Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin

AMED - - Hevberdevkê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî yê di Konferansa Herêmî ya Amedê de axivî, diyar kir ku dê bersiva hilbijartina giştî di 31’ê adarê de bidin û anî ziman ku dê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ku dê di 12’ê mijardarê de li Enqereyê bêlidarxistin de li Eywana Dawetê ya Ayaz a li navçeya Peyasa Amedê Konferansa Herêmî ya Amedê pêk tîne. Li eywana konferans lê tê lidarxistin pankartên “Bi civaka rêxistinî ber bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk ve” û “Hevserokatî xeta me ya mor e” hatin daliqandin. 
 Nûnerên partiyên siyasî, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) ên Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes beşdarî konferansê bûn.
 
‘AKP Û MHP HEMAN TIŞTÎ LI ROJAVA DIKIN’  
 
Hevberdevkê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê û parlamenterê HEDEP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî yê destpêka konferansê axivî, diyar kir ku herêm di nava xwîn û rondikên çavan de xeniqiye û wiha got: “Em hemû şahidiyê ji êrîşên xwînxwar û nemerdî yên navbera Îsraîl û Fîlîstînê re dikin. Wisa xuya ye ku ev xwîn û rondik wê nesekinin... Ev şer mezintir û herêmîtir bûye, ji ber ku cîhan mîna ku tîmekê bigirin, aliyan digirin. Îrana piştgiriya Hamasê dike û Amerîkaya dibêje em ê piştgiriya Îsraîlê bikin û rojavayê cîhanê pirsgirêkê çareser nakin. Her roja ku diçe bîlançoya şerê bixwîn zêde dibe. Aliyê me diyar e. Em her tim li cem azadiya Filistînê sekinîn lê me tu car êrişên li dijî mirovahiyê jî qebûl nekirin. Her roj mizgeft, nexweşxane tên bombekirin. Ev şer wê de operasyona bi bêjahiyê bigihe astên xetertir. AKP û MHP’a vî welatî bi rê ve dibin, qaşo di vî şerî de li cem mirovahiyê disekinin, pêkanînên dermirovî yên Îsraîlê rexne dikin. Lê heman tiştî li Rojava dikin. Li Rojava santralên ceyranê, çavkaniyên avê û qadên jiyanê yên mirovan tên bombekirin. Desthilata heman tiştî dike xwe weke di şerê Îsraîl û Filistînê de li cem mirovahiyê disekine nîşan dide. Em ne zilma Îsraîl li Filistînê dike ne jî tiştên AKP û MHP li Rojava dikin qebûl nakin.”   
 
‘EM Ê JI BO NAMZETAN LI HER DERIYÎ BIDIN’ 
 
Tiryakî bi bîr xist ku di hilbijartina giştî de encamên ku dixwestin bi dest nexistine û ew ê bi rêxistinbûyîna nû bersiva vê pêvajoyê bidin. Tiryakî anî ziman ku wan di pêvajoya rêxistinkirinê ya nû de nêzî 600 civînan li dar xistine û got: “Me konferansên xwe yên bajêr û herêman li dar xist. Em li ser gelek pirsgirêkên xwe axivîn. Me organên xwe yên navendî ji sedî 94’ê wê guhert. Her kesî meraq dikir ku wê di 15’ê cotmehê de kongreya me çawa bibe. Me dizanibû ku wê têkoşîna esasî û bingehîn piştî 15’ê mehê dest pê bike. Me di kongreyê de got em ê gelek tiştan bikin, niha dem dema pêkanîna tiştên ku me gotiye. Wê piştî pênc şeş mehên din li vî welatî hilbijartina xwecihî bê lidarxistin. Her tiştên em xeyal dikin, her tiştên ku em dixwazin em ê di vê hilbijartinê de pêk bînin. Em ê di diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin, em ê li pirsgirêkên wan, pêşniyaz û rexneyên wan guhdar bikin û xwe ji bo hilbijartinê amade bikin.” 
 
‘EM Ê BERSIVA HILBIJARTINA GIŞTÎ DI VÊ HILBIJARTINÊ DE BIDIN’ 
 
Tiryakî destnîşan kir ku hilbijartinên xwecihî ew hilbijartin e ku gel dixwaze xwe bi xwe birêve bibe û wiha axivî: “Lewma desthilatdarî çav berdaye destkeftiyên me û qeyûman tayîn dike. Em ê dîsa nîşan bidin ku ka em şaredariyên xwe çawa ji destên qeyûman derdixin. Em ê siberojan bajaran diyar bikin. Em ê bi vê hilbijartinê xeyala ku em bajarek çawa dixwazin, dinyayek çawa xeyal dikin nîşan bidin. Divê em bi van fikr û ramanan xwe ji bo hilbijartinê amade bikin. Divê ji endamên me yên meclisa giştî ya bajêr û endamên meclisa şaredariyan heta rêveberên me yên navenda giştî divê her kes xwe bi vê nêrînê ji bo hilbijartinê amade bike. Em dikarin bersiva hilbijartina giştî di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de bidin. Yên ku vê bikin em û gelê me ye. Divê pêşengê xebat û kar rêveberên me bin. Em ê hemû bi hev re bi ser bikevin.” 
 
Piştî axaftina Tiryakî konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
 
 

Sernavên din

10/11/2023
09:02 Amadekariyên 18'ê mijdarê: Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e
09:01 Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN
07:51 9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan
09/11/2023
22:50 Ayzît piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:52 Ji OGK’ê banga 25’ê mijdarê: Têkoşîn berdewam e
21:10 Têkildarî êrişa li KNK'ê 2 kes hatin binçavkirin
20:42 Doza Kobanê: Şahid îfadeyên hev pûç dikin
19:22 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Darmstadtê kon hat danîn
19:09 HEDEP'ê li Şax û Miksê çû serdana dikandaran
16:10 Ji Gulistan Dokûyê 1405 roj in agahî nayê girtin: Dosya dê jinûve bê lêkolîkirin
16:05 Di kuştina welatiyê suryan de binçavkirî neman: Banga 'Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar'
16:04 Di doza Esra Y. de qeyda wekîltiyê ya parêzeran hate jêbirin
15:49 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hate taloqkirin
15:38 Rojnameger Celalettîn Yalçin hate girtin
15:36 Doza TJA’yê: TEM’a Enqereyê bêyî biryara dozgeriyê qeydên HTS’ê xwestine
15:25 Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin
15:18 Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hate kirin
15:17 Serokwekîlê Meclisê Onder: Hewldana darbeyê ye, ez ê biryarê nexwînim
15:06 Dadgehê biryar da ku rewşa ‘taloqkirina înfazê’ ya ji bo Ozkan bidome
14:57 Danasîna pirtûka siyasetmedarê kurd Alinak sûc hate hesibandin
14:40 Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da
14:04 Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir
13:57 Kubîlay: Biryara Dadgeha Bilind darbe ye
13:56 Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin