Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin

  • rojane
  • 09:34 16 Tîrmeh 2023
  • |
img
SEMSÛR - Dilxwaza DAKAH-DER'ê Parêzer Şîrvan Yakût diyar kir ku li Semsûrê penaberên mexdûrên erdhejê li cihekî cuda tên komkirin û got ku li Konebajarê Ç27'an de ji bo hezar û 500 kesî tenê 8 tuwalet hene. 
 
Di ser erdhejên Mereşê de 6 meh derbas bûn, lê mexdûriyeta welatiyan her diçe zêdetir dibe. Yên li herêmên erdhejê herî zêde zor û zehmetiyan dikişînin jî penaber in. Penaberên ku beriya erdhejê bi cihêkariyê re rû bi rû diman, piştî erdhejê bêtir bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Li Semsûrê penaberên mexdûrên erdhejê, mehek berê ji konebajar hatin derxistin. Penaberên li konên bi hejmara Ç1, Ç3 û Ç27'an dimînin, ji ber ku doza konteyneran dikin yeko yeko ji konbajaran tên derxistin û wan dişînin konteynerên li navçeya Heranê ya Rihayê. 
 
Pirsgirêkeke din a ku penaber pê re rû bi rû dimînin jî ew e ku Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê ji konbajarê bi hejmara Ç27'an çû. Tenduristkarên ku wezaretê ew bi hinceta "şert û emrcên paqijiyê tune ne" li vir wezîfedar kiribûn, bi biryara wezaretê ji vir hatin derxistin. Niha li vir Komeleya Rewşa Jinan a Piştevaniyê (DAKAH-DER) û Komeleya Jinan a Lîder bi dilxwazî dixebitin. 
 
Dilxwaza DAKAH-DER'ê Parêzer Şîrvan Yakût (26), anî ziman ku piştî erdhejê penaber bêtir bi cihêkariyê re rû bi rû mane. 
 
BERÊ WAN DIDIN HERANÊ
 
Yakût diyar kir ku konteyner bi dest penaberan nakevin û û got ku li hin konan kombûna wan jî cihêkarî ye. Yakût da zanîn ku penaber tenê li konên bi navê Ç1, Ç3 û Ç27'an dimînin û got: "Welatiyên ji Tirkiyeyê yên li van konebajaran mehek berê li konteyneran hatin bicihkirin. Lê mixabin konteyneran nadin penaberan. Serlêdan tên kirin, lê serlêdan bêbersiv dimînin. Walîtiyê gotibû dê konteyneran bidin penaberan, lê hat hînkirin ku ev konteyner ne li Semsûrê, li navçeya Heran a Rihayê ne. Yanî zorê didin penaberan ku ji Semsûrê derkevin." 
 
Yakût fikara xwe ya ji bo penaberan wiha anî ziman: "Heran, navçeyeke nêzî sînor e. Ev yek fikara 'Gelo dê di nêz de penaber bên dersînorkirin' li me peyda dike." 
 
JI BO HEZAR Û 500 KESÎ 8 TUWALET
 
Yakût bilêv kir ku çalakiyên li kona Ç27'an ji aliyê UNICEF'ê ve dihatin kirin û got ku Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê jî tenduristkarên xwe yên li vir wezîfedar kiribûn bi hinceta derdor ne paqij e ji wir derxistin. Li wê qadê niha tenê xebatkarên du komeleyên jinan dixebitin. Li konbajara Ç27'an hezar û 500 kes dimînin. Ji bo van kesan tenê 8 tuwalet û cihê serşûştinê hene. Lewma ne pêkan e ku mirov behsa paqijiyê bike." 
 
Yakût destnîşan kir ku yên herî zêde bandorê ji erdhejê digirin jin, zarok û penaber in û wiha domand: "Mirov ji ber binpêkirina mafan nizanin dê serî li kuderç bidin. Em di perwerdehiyên xwe de binpêkirinên mafan ên ku ew rastî wan tên dibêjin û li dijî van binpêkirinan cihê serlêdanan dibêjin. Hin maf hene demeke wan a diyarkirî heye, lewma divê di wexte serlêdan bê kirin. Lewma me ewilî ji bo yên demên wan diyarkirî perwerdehî dan." 
 
Yakût anî ziman ku di vê pêvajoyê de yên herî zêde zehmetiyê dikişînin jin in û got: "Li vir jî derket holê ku yê herî zêde zehmetiyê dikişînin jin in. Jin ji aliyê hevjînên xwe ve rastî şideteke sîstematîk tên. Di vî warî de gelek kesan serî li me da. Me piştgiriya wan kir. Me dît ku kesên ji ber erdhejê bûne kirêvan rastî tahdeyên xwediyên xaniyan hatine. Xwediyê xanî kirêya xanî zêde dike yan jî hewl dide kirêvan ji xanî derxe. Di vî warî de jî yê herî zêde mexdûr dibin penaberan in." 
 
Yakût wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji bo piştevaniyê li vir in û em ê tim li vir bin. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl li vir bin. Divê her kes piştevaniya mexdûrên erdhejê bike." 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

21/07/2023
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin