Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin

  • rojane
  • 10:04 19 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku zarokên wan 8 sal berê di Komkujiya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, destnîşan kirin ku têkoşîna wan a edaletê didome û xwestin faîlên esas yên komkujiyê bên darizandin. 
 
Ciwanên ku ji bo pêlîstokan bibin Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûbûn Pirsûs a Rihayê, di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê ya Amarayê rastî êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê hatin. Di encama êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin û 104 ciwan jî birîndar bûn. Bi ser Komkujiya Pirsûsê re 8 sal derbas bûn. Di doza têkildarî êrişa bombeyî hate vekirin de di 22’yê cotmeha 2021’an biryar hate dayîn. Di biryarê de 34 caran cezayê hefsê yê muebbeta girankirî dan yekane bersûc Yakûp Şahîn ê ji Komkujiya Gara Enqereyê girtî ye û ser dozê hate girtin. Malbatên ku di komkujiyê de zarokên xwe winda kirin ji aliyekî têkoşîna xwe ya edaletê didomînin li aliyê din jî dixwazin faîlên rast bên darizandin. 
 
HER ROJ LI SER GORA KURÊ XWE YE
 
Malbata Suleyman Aksû yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî yek ji malbatên têkoşîna edaletê dide ye. Cenazeyê Suleyman Aksû, li bajarê wî navçeya Gever a Colemêrgê hate veşartin. Gora Aksûyê heta niha faîlên wî nehatin aşkerekirin 7 caran hate texrîbkirin. Dayika Aksû, Kûdret Aksû, tevî 8 sal bi ser komkujiyê re derbas bûne jî her roj serdana gora kurê xwe dike. Dayik Aksû, anî ziman ku faîlên rast nehatine aşkerekirin û nehatine darizandin. Aksû, diyar kir ku ji ber xerakirina gora kurê wê ya ji aliyê polîsan ve rojê du caran diçe ser gora kurê xwe û wiha got: “Ji wê rojê û vir ve ez nikarim bi rehetî razêm." Dayik Aksû diyar kir ku yekane daxwaza wê dîtina failên kurê wê û hevalên wê yên hatine qetilkirin e û wiha lê zêde kir: “Kujerên rastî li dadgehên ku em 8 sal in diçinê nehatin dîtin. Weke ku kurê min Suleyman ‘endamekî rêxistinê’ ye bêbextî lê kirin, lê kurê min bi tenê mamosteyekî ingilîzî bû.”
 
8 SAL IN FAÎLAN DIGERE
 
Aksû bi lêv kir ku edalet nîne û wiha berdewam kir: “Bila êdî kujerên Suleyman bibînin. 8 sal in hemû jiyana min bi lêgerîna kujerên kurê min derbas bû. Ez tenê li ser difikirim û ji xwe dipirsim bê ka çima kurê min hatiye qetilkirin. Çavên min her tim li deriyê û hêvî dikim ku kurê min were. Ev 8 sal in ez bi xeyala ku kurê min bikeve hundirê malê dijîm. Ji ber ku Suleyman tiştek nekiribû. Suleyman çûbû wê derê da ku pêlîstok, pênûs û lênûskan ji zarokan re bibe. Li gel Silêman çek tunebû, pêlîstok hebûn. Ev 8 sal in min Suleyman bi me re nedîtiye, min ew li cem hevalên wî nedîtiye.”
 
Aksû got ku “ez dayikek im, bila kujerên Suleyman bînin hemberî  min û bêjin ka kurê min çima qetilkirine da ku ez jî bizanim” û anî ziman ku 8 sal in tu gav nehatine avêtin û kujerên 33 zarokên wê nehatine dîtin. Aksû, da zanîn ku kurê wê bi rojan bi kelecan bû ku biçe Pirsûsê û bi lêv kir ku bi rojan li navçeyê pelîstok komkirin. 
 
‘EZ Ê LI PEY DOZÊ BIM’  
 
Aksû, diyar kir ku kujerên rast ên kurên wê û 33 rêwiyên xeyalan li der ve ne û vegot ku 8 sal in di nava lêgerîna edaletê de ye û rojê du caran diçe serdana gora kurê xwe. Aksû, destnîşan kir ku heta mirinê wê weke dayikeke aştiyê bijî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ê weke dayikeke aştiyê heta mirinê li pey doza kurê xwe bim. Heta ku kujerên kurê min nîşanî min nedin wê hêviyên min bi dawî nebin. Edalet bin ax kirine ji wir dernaxînin. Heke edalet hebe bila kujerên kurê min bînin vir.”
 
LI REX HEV HATIN VEŞARTIN 
 
Mûrat Yûrtgul (24) û Emrûllah Akhamûr (25) ku di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji navçeya Qoser a Mêrdînê ku lê bi hev re mezin bûn, ber bi Kobanê ve ketin rê. Yûrtgul û Akhamûr ên ji zarokatiya xwe ve bi hev re bûn bi banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ketin rê û di rê de hatin qetilkirin. Malbatên Yûrtgul û Akhamûr ku li navçeya Qoserê li rex hev hatin veşartin jî lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. 
 
WEKE BIRAYAN MEZIN BÛN  
 
Dayika Mûrat Yûrtgul, Şemsa Yûrtgul, kurê xwe û hevalê wî Emrûllah vegotin û xwest faîlên esas derkevin holê. Yûrtgul, da zanîn ku kurê wê Mûrat û Akhamûr weke du birayan bi hev re mezin bûn û anî ziman ku dema kêmasiya yekê çêdibû yê din temam dikir. Yûrtgul, anî ziman ku kurê wê hem mereqdarê xwendinê bû hem jî hesasiyeta wî ya ji bo kurdî hebû û diyar kir ku girîngî dida ku nava malê bi kurdî were axaftin. Yûrtgul, da zanîn ku dema kurê wê jê re got dê biçe Kobanê ewilî matmayî ma lê pişt re wê jî xwest pê re biçe û wiha got: “Min nedizanîn ku jin jî bi wan re ne. Min got tenê mêr û ciwan diçin. Min zanîbûya jin jî diçin ez jî da biçim. Pişt re dema hîn bû ji min re got ‘dayê fitika te heye’. Em her du jî bêdeng man. Ne min israr kir ne jî wî tiştekî din got. Min dizanî ku dewletê destûr daye wan û kaxizên wan ên destûrê hene. Wisa derketin rê û pişt re ev bûyer çêbû.” 
 
‘ME EDALET NEDÎT’ 
 
Dayik Yûrtgul, bal kişand ku di pêvajoya darizandinê de her tim diçûn û dihatin dadgehê û wiha berdewam kir: “Ewqas em dibêjin vedibêjin weke ku ji dîwar re dibêjin. Dadger û dozger weke ku li me guhdarî dikin tevdigerin û dengê xwe nakin. Dizanin ku em mafdar in. Heta niha kujer dernexistin holê. 33 ciwan; mamoste, bijîşk, parêzer, nivîskar, psîkolog…hemû qetilkirin. Nikarin kujerên van bibînin? Me bi tu awayî ji vê dewletê edalet nedît. Em kujeran dixwazin.”
 
Yûrtgul, da zanîn ku 10 deqîqeyan beriya komkujiyê bi kurê xwe re axivî û diyar kir ku beriya teqînê girse hatiye sekinandin û her tişt hatiye amadekirin. Yûrtgul, bal kişand ku kamera hatine girtin û wiha pê de çû: “Diviyabû çi bû çi nebû di kamerayan de hatibûya xuyakirin. Kamera hemû girtin. Personelên navenda çandê derxistibûn, peywîrdar ji wir dûr xistibûn û pişt re jî bombeyê zindî xwe teqand. Beriya wê hatibû plankirin. Herkesê dizanî. Kesekî bi tena serê xwe ev tişt nekir. Li pişt wan kesên bi hêz hebûn.”  
 
‘DI DERIYÊ PIŞTÊ RE BERDAN’  
 
Yûrtgul, destnîşan kir ku li pey faîlan bernade û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Faîl hatin li ku razan? Li ku xwarin xwarin? Li ku xwe veşartin. Divê hemû bên aşkerekirin. Madem DAIŞ’ê wiha kir, wê demê çima dewlet li pişt DAIŞ’ê disekine? Dema roja bûyerê em çûn wê derê polîsan gaz li ser gazê avêt. Derdora me hatibû dorpêçkirin û gaz dihate avêtin. Me ji ber gazê pêşiya xwe nedidît. Yên birîndar ji gazê fetisîn. Heke wisa nebûya belku hinek ji wan xelas bûbûna. Dema em li wan digeriyan wan gaz diavêt. Dema em li wir bûn gel DAIŞ’iyek girti bûn. Dema li çenteyê wî geriyan ala DAIŞ’ê derketibû. Leşkeran ji nav destên gel ew wergirtin û birin qereqolê. Cilên wî guhertin, traş kirin û di deriyê din de berdan.” 
 
‘EZ JI HER KESÊN KU TILIYA WAN DI NAV DE HEYE DOZDAR IM’
 
Yûrtgul, anî ziman ku ji herkesên ku tiliya wan di nav komkujiyê de heye dozdar e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Sûcê zarokên me çi bû? Em dibêjin qeder e lê ne qeder e. Em ji qedere re razî dibin. Em her tim di bin zilmê de ne, tên qetilkirin, tên şewitandin û kuştin. Ji vê re jî dibêjin qeder. Lê ne qeder bû. Ez dixwazim kujer aşkere bin. Tiliya kê di nav de hebe dozdar im.” 
 
 

Sernavên din

25/07/2023
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir