HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin

  • rojane
  • 13:29 15 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê bi boneya 72’yemîn salvegera wefata Celadet Elî Bedirxan de daxuyanî da û wiha got: “Celadet Elî Bedirxan hem di warê zimannasî û çandî de, hem jî di warê xebatên siyasî de roleke dîrokî lîst. Em ê wî tu carî jibîr nekin.”  

 
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 72’yemîn salvegera wefata Celadet Elî Bedirxan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Celatdet Elî Bedirxan bi rêzdarî hat bibîranîn û wiha hat gotin: “Celadet Elî Bedirxan dê tu carî neyê jibîrkirin. Em di 72’yemîn salvegera wefata wî de bi rêzdarî, bi hurmet û bi minet Celadet Elî Bedirxan bi bîr tînin.”
 
Daxuyaniya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê ya têkildarî salvegera wefata Celadet Elî Bedirxan wiha ye: “Di ser koça dawî ya zimannas, nivîskar, siyasetmedar, kedkar û xemxurê ziman û çanda kurdî, Celadet Elî Bedirxan re 72 sal derbas bûn. Em di 72’emîn salvegera xatirxwestina wî de Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. 
 
LI SIRGÛNÊ JI DAYIK BÛ
 
Jiyana Celadet Elî Bedirxan, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin û di nav sirgûniyê de bihurî. Jiyana wî parçeyekî dîroka gelê kurd e. Kalê Celadet Elî Bedirxan, Mîrê Mîrektiya Cizîra Botan Mîr Bedirxan, ji ber ku polîtîkayên navendîbûnê ya dewleta Osmanî qebûl nekir û ji bo azadî û mafên kurdan dixebitî, ji welatê xwe hat sirgûnkirin. Lewma Mîr Celadet Elî Bedirxan jî, di sirgûniyê de, di 26’ê nîsana sala 1893’an de li Stenbolê ji dayik bû. 
 
JI BO ZIMANÊ KURDÎ Û SERXWEBÛNA GELÊ KURD TÊKOŞIYA
 
Celadet Elî Bedirxan ji Stenbolê heta Ewropayê û ji Ewropayê heta Şamê di sirgûniyê de jiya lê belê her tim ji bo ziman û çanda kurdî, ji bo serxwebûna miletê kurd di nav keftûlefteke mezin de bû. Celadet Elî Bedirxan hem di warê zimannasî û çandî de, hem jî di warê xebatên siyasî de roleke dîrokî lîst. Ew tu carî netebitî û her di nav xebat û têkoşînê de bû. Di 15’ê gulana 1932’an de Kovara Hawarê derxist û ev Kovar ji bo miletê kurd bû pêngaveke dîrokî ya ziman û wêjeyê. 
 
KOVARA HAWARÊ ROLEKE WEK ZANÎNGEHÊ LÎST
 
Celadet Elî Bedirxan, heval û hogirên wî di Hawarê de kuliyeteke mezin ava kirin û îlhameke mezin dan lêkolîner û xebatkarên ziman û çanda kurdî. Kovara Hawarê roleke wek dibistan û zanîngehekê di dîroka xebatên kurdî de lîst û nivîskarên wek Kamiran Elî Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn li xwe civandin. Celadet Elî Bedirxan, di temamê jiyana xwe de ji bo standardîzasyona zimanê kurdî hewl da. Ew yek ji danerên alfabeya Latînî ye ku ev yek di dîroka zimanê kurdî de şoreşeke mezin e. 
 
XIZMETÊN GIRÎNG Û DÎROKÎ JI GELÊ KURD RE HIŞT
 
Celadet Elî Bedirxan di 15’ê Tîrmeha 1951’ê de li Şamê koça xwe ya dawî kir. Dema ku wî koça xwe ya dawî kir, hîn 58 salî bû. Wî, di nav 58 salan de gelek xizmetên girîng, dîrokî û hêja ji gelê xwe re hiştin.  Celadet Elî Bedirxan bi xebat û xîreta xwe di dilê gelê xwe de dijî û ew heta hetayê şarezayê gelê xwe ye. Şîretên ku wî li ser girîngiya kurdî li gelê xwe kir hîn jî li ber guhê me ye. 
 
EM Ê TU CARÎ JIBÎR NEKIN 
 
Celadet Elî Bedirxan dê tu carî neyê jibîrkirin. Em di 72’emîn salvegera wefata wî de bi rêzdarî, bi hurmet û bi minet bi bîr tînin.”

Sernavên din

21/07/2023
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin