Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn

  • rojane
  • 15:29 7 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED/ ÊLIH - Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta Ayhan Efeoglû û Alî Efeoglû yên birayê hev ku hatibûn windakirin, pirsîn. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 765’emîn de çalkiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûya Amedê li dar xistin. Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, rêveberên Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP, Egîtîm Senê, Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windayan hatin hildan û li erdê hatn raxistin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ayhan Efeoglû (25) yê di 6’ê cotmeha 1992’yan de ku xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê bû ji aliyê polîsên sivîl ve hat revandin û paşê hatibû windakirin, pirsîn.  
 
KESKÎN: POLÎS ME BI ERDÊ RE KAŞ DIKIN
 
Seroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di çalakiyê de axivî û astengiyên li dijî Dayikên Şemiyê bi bîr xist û got: "Niha em her hefte diçin ku li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin, çalakiya aştiyane bikin. Lê polîs me bi erdê re kaş dikin û destên me ji pişt ve tên kelemçekirin û dibin emniyete. Ev pêkanîn tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî didome. Weke parêzvanên mafên mirovan em ê tu carî dest ji lêgerîna windayan û mirovên xwe yên bi darê zorê hatine windakirin bernedin.” 
 
Piştî Keskîn, endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş daxuyanî da û serpêhatiya Ayhan Efeoglû xwend. 
 
SERPÊHATIYA AYHAN EFEOGLÛ
 
Serpêhatiya winda wiha ye: "Ayhan Efegolu xwendekarê Zanîngeha Teknik Yildizê bû. Ji ber ku têkoşîna demokrasiyê dida gelek caran hatiye binçavkirin û ji aliyê polîsên siyasî ve hatiye fîşkirin. Di 26'ê Cotmeha 1992'an de li ber zanîngehê ji aliyê polîsên sîvîl ve hat binçavkirin. Ew birin Şaxa Miduriyeta Emniyetê a Têkoşîna li Dijî Terorê ya Stenbolê. Malbata wî ji hemû saziyan pirsî lê hat gotin ku ew nehatiye binçavkirin. Di sala 2011'an de Polîsê Tevgera Taybet ê berê Ayhan Çarkin anîbû ziman ku Ayhan Efeoglu dema ku di bin çavan de bûye bi îşkenceyê hatiye kuştin."
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan û kesên di binçavan de hatine qetilkirin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 601’emîn de çalakiya xwe de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD, nûnerên OHD, MEBYA-DER’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 
 
LI AQÛBETA EFEOGLU PIRSÎN
 
Di daxuyaniya vê hefteyê de serpêhatiya xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknîkê Ayhan Efeoglu (25) ku di 6’ê cotmeha sala 1992’yan de ji hêla polîsên sivîl ve li pêşiya zanîngehê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatiye girtin û birayê wî Alî Efeoglû yê di 5’ê çileya 1994’an de hat windakirin pirsîn. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan û kesên di binçavan de hatine qetilkirin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 

Sernavên din

24/10/2023
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar