Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe

  • rojane
  • 10:00 29 Tebax 2023
  • |

RIHA - Hevserokê Şaxa SES’a Rihayê Salîh Karataş bertek nîşanî cihnedayîna zimanê kurdî di pergala E-Reçetemê de da û wiha got: “Ji ber ku zimanê kurdî tune tê hesibandin, kurd bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe.” 

 
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku li pergala E-Reçetemê zimanên inglîzî, almanî, erebî, fransî û rûsî hatine zêdekirin. Li gel ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 30 milyon kurd hene jî zimanê kurdî li pergalê nehate zêdekirin. Gelek derdoran bertek nîşanî vê helwestê dan û bi daxuyaniyan şermezar kirin. 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Rihayê Salîh Karataş der barê mijarê de axivî û got ku cihnedayîna zimanê kurdî, encama polîtîkayên dewletê yên sed sala ye. 
 
'DEWLET DIXWAZÊ ZIMANÊ KURDÎ JI HOLÊ RAKE'
 
Karataş, destnîşan kir ku Komaraya Tirkiyeyê ev sed sal in li dijî gelê kurd polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Wezareta Tendûristiyê cih dayê zimanên weke erebî, tirkî, ingilîzî û almanî lê cih nedayê zimanê kurdî. Ev helwest, nêzikatiya pergalê ya li hemberî kurdî nîşan dide. Mirov dikare bibêje faşîzma sedsalî ya li dijî gelê kurd jî radixe ber çavan. Ev nêzikatiya Komara Tirkiyeyê ne nêzikatiya şexsekî yan jî Wezareta Tendûristiyê ye. Ne tenê di qada tenduristiyê de lê komar hewl dide li her qadê zimanê kurdî ji holê rake.” 
 
'DIVÊ STATÛYA ZIMANÊ KURDÎ BÊ NASKIRIN'
 
Bi domdarî Karataş anî ziman ku tune hesibandina zimanê kurdî di warê tendûristiyê de ji bo gelê kurd rê li ber pirsgirêkan vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me dema nexweş dibe nikarê bi zimanê xwe nexweşiya xwe vebêje. Ev yek jî dibe sedem ku gelê me ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest bide. Gelê me bi mirinê re rû bi rû tê hiştin. Karê Wezareta Tendûristiyê ew e ku xizmetê ji hemû hemwelatiyên xwe re bike. Çawa ku bi farisî, erebî û tirkî xizmetê dide, divê bi heman awayî bi kurdî jî bide. Divê di makazangonê de statûya zimanê kurdî bê naskirin û ne tenê di qada tendûristiyê de lê di hemû qadan de zimanê kurdî bê naskirin. Gelê kurd li hemû qadan bi faşîzme re rû bi rû dimîne. Pergala Komara Tirkiyeyê divê beriya her tiştekî gelê kurd weke hemwelatiyên xwe qebûl bike û di makezagona xwe de mafê gelê kurd mîsoger bike.”
 
'ÇARESERÎ EM BI XWE NE'
 
Di berdewamê de Karataş diyar kir ku weke saziyên civakî dikarin li dijî polîtikayên pişaftinê bi ziman û çanda xwe li ber xwe bidin û axaftina xwe wiha qedand: “Weke SES’ê me di rêziknameya xwe de eşkere kiriye ku divê zimanê dayikê di qada tenduristiyê de bê qebûlkirin. Divê gelê me jî bi kurdî biaxivê û dan û standina xwe bi zimanê dayikê bike. Divê hemû saziyên demokratîk jî bi awayeke xwerexneyî nêzî vê mijarê bibin û li hemberî vê faşîzme bisekinin. Divê ji bo çareseriyê em tenê li benda komarê nesekinin ji ber ku çareserî em bi xwe ne. Em dikarin bi ziman û çanda xwe rê li ber van êrişên faşîst bigirin. Divê em di qadên tendûristî, perwerde û siyasî de xwedî li zimanê xwe derkevin. Fahretîn Koca ji bo me amûreke. Ji ber ku ya ku zimanê kurdî tune dihesibîne pergala dewletê ye.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

02/09/2023
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike