Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî

  • rojane
  • 09:08 30 Tîrmeh 2023
  • |
 
COLEMÊRG - Ciwanên ku li Rûbarokê leşkeran li wan xistibû, diyar kirin ku tahdeya dewletê li gundên wan veghueriye tiştekî kêfî û gotin: "Heke gundî xwe negihandana me, dê leşkeran em bikuştana." 
 
Di 25'ê tîrmehê de li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê, leşkeran li Serhat, Selahattîn, Mahmût Taş û Ercan Ozmen ên heywanên xwe diçêrandin xistin. Piştî ku gundiyan xwe gihand cihê bûyerê, her 4 ciwan ji lînçkirinê xelas bûn. Paşê her 4 ciwan hatin binçavkirin û bi hinceta sînorê diyarkirî derbas kirine sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ciwanên ku îfadeya wna hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Şemzînanê ve bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. 
 
DESTÊN WAN GIRÊDAN Û ÎŞKENCE LI WAN KIRIN
 
Ciwanên ku li herêmê heywanên xwe çêrandin û rastî şideta leşkeran hatin, tiştên hatin serê wan gotin. Ji şivanan Serhat Taş (18), diyar kir ku roja bûyerê tevî 3 xizmên xwe heywanên xwe ji cihê ku tim wan lê diçêrînin ji bo wan bibin ser avê bi rê ketine, lê belê gava vegeriyane leşkerên li gund ew dane sekinandin. Taş bilêv kir ku gava vegeriyane leşkeran êrişî wan kiriye û got: "Leşkeran destên me girêdan û pêl pişta me kirin. Demekê bi pehînan li me xistin. Çiqas eziyet hebe li me kirin. Em 4 kes bûn, lê ew 20 kes bûn. Hemûyan li me xist. Me niznaibû em ê çi bikin. Ji ber ku me tu tişt nekiribû me kir qîrîn. Ji ber ku em nêzî gund bûn, dengê me çû gundiyan û bi hawara me ve hatin." 
 
‘ME GOT DÊ ME BIKUJIN'
 
Taş diyar kir ku li herêmê tim bûyerên bi vî rengî diqewimin û wiha axivî: "Gava gundî hatin cem me, leşkeran dest ji me berda. Bi awayekî ku destên me girêdayî em ber bi gund ve reviyan. Li gund hema bibêje her kes rastî îşkenceya leşkeran tê, lê dengê xwe dernaxînin. Bêhîvî ne, ji lew re dewlet e. Dibêjin em çi bibêjin jî vala ye. Ji ber vê kes giliyê leşkeran nake. Lewma îşkence li m me kirin. Hingî li me xistin, me got wê me bikujin. Gava em ber bi gund ve reviyan, bi çekê bera derdora me dan. Ez dibêjim wê kêliyê fîşekek bi pişta min ve çerixî. Gava min rapora derbkirinê wergirt min bi israr got fîşek li pişta min çerixisye, lê leşkeran got li te nekitiye û pişta te li kevir ketiye. Lê ez qet neketim erdê. Xwestin ez giliyê wan nekim. Em bi zor û heft bela ji nav lepên wan xelas bûn. Heke ne ji gundiyan bûya, teqez dê me bikuştana." 
 
Taş ragihand ku leşkeran ji wan re gotiye "ji ber ku hûn çûn sînor mudaxile li we hatiye kirin" û wiha domand: "Dibêjin hûn çûne sînor, lê her der qedexe ye, em ê çawa biçin sînor? Em dixwazin hemû leşkerên ku em îşkence kirin bên cezakirin. Em dixwazin li gundê xwe rihet bin. Bi salan e em rastî vê îşkenceyê tên."
 
‘HAYA KESÎ JI VIR TUNE YE!' 
 
S. Taş ê 16 salî ku rastî îşkenceya lşekeran hat, bilêv kir ku leşker tim tahdeyê li şêniyên gund dikin. Taş diyar kir ku ya tê kirin kêfî ye û wiha got: "Leşker bi awayekî kêfî li gundiyên dixin. Kes deng ji xwe dernaxe. Haya kesî ji qewimînên li vir tune ye. 2-3 sal in ev pêkanînên kêfî bênavber didomin. Bial cez ali van leşkeran bê birîn. Em dixwazin hemû hiqûqnas û her kes di vî warî de hesas be, li ser vê bûyerê bisekine û dengê me bibihîze." 
 
Ercan Ozmen ê 18 salî jî bilêv kir ku beriya bûyerê bi 2 rojan leşkeran li hin welatiyên din jî xistiye û got: "Hema bibêje leşkeran derba kuştinê li me dixist. Bêyî ku tiştekî ji me re bibêjin qederekê li me xistin. Me nizanibû ji bo çi li me dixin. Cihê ku me heywan lê çêrandin tabelayeke tune ye ku hişyar bike ew der qedexe ye. em tim diçûnw ir. Lê em rastî tu pirsgirêkan nedihatin. Lê di demên dawî de tahdeya leşkeran pir zêde bûye. 
 
Ozmen xwest ku leşkerên ku li wan xistine bên cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke ew leşker neyên cezakirin dê car din hema tişt çêbibin. Tew dibe ku me bikujin jî. Berî ku kes bimire divê li ser vê bê sekinandin. Êdî em naxwazin bûyerên bi vî rengî çêbibin." 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 
 

Sernavên din

03/08/2023
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin
11:08 TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
10:58 KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin
10:45 Li Îranê piranî jê kurd 225 kes hatin girtin
10:38 Xelkê Şengalê çû serdana gorên komî
10:05 ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122
10:01 Ji bo Jinan Edalet: Bila statûya Şengalê bê naskirin
09:21 Xeta sînor veguheriye herêma mirin û îşkenceyê!
09:07 ‘Divê li Cûdî û Akbelenê li dijî talanê refleksa hevpar bê nîşandan’
09:04 Dayika êzidî ya berxwedêr: Dayê Gulê
09:03 Berdana nivîskar Baltaci yê girtî 11 meh in tê astengkirin
09:01 Civaknas Bariş: Fermana 74'emîn bi êrişên Tirkiyeyê didome
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2023'YAN
02/08/2023
22:10 Rojên Sînemaya Kurdî dest pê kirin
20:12 Malbata kurd a li Konyayê kadîna wan şewitî: Faşîstên ku gef xwarin şewitandin
18:40 Îdianameya rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hate îadekirin
18:11 ‘Daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e’
17:44 Li Mêrdînê rageşiya DEDAŞ’ê: 3 kes hatin binçavkirin
17:09 Ciwanan bal kişandin ser şewatên li Cûdî û Licê
16:26 Xwendekaran zemên ‘serdema nû’ protesto kirin
16:03 'Çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye’
15:56 Leşkeran êrişî nobeta xwezayê ya li Akbelenê kirin
14:36 Doza Kobanê: Dema li derveyî welat, bûyera neqewimî ya li Pendîkê birêxistin kiriye!
14:27 Erdogan û Putin li ser lihevkirina dexlê axivîn
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’