Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna PM’ê de axivî û têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan got: “Gelê kurd dê sed salên din ji azadiya xwe bêpar nebe.” Bakirhan, ji bo hilbijartinan jî ev tişt anî ziman: “Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin. Em ê hem lîstika çêbikin hem jî dema wê hat lîstikê xera bikin.” 
 
Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rojeva geşedanên siyasî û hilbijartinên rêveberiyên herêmî li navenda giştî civiya. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di destpêka civînê de axivî û peyamên girîng da. 
 
Bakirhan, diyar kir ku civîna wan di serdemeke dîrokî de tê lidarxistin û wiha got: “Hêvîdarim encamekî ku bi demokrasî û gelên Tirkiyeyê bide qezenckirin bi xwe re bîne. Mekanîzmayên siyasetê li Rojhilata Navîn gelemperî ji bo berjewendiyên gel naxebitin. Li her devera cîhanê şer, bêkarî û xizanî heye. Daxwazên gelan jî tên tepisandin. Siyseta weke me jî hewl dide rêyek û pergaleke nû ya li gel ked, azadiyan gelan û aştiyê ava bike. Siyseta li Tirkiyeyê ya heyî ji bo sûda gelan naxebite. Li derve hewl dide siyaseteke lihevker û li hundir jî siyaseta înkar û tunekirinê dimeşînin. Ev yek nîşan dide ku pêvajoyeke zehmet li pêşiya hêzên demokrasiyê ye. 
 
CIVAK TÊ MANÎPULEKIRIN 
 
Rojeva siyasî ya Tirkiyeyê pir zû diguhere. Heta demekî nêz berê şerê Îsraîl-Filistînê bû. Niha jî ji ber peymanên xwe yên veşarî yên bi Îsraîlê re, niha jî bi awayeke durûtî hêdî hêdî vê mijarê ji rojeva xwe derdixînin. Pirsgirêkên cidî yên civakî û aborî hene. Lê dema em li rojeva Tirkiyeyê dinêrin, dê bibêjî qey her tişt pir baş e. Gelek mijar bi qêrewêrên şer û mijara serxwebûnê tên veşartin. Civakê manîpule dikin û hewl didin bixapînin. Lê em ê rastiyan bi gel re parve bikin û ji bo çareseriyê ya ku ji dest tê bikin.
 
Bûdçeya li Meclisê tê amadekirin bûdçeya gel û kedkaran nîne. Parlamenterên me ji bo bûdçeya gel têdikoşin. Dê têkoşîna me ya di vê mijarê de bidome. 
 
PERGALA ABORIYÊ YA ADIL Û WEKHEV 
 
Ji ber bêkarî û xizaniya li welêt, her roj bi dehan kes întîhar dikin. Di esasê xwe de ev bûyerên întîharê û xweşewitandinê baş nîşan dide bê ka aboriya Tirkiyeyê di nava krîzeke çiqas mezin de ye 
 
BIRAŞTINA GOŞTÊ BERXIKAN A LI MECLISÊ
 
Di heman roja ku li Tokatê kedkarekî hewl da xwe bikuje û li Amedê parêzerekî întîhar kir de parlamenterên îktîdarê li baxçeyê Meclisê bi sedan kîloyên kezebê yên ji Amedê anîn ve şov kirin. Li rexekî komeke biçûk şova mangalê dike û ji derfetê îktîdarê sûd digire, li hêla din jî ji sedî 80’ê civakê bi pirsgirêka debarê re rû bi rû ye. Li dijî vê rewşê îtîraza me heye. Têkoşîna me ji bo pergaleke aboriyê ya adilane û wekhev e. 
 
DIVÊ GELÊ KURD DI VÊ SEDSALÊ DE BIBE XWEDÎ STATÛ
 
Dê di civîna PM’ê de biryarên girîng bên dayîn. Yek ji van hilbijartinên rêveberiyên herêmî ye. Ya din jî bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgsirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Ev her du rojev;  li gel krîza aborî dê bibin rojevên me yên sereke. Ev 20 roj in li girtîgehan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Banga me li rayedarên hikûmetê û civakê ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin. Em tevek dibînin ku êdî bi polîtîkayê tiştek nayê bidestxistin. Ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd zêde girîng e. Gelê kurd dê sedsaleke din jî ji azadiya xwe bêpar nemîne. Di serî de îktîdar divê her kes bi vê baş bizane. Divê bê zanîn ku yên ku çavên xwe li pirsgirêka kurd digirin, dê bi aqûbeta îktîdarên berê re rû bi rû bimînin. Dijderketina çareserkirina vê pirsgirêkê tê wê wateyê ku dixwazin gelê kurd sed salên din jî bêstatû bijî. Em ê destûrê nedin vê. Gelên cîhanê ji gelê kurd re rêz digirin û heqîqeta wê dîtiye. Divê teqez di vê sedsalê de bibe xwedî statû. 
 
DÊ ÇAVÊ HER KESÎ LI BIRYARA PARTIYA ME BE 
 
Dê çavê her kesî li biryara partiya me be. Ev hilbijartin ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo partiya me jî bi xwe re encamên girîng bîne. Ev hilbijartin dê bibe hilbijartina hesabpirsîna ji kesên îradeya gelê kurd bi rêya qeyûman xesp kirin. 
 
Qeyûm, pirsgirêka esasî ya gelê kurd e. Lewma ne tenê bajarên qeyûm lê hatine tayînkirin, di heman demê de em ê em ê hemû şaredariyên li erdnîgariya Kurdistanê xerab tên birêvebirin bi dest bixin. Em ê vê carê teqez destûrê nedin ku îradeya me tune bê hesibandin. Em ê tenê rêveberiyên herêmî bi dest nexin, ji bo qeyûm neyên tayînkirin jî em ê tevî gelê xwe ya ku ji dest tê bikin. Em ê şaredarî û bajarên xwe biparêzin. 
 
EM Ê BI BÎRA WAN BÎNIN KU EM DIYARKER IN 
 
Qeyûm ne tenê xespkirina îradeyê ye. Her wiha gelek pirsgirêkan mezin dikin û hebûna xwe didomînin. Nelirêtiyên wan derketine lûtkeyê û tu xizmetê nakin. Her wiha cihêkariyê li kurdan û jinan dikin. Derfet û çavkaniyên wan bajaran pêşkeşî kesên ne ji wan bajaran dikin. Êdî gelê kurd ji van kiryarên qeyûman bêzar bû. Em ê di vê hilbijartina pêş de qeyûman bişînin. Em ê bi bîra kesên ji ber 14’ê Gulanê digotin bandoreke wan a siyasî nîne bixin û nîşanî wan bidin bê ka em li cihekî çiqas stratejîk in û diyarker in. 
 
EM ÇENTEYÊ HAWARIYÊ YÊ TU KESÎ NÎNIN 
 
Em ê li rojavayê Tirkiyeyê modêeke ku gel û kedkar bi ser kevin û di rêveberiyên herêmî de cih bigirin esas bigirin. Em careke din dibêjin; demekî nêz berê li ser navê partiya me gelek şîrove û nîqaş tên kirin. Ji derveyî me ev nîqaş tên kirin. Divê bê zanîn ku em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin. Ji bo kesên civakê tune dihesibînin û ji sermayedaran re dixebitin rewa û girîng nînin. Ji bo kesên nelirêtiyê dikin diz in û girîng nînin. Kî ji demokrasî û çareserkirina pirsgirêka kurd bireve, em ê li dijî wan bisekinin. Ji bo ku feraseta me ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk bi ser kevin, dê tişta ji dest tê bikin. Em dixwazin ku van bajaran birêve bibin. 
 
Em ê bi tu awayî ji bingeha demokratîk, mafên mirovan ên gerdûnî, rêgezên giştî yên hiqûqê û polîtîkaya xwe wekheviya jinê tawîzê nedin. Ev bi tu awayî nabin mijara bazariyê. Em ê hevkarî û tifaqan jî li ser vê bingehê bikin. Ji her avadaniyên civakî û siyasî yên van rêgezan qebûl dikin re jî deriyê me vekirî ye. Em ê bi tu awayî nebin aliyekî hevkêşeyên ku em tê de cih nagirin. 
 
LÎSTIKÊ EM Ê BINIVÎSIN Û DEMA PÊWÎST KIR JÎ DÊ XERA BIKIN 
 
Li vî welatî em hem lîstikê amade dikin hem jî dema wexta wê hat em lîstika hêzên li dijî xwe xera dikin. Hûn dikarin li tecrûbeyên me yên berê binêrin. Di çarçoveya stratejiya xwe ya lihevkirina bajar de em ê bi derdorên civakî, siyasî û dînamîkên bajar re hevkariyê bikin. Di demeke ku ew hewl didin bi mitehitan birêve bibin de em dibêjin ku ji bo bajarên li rojava em namzet in. 
 
GEL KÊ BIXWAZE DÊ EW BIBIN NAMZETÊN ME 
 
Li herêmê gel kê bixwaze dê ew bibin namzetên me. Ji bo vê jî dê pîrozbahiyeke mezin a pêşhilbijartinê bê kirin. Di vê mijarê de daxwazeke me ji endamên PM’ê û rêxistinên me yên bajar û navçeyan û parlamenteran heye. Di van pêşhilbijartinan de em ê nebin alî. Hemû bernamzet heval û rêhevalên me ne. Ferqa tu kes ji wan ji yê/a din nîne. Yên ji encamên wan sindoqan derdikevin dê bibin namzetên me. Weke PM em ê di vê mijarê de bêhtir bihestiyar tevbigerin. 
 
JI BO ME HIQÛQA DIJMINATIYÊ DI MERIYETÊ DE YE
 
Ji bîr nekin ku em tenê li dijî partiyên siyasî natêkoşin. Li derveyî me eniyeke dijber a pir mezin heye. Heke têkoşîna me tenê li dijî partiyên siyasî bûya, ev hêsan bû. Li dijî me hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Divê em li gorî vê rastiyê tevbigerin. Her roj bi rêya weşanên xwe li dijî me propagandayeke reş dikin. Me tune dihesibînin. Tekane rêya têkbirina van manîpulasyonan jî gelê me ye. Em jî dê bi gelê xwe re vê siyasetê vala derxînin. 
 
Em ê nebêjin ji me nîne, deng neda me, di demên berê de di nava partiyên din de bû. Berevajî vê, em bi taybet jî biçin cem wan. Bawer bikin tu kurd û kedkar nînin ku ji tiştên me jiyayîn bibandor nebin. Heke em baş vebêjin, di wê baweriyê de me ku em ê bandorê lê bikin. Partiya birêxistinkirî tê wateya gelê birêxistinkirî. Ji bo vê jî ya ji destê me tê em ê bikin. Di wê baweriyê de me ku em ê di vê hilbijartinê de jî bi ser kevin.”
 

Sernavên din

25/12/2023
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn