Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin

  • rojane
  • 18:35 17 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Kocaeliyê axivî, destnîşan kir ku partiya wan hêj partiya girîng e û wiha got: “Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr bi awayekî herî xurt li Tirkiyeyê jî bi cih bînin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Kocaeliyê kongreya xwe li dar xist. Ji bilî gelek kesan Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî tev li kongreyê bû. Hevseroka Giştî Hatîmogûllari ya piştî hilbijartina endamên dîwana kongreyê axivî, beşdarvan bi kurdî silav kirin. 
 
Hatîmogûllari ya spasiyê xwe pêşkeşî xebatkarên partiyê yên li Kocaeliyê kirin, kedkarên li navçeya Acipayam a Denîzliyê di bin hezaz a madenê de ma bi bîr anîn.  
 
 ‘DOZA NAN WÊ QEZENC BIKE’ 
 
Hatîmogûllari, bal kişand ku Kocaelî herêmeke karkeran e û wiha got: “Li vir mixabin mirov mehkûmî mûçeya asgarî hatine. Em weke DEM Partiyê di demekî li Meclisê hevdîtinên budçeyê berdewam dikin de ji bo rewşa kedkaran baş bibe, mûçeya asgariyê bînin ser sînorê xizaniyê li Meclisê jî li her derê jî têdikoşin. Em li her derê bi xwişk û birayên xwe yên karker û kedkar re têdikoşin. Em soz didin ku dê li vî welatî ked, doza nanî qezenc bike.”
 
JI BO FILISTÎNÊ BANG KIR 
 
Hatîmogûllari, bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê û wiha got: “Me got em li cem gelê Filistînê yê mezlûm in. Gelê Filistînê niha tenê hatiye hiştin. Herî baş em wan fêm dikin. Ji ber ku em dizanin ku niha li Rojava, li Efrînê jî heman tiştên li Xezayê tên jiyîn, gelê kurd dijî. Em dîsa dizanin ku dagirkeriya Îsraîlê tê çi wateyê. Ji ber ku em baş dizanin ku li Rojava, li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê kurd çawa tê qetilkirin, bi ÎHA û SÎHA’yên ji Tirkiyeyê radibin dizanin kirdeyên siyasî yên wê derê, kesên têkoşîneke demokratîk didin çawa tên qetilkirin. Em niha baş dizanin ku ji bo îro gelê kurd li Rojava statuyekê bi dest nexe desthilata heyî bi polîtîkayên dijminatiya gelê kurd çi dike. Me duh ev yek teşhîr kir û li dijî vê têkoşiyan em îro jî vê teşhîr dikin û li dijî vê têdikoşin. Em tînin bîra AKP’ê hûn desthilat in heke bi rastî li cem gelê Filistînê ne, ewilî dest ji hemû peymanên mirovî û bazirganî berdin. Heke hûn bixwazin di pirsgirêka Filistînê de bibin garantor, hûn ê rê li ber çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd li Sûriyeyê û bi taybet li Tirkiyeyê û li çar parçeyên Kurdistanê vebikin.”
 
 
‘EM LI CEM MALBATÊN NOBETA EDALETÊ DIGIRININ’ 
 
Hatîmogûllari qala tecrîda li Îmraliyê jî kir. Hatîmogûllari di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bo tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji holê bê rakirin û birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe niha li 106 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye. Malbat jî ji bo piştevaniya çalakiya girtiyan di nobeta edaletê de ne. Em ji vir careke din qîr dikin. Bila tecrîd demildest rabe û em ji vir ji dayikên me yên têdikoşin û nobeta edaletê re silavê dişînin. Em li cem we ne. Em bi we re ne.
 
EM HEMÛ HEQARETA LI BAHÇELÎ VEDIGERÎNIN  
 
 Duh Bahçelî li Meclisê gotiye ku Partiya DEM’ê xizmetê ji terorê re dike.’Bila Bahçelî baş bizane ku bi nasnekirine zimanê kurdî û dijminatiya gelê kurd dijminatiya herî mezin li vî welatî dike. Hemû heqaretên ku li me kirine ez ji vir li pêşberî we li wî vedigerînim. 
 
CIWAN HÊVIYA TIRKIYEYÊ NE 
 
 Em kongreyên xwe yên giştî li Tirkiyeyê jî bakurê Kurdistanê jî didomînin. Em ji bo hilbijartina herêmî jî di nav amadekariyeke xurt de ne. Dê di 24’ê mijdarê de li Amedê Kongreya Ciwanan pêk were. Ciwan hêviya Tirkiyeyê ne. Dema em li dîroka Tirkiyeyê, ya welatparêz û şoreşgeran dinêrin ciwan her tim bûne pêşengên têkoşînê. Ciwanên kurdan jî yên Tirkiyeyê jî. Ji ber vê dizanin polîsan tundî li endama me ya MYK’ê û berdevka me ya Meclisa Ciwanan rêzdar hevrêya me Edanûrê kir, we dît ku çawa çavê wê reş û şîn kiribûn. Me ev qet qebûl nekir, em ê tucar qebûl nekin jî.
 
DEM PARTÎ HÊJ PARTIYA GIRÎNG E  
 
Hilbijartin yek ji rojevên ku herî zêde hûn û tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê li bendê ne û yek ji rojevên ku em lê binêrin em ê çi bêjin e. Ji bo DEM Partiyê dibêjin ‘rola xwe ya partiya girîng’ winda kir. Me berê jî got em niha jî dibêjin rola me ya partiya girîng berdewam dike. Ji ber ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan rola xwe ya girîng bi hîleyên li sindoqan bi dest nexistiye, bi protoqolên sexte bi dest nexistiye. Em demokrasiyê ji dil diparêzin. Em azadiyê, wekheviya jinan, mafê xweza, karker û kedkaran ji dil parast. Di serî de gelê kurd mafê zimanê dayikê û perwerdehiyê ya hemû gelên li vî welatî dijîn me ji dil parast. Ji ber vê yekê me rola xwe ya partiya girîng duh jî winda nekir û îro jî winda nekiriye.
 
LIHEVKIRINA BAJÊR  
 
Di van hilbijartinên herêmî de em ê weke hevserok û berdevkên partiyê helwesteke çawa nîşan bidin, bi raya giştî re bi berfirehî parve kir. Me got ku em ê biryara xwe ya dawî li civîna Meclisa Partiyê ya duh û pêr hate lidarxistin bigirin. Me stratejiya hilbijartinê li ber çavan derbas kir. Serlêdanên me bi awayekî zêde berdewam dikin. Em ji her derê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê serlêdanên bernamzetan werdigirin. Li Tirkiyeyê jî komîsyonên me hatin avakirin û li wir jî serlêdan didomin, di serî de jin, ciwan û xwişk û birayên me yên astengdar, ji kerema xwe herin serî lê bidin û serlêdanên xwe yên bernamzetiyê bikin. 
 
Yek ji biryara herî girîng ku li Meclisa Partiyê de hate wergirtin Lihevkirina bajêr e. Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr bi awayekî herî xurt li Tirkiyeyê jî pêk bînin. Em dixwazin çi bêjin? Dema em qala Lihevakirina Bajêr dikin em qala hemû dînamîkên bajêr dikin. Em qala hemû hêzên demokrasiyê yên Kocaeliyê dikin. Em behsa formuleke ku temsîliyeta rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên sivîl, komeleyên herêmî, tevgerên jin û ciwanan, xwezayê û parêzvanên mafên mirovan û hemû baweriyan dikin ku di rêveberiya herêmî ya wî bajarî de xwe îfade bikin û îradeya wan di rêveberiya wî bajarî de bê nîşandan. Me di civîna xwe ya Meclisa Partiyê ya duh de biryar girt ku bajêr bi bajêr li ser vê formulê bixebitin. Me têkildarî vê biryar da ku ji bo bingeha Lihevkirina Bajêr bê amadekirin ji bo hevdîtinên navendî bên kirin yekeyekê ava bikin. Em ê di civîna xwe ya MYK’ê ya sibê de ka dê yeke çawa be û xebatên li navendê werin bi rê ve birin bi awayekî hûrgilî derxînin holê. Yek ji vebijêrkên herî xurt ên li Tirkiyeyê ku li ser maseyê ye, bêguman rengvedana vîna me ya li ser rêveberiyên herêmî ye. Ne tenê ev yek hat wateya danîna namzetan, di heman demê de me vekirîbûna xwe ya li hevkariya hilbijartinê jî anî ziman. Ev ferasetbû ku duh di civîna me ya PM'ê de eşkere bû. 
 
EM BI HEV RE SERBIKEVIN 
 
Em ji vir careke din dibêjin; em ê şaredariyên xwe ji qeyûman bigirin. Gel dê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Li bakurê Kurdistanê jî li Tirkiyeyê jî dê wiha be. Em ji Kocaeliyê bang dikin. Em weke ku dê hilbijartin sibê çêbibe xebatên komîsyonên xwe bi dawî bikin, derî bi derî bigerin. Em destê mirovekî nehêlin ku me ne girtî. Em têkoşîn û doza mafdar a DEM Partiyê vebêjin. Me ji navenda xwe heta herêmên xwe seferberiyek îlan kir. Seferberiya xebatê. Seferberiya ku em biçin cem gelê xwe. Ez ji vir bang li hemû gelên me yên li Kocaeliyê dikim; bila vîna me di rêveberiyên herêmî de bê nîşandan. Li dijî pêkanînên antî demokratîk em bingeha têkoşîna demokratîk bi hev re ava bikin. Em bi hev re serbikevin. Em bi rêxistinkirinê serbikevin. Em bi piştevaniyê serbikevin.”
 
 

Sernavên din

25/12/2023
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn