Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn

img
 
 
RIHA - Rêveberê Pargînê ya di bin banê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser de xebatên çandê dike, Îbrahîm Feqe diyar kir ku ew bi xebatên Pargînê dixwazin kevneşopî, çand û dîroka civakê ya komînal lêkolîn bikin, biparêzin û derbasî nifşên nû bikin.   
 
Ji 19’ê Tîrmeha 2012’an ku Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir ve li herêmê, xebatên jinûve avakirinê hatin destpêkirin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Rêveberiya Xweser hat avakirin û li ser fikra Netewa Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li dijî pergala netewdewletê ya kapîtalîzmê,  pêşniyara jiyaneke nû û wekhev kiribû û yek hat afirandin. Tevî êrişên Tirkiyeyê jî xebatên jinûve avakirinê, ranewestiyan û roj bi roj gavên mezintir hatin avetin. Yek ji van jî xebatên çand, hûner û lêkolînkirina dîrokê ne. Ji bo lêkolînkirina çand, ziman û kevneşopiya gelên li herêmê dijîn, di bin banê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser de li gundekî Dêrikê, Pargîn hate avakirin.
 
Pargîn, li dijî pergala kapîtalîzmê ya dixwazê çand, kevneşopî û dîroka gelan tune bike, weke parastin çandê û vê çandê derbaskirina nîfşên nû ava bû. Pargîn, piştî ku hat avakirin di 3 salan de li ser kevneşopî, dîrok û çanda gelan, gelek xebat û lêkolîn kirin. Xebatên di Pargînê de hatine pêşxistin bi klîb û dîmenan ji bi raya giştî re tên parvekirin. Yek ji rêveberê Pargînê Îbrahîm Feqe derbarê xebatên Pargînê de ji ajansa me re axivî. 
 
PARASTINA KEVNEŞOPIYÊ: PARGÎN
 
Îbrahîm Feqe, anî ziman ku piştî Şoreşa Rojava wan ji bo parastina ziman, kevneşopî û çanda herême dest bi xebatan kirinê û navê Pargînê jî ser vê yekê diyar kirine. Feqe, pêvajoya avakirin û girîngiya Pargînê wiha axivî: "Di çanda koçeran de kon hene, ji çala derdora konê tê kolandinê re jî Pargîn tê gotin. Pargîn konê ji ava baranê diparêzê û me jî ji ber wê, navê saziyê kir Pargîn. Weke navê xwe, armanca avakirina Pargînê, parastina çandê û nehiştina windabûna vê çandê ye. Civaka kurd bi qirkirina çandî re rû bi rû maye. Ne tenê kurd, çandên li Rojhilata Navîn ji ber şer û pêvçûnan, rastî gelek texribatan hatine. Ji ber wê jî pêwîstî ji saziyeke bi vî rengî hebû. Piştî Şoreşa Rojavayê destkeftî û derfet çêbûn. Ji bo çand û kevneşopiya me bê naskirin û derbasî nifşên nû bibe di sala 2020'an de me ji bo parastina kevneşopî û dîrokê xwe bi navê Pargînê saziyek ava kir. Ne tenê ji bo kurdan ji bo gelên li vir dijîn jî me ev sazî vekir. Me saziya xwe li gundekî Derikê ku hatibû jibîrkirin, di xaniyekî bi ax de vekir. Ji ber ku germahiya gundan ji ya bajaran baştir e. Zarokên li wî gundî hatin saziyê perwerdehî dîtin û dest bi kar kirin. Bi derfêtên kem û heviyên mezin me dest bi kar kir. 3 sal in em xebatan didomînin. Di demên pêş de hewldanên me hene ku em şaxên Pargînê li herêmên din jî vêbikin. 12 xebatkarên me hene. Hinek bi kamera, hinek bi cil û berg û produksiyon û belgekirinê ve mijûl dibin."
 
'JI BO PARASTINA KEVNEŞOPIYA HEMÛ GELAN' 
 
Di berdewama axaftina xwe de Feqe bi lêv kir ku parastina çand, kevnaşopî û ziman ji bo gelan pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yanî pêwîste em fêrî kevneşopiya xwe bibin. Koka me li wir e. Kurd bi kelepora xwe dewlemend in. Ji ber vê yekê heke em dîrok û çand xwe nas nekin, em ê weke civakên têkçûyî bibin. Civaka ku dîroka xwe nasneke, rojane dijî, pêşaroja wan nabe. Heke em di hûner û berhemên ku ava dikin de xwe nespêrin koka xwe, em ê wek çandî bişibin civakên din. Ji ber wê yekê divê em çanda xwe biparêzin. Wekî ku çanda xwe diparêzin, heman demê de em çand û kevneşopiya gelên derdora xwe yên weke ereb û suryanan jî diparêzin."
 
'DI 3 SALAN DE XEBAT BI PÊŞ XISTIN'
 
Feqe diyar kir ku ji bo nasîn û belgekirina kevnaşopiyê xwe, di 3 salan de gelek xebat bi pêş xistinê û axaftina xwe wiha domand: "Gelek kesan texmîn dikir ku em kurd ji çandeke serkeftî nehatine û di paş de mane. Lê piştî lêkolînên ku me kirine, bi mirovên temên mezin re dan û stendina çîrokan kir, me dît ku civaka me şewaza jiyanê afirandinye, amûrên pê dijîn û hûner afirandine. Yanî me dît civaka me pêşengiya civakên derdora xwe kiriye. Me texmîn nedikir tiştekî wisa heye. Piştî ku me saziya Pargîn ava kir, me şahidiya vê yekê kir. Gumanên me yên ku civaka me ne xwedî çandeke serkêftî ye jî, şikestin. Ji ber wê em dibêjin bi hemû nirxên xwe ve çavkaniya avakirina mirovahiyê dîsa li ser vê axa me ye. Ev yek di encama xebatên me yên Pargînê de derketin holê." 
 
'BI BERHEMÊN NÛ XWE BISPÊRIN CIVAKA KOMÎN'
 
Bi domdarî Feqe destnîşan kir ku ew li dijî pergala kapîtalîzma ku dixwazê gel ji çand û dîroka xwe qût bike, ew ê vê kevneşopiyê diparêzin û derbasî nifşên nû bikin. Feqe axaftina xwe wiha domand: "Sîstema modernîteya kapîtalîst dixwazê kesên takakesî ava bike, ev çeka destê wan e û li dijî me bikartînin. Çanda me li ser kombûnê ava bû ye. Çand bi tenê ne çand e. Çand bi kombûna mirovan ava dibe. Weke mînak em dibêjin dengbêjî, dema yek dengbêjiyê distrê sed kes li derdora we/î kom dibin. Çîrokbêjî û her wiha gelek mînakên bi vî rengî hene. Ev civak civakên komîn in. Pergala kapîtalîzmê li dijî van civakên komîn, nikare bi ser bikevê. Hewl dide bi birdoziya lîberalîzmê kesên takekes derxîne pêş. Lê nikare bi ser bikeve. Li dijî vê pergalê em jî dê di nava civaka xwe de bi destar, çîrokbej û dengbêjiyê, di konê civakê xwe de, bi berhemên nû xwe dispêrin wê civaka xwe ya komîn. Ji ber wê yekê em rê nedin vê pergala li dijî civakên komîn."
 
'PROJEYÊN DEMÊN PÊŞ'
 
Feqe da zanîn ku di demên pêş de ser kevneşopiyê, di nava projeyên wan de tevî rêzefilm, hin projeyên din jî hene û wiha pê de çû: "Pargîn weke saziya lêkolîn û belge kirinê ye. Bi rêya dîtbariyê em dixwazin xwe bigihînin gelek kesan. Gelek berhemên weke stranan di nava kurdan de belav bûnê lê şîroveya wan a civakî, bawerî, felsefî û jinê nehatiyê kirin, bêşîrovê mane. Di Pargînê de hewldana me ew in ku em van stranên efsaneyî bikin mijara nîqaşê. Di heman deme de ji bo ku em çand û kevneşopiya xwe derbasî nifşên nû bikin, divê em sentezekê bidin avakirin ku zarok kevneşopiya xwe nas bikin. Derbarê mijarê de hewldanên me hene. Ji bilî vê yekê projeya me ya Derwêşê Evdî heye ku em bikin mijara rezêfilmê. Ji ber ku ev jî di kevneşopiya me de navekî mezin e. Kevneşopiya hemû gelên li herême ên weke ereb, suryan, tirkmen û çerkes û her wiha xebatên me hene. Berhema dawî Mendel jî li ser kevneşopiya ereban bû. Di nav projeyên me yên salê de 8 xelekên li ser çanda ereb û suryanan jî hene ku em ê çêbikin. Di heman demê de ji bo 3 stranên wan ên keleporî em ê klîban çêkin. Projeyeke me jî heye ku di nava sala were de di nava xwezayê de, em bi hemû gelan re festîvaleke çandî û keleporî çêbikin. Di heman deme de em dixwazin di sala bê de li herêma ereban jî şaxên Pargînê vebikin."
 
'TIŞTA JI DEST ÇÛYE LI XWE VEGERÎNIN...'
 
Feqe bi lêv kir ku xebatên wan bandoreke erenî li ser civakê kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Civaka me bawer nedikir ku hêzek wiha di nava wê de pêyda bibe û dikarê tişta ji dest çûye li xwe vegerîne. Heke ji bo bernameyek an jî çalakiyekê pêdiviya me bi 200 kesan çêbû me dît ku 500 kes beşdar bûne. Ji ber ku gel nirxên xwe di van xebatan de dibînin, eleqedar dibin. Ji ber wê jî mirov dikare bêje bandoreke mezin li civakê jî dike. Di navbera berhemên Pargîn û civakê de germahiyek heye. Heviya me ew e ku li bakurê Kurdistanê kesên bi van karan re mijûl dibin re, em karibin bikevin tekiliye û bi hev re xizmeta civaka xwe bikin." 
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

12/12/2023
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir
17:01 Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve
16:55 Garibe Gezer li Mêrdînê hat bibîranîn
16:40 ‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’