Tevî pitika xwe ya 4 mehî di Nobeta Edaletê de ye: Em bibin dengê zindanan

  • rojane
  • 09:04 17 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Eylem Yavûz ku bi pitika xwe ya 4 mehî re beşdarî Nobeta Edaletê bû, wiha got: "Ev mesele ne tenê pirsgirêka girtiyan e, pirsgirêka me hemûyan e."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ya ku girtiyên siyasî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin, ji 27'ê Mijdarê ve dewam dike. Li gel vê ji bo piştgiriyê jî Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê hat destpêkirin, jî didome. Çalakiyên Nobeta Edaletê ji aliyê welatiyan û nûnerên saziyên sivîl ve tên ziyaretkirin.
 
Nobeta Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a li navçeya Rezanê hat destpêkirin, dewam dike.
 
Ji serdêrên Nobeta Edaletê ya Amedê Eylem Yavûz ku bi hevjînê xwe, zaroka xwe ya 8 salî û pitika xwe ya 4 mehî tev li çalakiyê bûye, tekane daxwaza wê ew e ku dengê girtiyan bê bihîstin. 
 
‘EZ JI BO HER KESÎ HATIM'
 
Yavûz, diyar kir ku ew ji bo kesên li Nobeta Edaletê bibe deng û nefes tev li Nobeta Edaletê bûye û wiha got: “Dayik li vir in, ez jî wekî dayikekê li vir im. Ez ne tenê ji bo kesên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, ji bo her kesî hatime vir."
 
Yavûz, anî ziman ku ew bi wê berpirsiyariya rabûne li ber polîtîkayên zext û zilmê di nobedê de ye û got: “Li girtîgehan gelek ferdên malbata me di greva birçîbûnê de ne. Wekî dayikekê ez bi malbata xwe û zarokên xwe re hatim. Polîtîkayên zext û zilmê her tim li ser me tên meşandin. Zext zêdetir bandorê li me jin û dayîkan dikin, divê em dengê xwe bilind bikin û ji ber vê em li vir in. Ez naxwazim zarokên xwe di bin zext û zilmê de mezin bikim. Bila êdî dayikên me êş û azarê nekişînin. Divê ciwanên me bi awayekî ewledartir derkevin kolanan." 
 
‘EM DIXWAZIN BI ZIMANÊ XWE HEBIN'
 
Yavûz ku got “Em nikarin bi zimanê xwe biaxivin û li mala xwe û bajarên xwe bi rehetî bijîn” wiha domand: “Em dixwazin bi zimanê xwe hebin. Gelek tiştên ku em dixwazin bibêjin hene. Em serbilind in, lê em nikarin bi rihetî bimeşin. Em tiştekî zêde daxwaz nakin, em tenê dibêjin ‘em li vir in.’"
 
‘CÎHAN DIBÎNE LÊ XWE LI NEDÎTINÊ DATÎNE'
 
Yavûz, anî ziman ku hemû pirsgirêkên ku tên jiyîn bi tecrîdê ve girêdayî ne û wiha berdewam kir: “Tiştên li vir diqewimin bi hev ve girêdayî ne. Divê em dengê xwe bilind bikin û bidin bihîstin. Hemû cîhan vê tecrîd, zilm û tundiyê dibîne, lê xwe li nedîtinê daniye. Em nikarin wisa bijîn, pêwîst e her kes dengê me bibihîze. Banga min ji dayik, bav û ciwanan re ye, em bi hev re bibin dengê girtîgehan. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka girtiyan û girtîgehan e, pirsgirêka me hemûyan e."
 
MA / Şîlan Çîl 
 

Sernavên din

15/01/2024
14:39 TJA: Jin bibiryar in ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin
14:38 Gultan Kişanak ji dadgehê re got: Hûn kî ne ku min didarizînin?
14:15 Girtiyê nexweş Guler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin
13:57 'Gelê me nîşan da bê ka divê demokrasî çawa be'
13:23 Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Barbaros ji bo îfadeyê birin qereqolê
12:47 Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo vegot: Dilsozê doz û gelê xwe bû
12:37 Di 48 saetan de 56 herêm hatin bombebarankirin
12:35 Hilbijartinên tura duyem ên Amedê dê kengî bên lidarxistin?
11:58 Namzetên 48 bajar û navçeyan diyar bûn
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn