Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt

  • rojane
  • 22:18 13 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera 3’an a çalakiya nobetê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de peyama azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn.
 
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, 3 sal li pey xwe hişt. Bi boneya salvegera 3’an a çalakiyê meşekî navendî hat lidarxistin.
 
Di çalakiya rûniştinê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de hat destpêkirin û her Çarşem didome, di nava 3 salan de hewl hat dayîn paradîgmaya Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda li raya giştî ya cîhanê were naskirin.
 
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşa ku bi boneya salvegera 3’an a çalakiya rûniştinê ya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” didome, bûn.
 
ÇALAKVAN: RÊBER APO DIVÊ ÊDÎ AZAD BIBE
 
Girseya meşê tevî barana zêde li Qada Palaîs Wîlson ku avahiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) lê ye, li hev civiyan û beriya meşê daxuyaniyek dan.
 
Li ser navê komîteya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya Swîsreyê, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S) Selma Surer axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê azad bibe. Surer got: “Em ê îsal bikin sala azadiya Rêber Apo. Em ji gel, welatparêz û dostên xwe bi hêvî ne. Çi dibe bila bibe divê em Rêbertiya xwe îsal bi awayekî fîzîkî azad bikin. Weke gelê Kurd divê em berpirsiyariya xwe bi cih bînin û xwedî li azadiya Rêbertiya xwe derkevin. Em ê vê pêngavê heta dawî bidomînin.“
 
Girseya gel piştî daxuyaniyê dest bi meşê kir û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.
 
Meş li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye rawestiya. Li ser navê girseyê û Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê siyasetmedar Mehmet Aslan axaftinek kir.
 
Aslan di destpêka axaftina xwe de grevên birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dewam dike û berxwedana gerîlayan silav kir. Aslan wiha berdewam kir: “Kurd li gel hemû zextan jî xwedî li Rêbertiya xwe derketin û wê xwedî lê derbikevin. Tu zext wê nebe sedem ku em serî bitewînin. Di serî de Rêber Apo li dijî pergala êşkenceya li Îmraliyê berxwedaneke biîhtîşam dide. Gelê me yê welatparêz jî li çar parçeyên Kurdistanê û li çiyan li ber xwe dide.”
 
Aslan got: "Em hevalên xwe ku li vir 3 sal in çalakiyê didomînin pîroz dikin. Di serî de xelkê li Cenevreyê divê hemû Kurdistanî xwedî li vê çalakiyê derkevin û pêşvetir bibin. Gelê me wê tu carî serî li hember polîtîkayên faşîzma AKP’ê netewîne. Ji ber ku ger bi salan li dijî zextan li ber xwe daye û hatiye van rojan, wê îro jî li ber xwe bide. Em dixwazin bang li dewletên cîhanê û bi taybet NY’ê bikin. Ger Kurd li Rojhilata Navîn li ber xwe didin, ev ne tenê ji bo wan e, ji bo astengkirina belavbûna taritiya DAÎŞ’ê li cîhanê ye. Berxwedana Rojava li ber çavên hemû cîhanê pêk hat. Ger îro Ewropî durî belaya DAÎŞ’ê ne, ev bi saya berxwedana Kurdan e. Ev berxwedan di heman demê de ji bo azadiya hemû nasnameyên ku li cîhanê tune tên hesibandin in. Ger Kurd ji bo mafên cîhanê li ber xwe didin, divê NY û welatên Ewropayê jî ji bo azadiya gelê Kurd rol bilîzin. Ji bo naskirina gelê Kurd divê hewl bidin.”
 
Piştî axaftinê, makêta hucreya Îmraliyê anîn qadê û parçe kirin. Piştre çalakvan li ber avahiya NY’yê çalakiya xwe ya her Çarşemê, heta saet 17:00’an domandin.

Sernavên din

04/01/2024
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’