ê, li qadên gerîlayan çekên kîmyewî jî bi kar anîn. Hemû çekên teknolojîk bi kar anîn, lê nikaribûn PKK'ê qels bikin. Gava polîtîkaya qirkirina kurdan a desthilata AKP-MHP'ê bi kêr nehat, rabû hem li hundir hem jî li derve li çareyan geriya. Ji bo vê jî bi PDK'ê re tevkarî kir. Armanca wan hem qelskirina têkoşîna azadiyê ye hem jî bikin ku PKK û PDK bi hev bikevin. PDK, pergaleke li gor vê polîtîkayê bû û ev yek qbeûl kir. Sedemeke girîng a vê yekê heye, ew jî beşeke Kurdistanê yan jî tevahiya wê têkeve destê eşîreta Barzaniyan. Lewma çi qas dewlet û pergalên dijminatiya kurdan dikin hebin, PDK amade ye bi wan re tevkariyê bike."
 
POLÎTÎKAYÊN BERJEWENDIYÎ
 
Salaz di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku tevahiya polîtîkaya PDK'ê li ser esasên berjewendiyan eû got: "Her diçe hemû kurd jî bi zelalî vê yekê fêm dikin. Ji wan tirê kurd bi vê alîkariya veşarî nizanin. Îro gelê kurd baş dizane ku armanca PDK xwe disipêre çi. PDK di hilbijartinên dawî de ji sedî 35'ê rayan wergirt. Hejmara hilbijêrên ku neçûn ser sindoqan ji sedî 65 e. Yanî li herêmên di destê PDK'ê de ji sedî 65'ê gel PDK'ê rast nabîne û naçe ser sindoqan." 
 
Salaz di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku heya PDK bi hêzên modernîteya kapîtalîst re hereket bike dê yekîtiya netewyeî ya kurdan pêk neyê û got ku lewma divê xebatên yekîtiya neteweyî bêyî ku PDK daxilî nava wan bê kirin bên domandin. Salaz destnîşan kir ku hemû derdor ji bo yekitiya neteweyî çi ji destê wan tê dikin, lê PDK daxilî wan nabe û got: "Lewma divê ev xebat bêyî PDK'ê bên kirin." 
 
MA / Hakan Yalçin

Sernavên din

21/07/2023
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!