Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye

  • rojane
  • 13:39 17 Kanûn 2023
  • |

ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê statûya gelê kurd bê naskirin. Bakirhan, têkildarî hilbijartinên rêveberên herêmî jî wiha got: “Deriyê me ji bo derdorên civakî yên li gel nêrîna azadîxwaziya jinê, yên hawirdorê ji rantê re venakin û ji mafên mirovan ên gerdûnî bibawer re vekirî ye.” 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê, 3’yemîn Kongreya Asayî li Navenda Kongreyê ya Celal Atik li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur û gelek parlamenter tev li kongreyê bûn. Di heman demê de malbata Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. 
 
Pankartên “Em naxwazin darbestan lê zarokên xwe hembêz bikin”, “Ji bo jiyaneke ekolojîk DEM Partî”, “Qeyûm darbeyeke li dijî vîna gel e”, “Bi kar anîna kîmyewiyan sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne” û “Ne bûdçeya qesr, şer û alîgiran, bûdçeya gel” hatin daliqandin. 
 
Di kongreyê de coşeke mezûn hebû û sînevîzyona têkildarî têkoşîna ji salên 90’î heta niha hate pêşandan. Piştre jî endamên dîwanê hatin hilbijartin.  Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin ku weke Serokê Dîwanê hate hilbijartin û Fehîme Poyraz beşdarên kongreyê silav kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji Rêxistina Îzmîrê Huseyîn Çaglar axivî. Çaglar, got ku ji HEP’ê heta niha her tim hewl dan pêşî li ber têkoşîna wan a aştî, demokrasî û azadiyê bigirin. Çaglar, diyar kir ku tevî her astengiyan jî wan têkoşîna xwe domand. 
 
'DIVÊ STATÛYA KURDAN BÊ NASKIRIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî ji ewil Denîz Poyraz bi bîr anî. Bakirhan, bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got: “Pirsgirêka kurd, pirsgirêka înkarê ye. Çand û zimanê kurdan heye. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dê pirsgirêka xizanî û bêkariyê neyê çareserkirin. Ji bo ku kurd bi zimanê xwe neaxivin û xwedî nasname nebin, zêdetirî 800 milyar dolarên vî welatî hatin xerckirin. Em dixwazin statûya gelê kurd bê naskirin. Heke ev pirsgirêk bê çareserkirin, dê îktîdar nekare xwezayê talan bike û dê vî welatî ne çete lê hiqûq û demokrasî birêve bibe. 
 
BERTEKA LI DIJÎ MHP’Ê: AVADANIYA YEKPEREST JI BO WELÊT GEF E 
 
Zextên li ser ziman û çanda kurdan didome. Konsera NÇM’ê hate betalkirin. Îktîdar û şirîkên wê li ku derê bixwazin û kengî bixwazin konseran didin. Lê kurd nikarin bi zimanê xwe konseran li dar bixin. Ev yek, şerma welêt e. Ji bo vê divê em bêhtir têbikoşin û siyaseta înkarê vala derxînin. Di salên berê de li zanîngehan beşa zimanê çûkan jî vekirin lê zimanê kurdî tune dihesibînin. Her wiha di salên dawî li ser Yilmaz Guney, Ahmet Kaya û Şêx Seîd nîqaşekî dimeşînin. Şirîkê biçûk (MHP) dibêje kurd ji bo welêt gef in. Lê di esasê xwe de yên demokrasiyê tune dihesibînin û avadaniyên yekperest ji bo welêt gef in. Êdî mecbûr in ku statûya kurdan nas bikin. Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê hene û dê her hebin. 
 
PIRSGIRÊKA ELEWIYAN
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarek da û cemxane di statûya perestgehan de qebûl kir. Heman nêzikatiya li dijî kurdan, li dijî elewiyan jî heye. Heman qeyûmên li kurdan tên tayînkirin, bi destê Wezareta Çand û Turîzmê li elewiyan tayîn dikin. Heta elewî azad dibin dê têkoşîna me bidome. 
 
TECRÎD BANDORÊ LI KARKERAN JÎ DIKE 
 
Ji ber polîtîkaya tecrîdê, Tirkiye roj bi roj xizantir dibe. Di encama polîtîkaya tecrîdê de êdî mafya welêt birêve dibe. Girtiyan ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine. Tecrîda mutleq, ne qanûnî ye ne jî wijdanî ye. Birêz Ocalan di 2015’an de ji bo komareke demokratîk vîna xwe nîşan da. Polîtîkaya tecrîdê ne tenê li ser birêz Ocalan, bandorê li karkerên Egeyê, li cotkarên Trakyayê jî dike. Em bi daxwazên girtiyan re ne û dê li gel wan têbikoşin.” 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Li Îzmîrê texrîbateke ekolojîk heye. Bi zanebûn qadên jiyanê talan dikin. Hewl didin berê gelên li ser vê xakê bidin hev. Di serdema vê îktîdarê de razemeniyek ji bo Îzmîrê nehat kirin. Lewma divê kedkarên îzmîrî û sêrtî û mêrdînî bi hev re têbikoşin. Heta ku em li hemberî qeyûmên Amedê bêdeng bin, dê qeraxên Egeyê jî pêşkeşî alîgirên xwe bikin. Lewma em neçarin bi hev re têbikoşin. 
 
DÊ BANDORA ME BIBÎNIN 
 
Dê hilbijartineke rêveberiyên herêmî ya dîrokî bê lidarxistin. Armanca me ya sereke ya hilbijartinê ew e ku qeyûm bişînin. Piştre jî dê şaredariyên li Kurdistanê di destê AKP’ê de ji wan bistînin. Li rojava em ê bi rêya Lihevkirina Bajar ku kedkar, gel, xizan, elewî, komeleyên herêmî, rêxistinên ked-pîşeyî tê de cih digirin, namzetên xwe diyar bikin. Em ê bi temamiya dînamîkên Îzmîrê re rûnin û namzetên xwe diyar bikin. Deriyê me ji bo derdorên civakî yên li gel nêrîna azadîxwaziya jinê, yên hawirdorê ji rantê re venakin û ji mafên mirovan ên gerdûnî bibawer re vekirî ye. Di hilbijartinên dawî de me nîşan da bê ka bandoreke me ya çawa heye. Bandoreke me ya wisa heye ku ji tirsan çûn bi kesên girêka beraz tên zanîn (HUDA-PAR) re tifaqê çêbikin. Em ê vê bandora xwe careke din nîşan bidin. Em bihêz in û dê bi ser kevin.”
 
Kongre bi xwendina raporên darayî û fealiyetan dom kir. Di encama hilbijartinan de Zehra Vezan Karabulut û Mehmet Kurîş weke hevserokên nû hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

25/12/2023
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn