Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin

  • rojane
  • 09:01 18 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Sibê dê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. Nûnerên saziyan ku ji bo meşê bang kirin, gotin: "Ji bo avakirina jiyaneke di çarçoveya aştiyê de em bi hev re bimeşin." 
 
Bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 32 meh in tu agahî jê nayên girtin û azadiya wî ya fizîkî, dê li Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. Meşa li bajarên Kurdistanê îro dest pê kir, lê baskê meşê ya li bajarên Tirkiyeyê dê sibê dest pê bike. 
 
Nûnerên saziyan têkildarî wate û girîngiya meşa ku dê ji Stenbolê dest pê bike axivîn û ji bo beşdariyê bang kirin. 
 
OZTURK: DIXWAZIN OCALAN BIDIN JIBÎRKIRIN
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevî hemû hewldanên xwe yên ji bo çareseriyê jî bi awayekî derhiqûqî di şert û mercên tecrîdeke girankirî de tê girtin û got: "Ev êdî bûye rêbazek û dixwazin wê wekî rêbazeke mayinde li tevahiya civakê pêk bînin. Em vê ji krîzên aborî, civakî û siyasî yên heyî baş fêm dikin. Hewldanên birêz Ocalan ên ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin ji sala 1993'yan ve hene û vê yekê di şert û mercên tecrîda girankirî yên li Îmraliyê de jî domand. Lê pozîsyona çareseriyê ya birêz Ocalan ji aliyê dewletê ve wekî polîtîkayekê nehat qebûlkirin û dixwazin birêz Ocalan bi gelê kurd bidin jibîrkirin. Hewl didin bi tu awayî dengê wî negihê derve. Ji ber vê 32 meh in em bi tu awayî agahiyê jê nagirin." 
 
GIRÎNGIYA MEŞÊ
 
Ozturk destnîşan kir ku çareserkirina meseleya kurd û avakirina demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe û got ku ji ber vê meşa Gemlîkê xwedî wateyeke mezin e. Ozturk wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li dijî vê bêhiqûqîtiyê tenê ne gelê kurd hemû kesên xwedî wijdan û demokrasîxwaza helwestekê nîşan bidin û deng derxin. Lewma em tenê bang li gelê kurd nakin, em bang li tevahiya gelên Rojhilata Navîn dikin ku ber bi Gemlîkê ve bimeşin." 
 
KARADAG: TEMÎNATA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Stenbolê Mehmet Karadag jî diyar kir ku Tirkiye ji sala 2015'an ve di warê siyasî, aborî û navneteweyî de her diçe dixitime û tenake xelasiya ji vê rewşê jî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Karadag destnîşan kir ku Meşa Gemlîkê dê di çarçoveya daxwazên herî bingehîn de bê lidarxistin û got: "Bi tecrîd Îmraliyê re welêt tev tê tecrîdkirin. Jib o rakirina vê tecrîdê û çareserkirina meseleyan divê hemû gelên Tirkiyeyê pitşgiriya me bikin û pêşengtiyê bikin. Banga me ya ji bo Meşa Gemlîkê bi vî awayî ye. Werin hûn jî pêşengtiyê bikin. Pêvajoyeke xitimandî, gelên vederkirî, zimanên tune tên hesibandin hene. Çareserkirina vê li Îmraliyê ye, azadiya birêz Ocalan e. Dê bi azadiya birêz Ocalan re bêhan gelên Tirkiyeyê derkeve. Tekane çareya îstiqrara demokrasiyê birêz Ocalan e. Tekane temînata vê jî Îmralî ye." 
 
DEMÎR: EM JI BO AVAKIRINA AŞTIYÊ BIMEŞIN
 
Hevseroka MA-TUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîrê jî destnîşan kir ku daxwaza meşê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî ye. Demîr bilêv kir ku meş di heman demê de xwedî wateyeke ji bo avakirina aştiya civakî ye jî û wiha bang li her kesî kir: "Di serî de jin, bi giştî ciwan, kedkar û hemû gelên bindest werin em bi hev re li dijî zilmê û qirkirina jinan û ji bo aştiyeke civakî bimeşin." 
 
CENGÎZ: MEŞ BANGEKE KU DEWLET LI GORÎ QANÛNÊN XWE TEVBIGERE
 
Ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz jî ku Meşa Gemlîkê wekî "Banga divê dewlet li dijî tecrîda Îmraliyê li gorî qanûnan tevbigere" pênase kir got: "Divê bi hêz xwedî li vê bangê bê derketin. lis eranserê cîhanê şer zêde bûne. Di vê heyamê de banga ji bo aştiyê peywireke mirovahiyê ye. Bi rola birêz Ocalan a di vî warî de jît ê zanîn. Ez yeqîn dikim di wexteke wiha de ku mafê demokratîk ê herî biçûk jî nayê bilêvkirin, dê beranberiyek ji bo vê bangawaziyê çêbibe." 
 
MA / Îbrahîm Irmak - Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

08/12/2023
14:07 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû piştî 32 salan hate berdan
13:55 Biryarên demborînê yên têkildarî cînayetên siyasî û komkujiyan xist rojeva Meclisê
13:17 Tevî serlêdanan tevdîr nehatin girtin, malbat bê avahî man
13:12 Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê didome
13:11 Di êrişa komên paramîlîter de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin
12:48 Hiqûqnas dê ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT û Wezareta Dadê bidin
12:25 Polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin
12:23 Têkildarî xetereya li ser Girava Îmraliyê pêşnûme dan Meclisê
12:22 Doza rojnameger Canozer ji ber dubareyê hate redkirin
12:22 AYM fikraya ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ betal kir
11:38 Piştî erdhejê malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kirin
11:29 Rojnameger Gok: Ya ku dê dawiya li faşîzmê bîne heqîqet e, divê mirov biisrar be
10:55 NÇM dê 32’yemîn salvegera xwe bi konserekê pîroz bike
10:32 Li dijî parêzerê li qereqolê bi miwekîlê xwe re bi kurdî axivî êrîş hate kirin
10:21 Girtî: Rêya xelasiya ji krîzê azadiya Abdullah Ocalan e
09:53 Qeyûm tabelaya bi kurdî rakir
09:29 Rojnews: 45 roj in rojnamevan Silêman hatiye revandin!
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 12’an de didome
09:27 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye: Daxwazên wan banga ji bo aştiya civakî ne
09:26 Dê biryara ATK'ê ya der barê Makbûle Ozerê de rê li ber gelek mirinan veke
09:25 Banga ji bo mîtînga 'Malnişîna Mezin': Ji bo siberoja zarokan
09:24 Dayika Ayten Beçetê: Em naxwazin bar tenê li ser milê girtiyan be
09:24 Bêyî plana îmarê li qeraxa çem destûra înşeatê hatiye dayîn
09:01 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Darizandineke dijhiqûqî hate kirin
09:00 Prz Bekçî: Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel dûr nîn in
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'YAN
07/12/2023
19:14 Hatîmogûllari: Em ê hemû şaredariyan car din bi dest bixin
18:24 Doza Kobanê: Bi vê dozê re li Konya û Îzmîrê Kurd hatin qetilkirin
17:01 Bertek nîşanî biryara domandina rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû dan: Rojnamegerî sûc nîne
17:00 Danasîna mîrateya çanda Amedê li Îzmîrê hate kirin
16:53 Têkildarî êrişên li dijî cenazeyan daxuyanî hatin dayîn: Dawî li van polîtîkayan bînin
16:50 Meclisa Jinan a HEDEP’ê ji bo bernamzetiyê bang li jinan kir
16:43 Nobeta Edaletê: Nifteya azadî û edaletê di destê Ocalan de ye
16:32 Serokê Meclisê Kûrtûlmûş çû serdana HEDEP’ê
16:24 Fîncanci: ATK ne qonaxa dawî yê dayîna biryarê ye
15:59 HEDEP’ê li Dîlokê ji bo hilbijartinê daxuyanî da: Îdiaya me mezin e
15:44 Derbarê rojnamevan Yildiz de biryara beraetê hate dayîn
15:34 TJA’yê piştgiriya karkerên Ozak Tekstîlê kir
15:24 Di Konferansa Kurd de Lozan hate nîqaşkirin: Projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê
15:09 Çîçek piştî erdhejê pêşniyazpirsek da Meclisê: Rewşa Abdullah Ocalan çawa ye?
13:54 Hatîmogûllari çû serdana gorên Poyraz û Tanhan
13:33 Doza rojnameger Muftuoglû: Hêj parastin neqediyayî biryara domandina rewşa girtî hate dayîn
13:03 Erdogan dîsa ji gotina xwe vegerî: Dê bi Mîçotakîsê tune hesiband re hevdîtinê bike
12:32 Miftî xwest karkerên ji bo mafên xwe li ber xwe didin ji mizgeftê derxîne
12:27 Projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ didome
12:14 Olûçê HEDEP’î: Kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet
12:13 135 saziyên sivîl piştgirî dan TTB’ê: TTB em in, em li vir in
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:59 Rojnameger Furkan Karabay hate binçavkirin
11:55 Dayik, keç û neviya wê ya 3 salî ji ber îdiaya polîsan a ‘qûşxane-tawa’ hatin girtin
11:04 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: 36 jin hatin qetilkirin
10:41 Girtî: Çalakiya me heya em digihijin armanca xwe dê bidome
10:10 Leyla Guven: Hêj darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike
09:44 Ji rojnameger Silêman Ehmed 44 roj in tu agahî nayên girtin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de didome
09:43 Derûnas Tekînalp: Modernîteya kapîtalîst çavkaniya nexweşiyên derûnî ye
09:42 Sêrtî namzetên çawa dixwazin?
09:39 Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan
09:12 ‘Deriyê Îmraliyê dê bi têkoşînê vebe'
09:11 Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye
09:58 Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
09:53 Parêzer Ozdogan: Doza Vartînîsî bi biryara îradeya siyasî hate betalkirin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de didome
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 43 roj in tu agahî nayên girtin
09:08 Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e