Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye

img
ENQERE - Amadekariyên kongreya mezin a Partiya Çepên Kesk ku sibê li Enqereyê bê lidarxistin, temam bûn. Hevserokên partiyê dê bên guhertin û navê nû yê partiyê wê bê ragihandin. Tê payîn di kongreyê de peyamên girîng ji bo muxalefet û îktidarê bên dayîn. 
 
Partiya Çepên Kesk sibê Kongreya xwe ya Mezin a Asayî ya 4’emîn wê li Enqereyê li dar bixe. Kongre bi dirûşma “Ji bo azadiyê” li Eywana Sporê ya Atatûrkê bê lidarxistin. Partiya Çepên Kesk armanc dike ku di 30 salên dawî de yek ji kongreya herî bi heybet û qerebalix li dar bixe. Wê di kongreyê de hevserokên giştî, endamên Meclisa Partiyê (PM) û endamên Desteya Rêveberiya Navendî were guhertin. Her wiha wê navê nû yê partiyê jî ku ev demeke dirêje nîqaş li serê tên kirin, bê ragihandin. 
 
GUHERTIN Û NUJENKIRINA RÊZIKNAMEYÊ 
 
Her wiha yek ji amadekariyên kongreyê jî guhertina rêziknameyê û şixûlîna partiyê bû. Li ser vê jî amadekarî bi dawî bûn û tê payîn wê rêzikname were guhertin û hejmara endamên Meclisa Partiyê jî bên kêmkirin. Her wiha hat gotin girseya partiyê pêşniyaz û rexneyan kiriye û ev yek li ber çavan hatiye girtin û wê di hin xalan de guhertin bên kirin û wê xalên nû li rêziknameyê bê zêdekirin. Wê di rêziknameyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî-dayikê û avakirina akademiya siyasetê wê di rêziknameyê de cih bigirin. 
 
ROJEVA SEREKE TECRÎD Û PIRSGIRÊKA KURD E 
 
Wê rojeva sereke ango bigehîn a kongreyê dê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan u çareseriya pirsgirêka kurd be. Wê di kongreyê de bê xwestin ku tecrîd bê rakirin û Ocalan bigihîje azadiya xwe û her wiha şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn jî dê di rojevê de be. Tê payîn di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de peyamên girîng ji bo desthilatdariyê û muxalefetê bên dayîn. 
 
JI 7 HERÊMAN OTOBUS DÊ BÊN RAKIRIN 
 
Tê payîn ku bi hezaran kes beşdarî kongreyê bibe. Wê partî ji heft herêmên cuda yên Tirkiyeyê otobusan amade bike û girseya xwe veguhezîne kongreyê. Tê payîn ku wê partî li gorî derfetên xwe nêzî 10 hezar welatiyan veguhezîne kongreyê û ev xebat ji aliyê rêxistinên bajar û navçeyan vê tê organîzekirin. 
 
MÊVANÊN BIYANΠ
 
Ji çar aliyên Kurdistanê û ji çar aliyên cîhanê rêveber û nûnerên sazî û dezgehan ji bo kongreyê hatine vexwendin û tê payîn gelek mêvan beşdar bibin
WÊ TENÊ DERIYEK VEKIRÎ BE 
 
Di warê teknîkî de jî amadekariyên kongreyê bi dawî bûn. Ewyana kongreyê ya ku tê xemilandin li benda bi hezaran mêvanên xwe ye. Wê ketina eywanê tenê di deriyekî de pêk were. Rayedarên partiyê ji ber xetereya ewlehiyê tenê deriyekî vekirine û wê rojnamevan jî di deriyekî din de bikevin eywanê. 
 
Ji bo ewlekariya li eywana kongreyê jixwe 50 ewlekarên wezîfedar hene lê partiyê bi xwe jî komek ewlekaran a ji 200 kesan pêk tê amade kiriye. Hat zanîn ku nêzî 20 parlamenter û endamên Desteya Rêveberiya Navendî jî ji bo ewlehiya kongreyê hatine wezîfedarkirin. 
 
MA / Selman Guzelyuz 
 
 

Sernavên din

04/11/2023
11:37 DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir
11:24 Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in
11:18 Endamê CPT’ê Restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe
10:56 Stranên guhdarkirin weke delîlên 'sûc' hatin hesibandin
10:40 Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî bi hefteyan ji min reviya
10:06 Li Wanê dema çinîna kartolan dest pê kir
10:05 Di 6 pirsan de biryara Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Ji ber 'qedexeyan' û 'bihabûnê' sewalvanî li ber qedandinê ye
09:04 Bîrdal: Ger dilê wan û sedsaleke demokratîk hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bînin
09:03 Di 14 saliya xwe de bû şahidê qetlîamê: Ji wê rojê ve helbestan dinivisîne
09:02 Li girtîgehên Êlihê binpêkirinên mafan zêde dibin
09:01 Pêşî xera kir, dû re bi heman hincetê ceza erê kir
09:00 Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê: Ji bo çareseriyê divê desthilat bê guhertin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN
03/11/2023
23:03 Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'
22:01 Eleqeyeke zêde ji bo lîstika 'Strîp Tease' ya bi kirmanckî
17:43 Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin
17:00 Xeta ava vexwarinê ya Şirnexê teqiya
16:59 Di doza Mirovên Şemiyê de daxwaza nûkirina mutalaayê hate redkirin
16:56 Li Dêrîkê kirin ku zarokek întîhar bike!
16:19 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
15:57 Rêxistinên hiqûqê: Bila Kişanak û Atalay bên berdan
15:44 Li dijî şerên li Rojhilata Navîn ‘Nobeda Aştiyê’ hat lidarxistin
15:36 SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin
15:10 Li Rihayê muxtarê tacîzî zarokekê kiribû ji peywîrê hate wergirtin
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir