DEM Partî: Di 11 mehan de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin, 319 hatin girtin

  • rojane
  • 10:43 18 Kanûn 2023
  • |

ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê da zanîn ku di 11 mehên sala 2023’yan de zarok û gelek rêveberên partiyê jî di nav de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin û 319 kes jî hatin girtin. 

 
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nûray Ozdogan û Ozturk Turkdogan bi daxuyaniyekê rapora êriş û binpêkirinên mafan ên ji sala 2015’an heta niha li dijî endamên partiya wan hatine kirin parve kirin. Daxuyanî li avahiya partiyê hate dayîn û Turkdogan rapor xwend. 
 
Turkdogan, da zanîn ku êrişên li dijî partiya wan ji daneyên di raporê de hatine destnîşankirin zêdetir in û wiha got: “Tevî van êrişan jî têkoşîna partiya me ya ji bo aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê biisrar didome.” 
 
22 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Turkdogan, diyar kir ku di encama operasyonên ji sala 2015’an heta niha yên li dijî partiya wan de herî kêm 22 hezar û 818 partiyî hatine biçavkirin û hevserokên giştî jî di nav de herî kêm 4 hezar û 334 kes jî hatine girtin. Turkdogan, wiha dom kir: “Di navbera çileya 2015’an û 10’ê kanûna 2023’yan de 104 hevserokên me yên bajaran, 201 hevserokên navçeyan û hevserokekê me yê bajarokê hatin girtin. Ji sala 2015’an heta niha hevserokên giştî jî di nav de bi giştî 24 parlamenterên me û 30 endamên MYK’ê hatin girtin.” 
 
RAPORA QEYÛMAN
 
Bi domdarî Turkdogan destnîşan kir ku hêj niha jî 7 parlamenter û 14 endamên MYK’ê girtî ne û parêzbendiyên 15 parlamenteran jî hatine betalkirin. Turkdogan, wiha got: “Kesên ku her carê q ala îradeya gel dikin, dema mijara behsa xeberê dibe îradeya gelê kurd û dostên wan, vê îradeyê nas nakin. 93 hevşaredarên me yên di 30’ê adara 2014’an de hatin hilbijartin hatin girtin, li 95 şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin. Ji 10’ê kanûna 2023’yan ve 27 hevşaredarên DBP’î hêj girtî ne.  Hevalên me yên hevşaredar ên ji sala 2016’an heta niha girtî hene. Îktîdara AKP’ê ku li Kurdistanê vîna gel dihesibîne, piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an dîsa dest bi operasyona tayînkirina qeyûman kir. Ev operasyon di 19’ê tebaxa 2019’an de dîsa dest pê kirin û di nava vê pêvajoyê de 43 hevşaredar hatin girtin û li 48 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Di halê hazir de 17 hevşaredarên me hêj girtî ne.” 
 
44 HEVŞAREDARÊN ME GIRTÎ NE 
 
Turkdogan, wiha domand: “Hêj niha jî 44 hevşaredarên me dîlgirtî ne. Têkildarî îsal ez çendek reqemên din bidim; tenê di nava 11 mehên sala 2023’yan de 72 jê zarok û 60 jê rêveberên bajar û navçeyan, bi giştî 2 hezar û 906 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan 4 jê zarok bi giştî 319 kes hatin girtin. Herî dawî jî hevserokê me li Îzmîrê hatibû girtin. Êrişên fîzîkî yên li dijî partiya me jî di asteke xeternak de ne. 
 
336 ÊRIŞÊN FÎZÎKΠ
 
Bi qasî ku me tespît kirine, di navbera salên 2015-2023’yan de li dijî partiya me herî kêm 336 êrişên fîzîkî hatin kirin. Di van êrişan de 2 endamên partiya me jiyana xwe ji dest dan û 76 HDP’î birîndar bûn. Her wiha li dijî partiya me êrişên bombeyî hatin kirin. Di van êrişan de 142 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî hezar hevalên me jî birîndar bûn. Di rapora me de binpêkirinên sal bi sal hatine tespîtkirin. Lê ji sala 2015’an ve yên ku dê ji bîrê neçin ew in ku ji 24’ê tîrmeha 2015’an piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û şer dest pê kirî, bênavber berdewam kirin. 
 
Qedexeyên derketina derve di 16’ê tebaxa 2015’an de dest pê kirin. Qedexeyên derketina kolanan niha jî bi destê waliyan tê domandin ku her 15 rojan carekê biryara qedexeyê radigihînin. Dê komkujiya Gar a Enqereyê ya di sala 2015’an de û Komkujiya Pirsûsê tu caran ji bîra me neçin. 
 
Di sala 2016’an de her wiha hevserokên me yên giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hevalên me yên parlamenter û hevşaredar di encama operasyonên siyasî de hatin binçavkirin û girtin. Êrişên li dijî sivîlan ên sala 2016’an jî berdewam kirin. Êrişên li dijî partiya me jî berdewam kirin. Di sala 2017’an de bûyereke ku tu caran ji bîra mirov neçe qewimî. Êrişa nîjadperest a li dijî cenazeyê dayika Aysel Tugluk, Hatûn Tuglukê ye. Dê ev êriş tu caran ji bîra gelê kurd neçe. Yên ku ev êriş kirin divê ji xwe şerm bikin.” 
 
Turkdogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sala vekirina doza girtinê ya li dijî partiya me ye. Li rexekî doza kompasê li rexa din jî doza girtinê.” 
 
Bi domdarî Turkdogan bal kişand ser tiştên li herêmên erdhejê qewimîn û wiha pê de çû: “Çawa ku mudaxileyî kampanyaya me ya malbatên xwişk-bira kiribin, mudaxileyî alîkariyên erdhejê jî kirin. Vî welatî erdhejên Mereşê jiya û zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Diviyabû alîkariyên civakî dewlet bike lê mudaxileyî kampanyayên me yên piştevaniyê kirin û konên me rakirin.” 
 
'DIVÊ DEV JI QEYÛM BERDIN’ 
 
Turkdogan ku got; “Heta ku di mijara pirsgirêka kurd de îktîdar dest bi pêvajoya aştiyê neke dê nekare demokratîk bibe û ji polîtîkaya zextê xelas bibe” û ev tişt anî ziman: “Divê ev welat dev ji polîtîkaya qeyûman berde. Vîna gel divê esas bê girtin. Hûn dê rêzê ji bo vîna gelê kurd bigirin û êdî serî li tayînkirina qeyûman nedin. Bi destê darazê her tim mudaxileyî me tê kirin û divê dev ji vê berdin. Divê ewqas bi qanûnên hilbijartinê neyê lîstin û hewcehî bi qanûna partiyên siyasî heye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi azadiya xweîfadekirinê û baweriya bi hiqûqê heye. Bêguman ev pirsgirêk tevek tenê dikarin li ser bingeheke demokratîk bên çareserkirin.” 
 
'EM LI GEL HEV BISEKININ’ 
 
Hevberdevk Nûray Ozdogan jî got ku dê ne partiya wan ne jî dostên wan bi zextên îktîdarê ji rêya xwe dûr nekevin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin di nava mercên demokratîk û wekhev de bikevin hilbijartinan. Armanca ji van êrişên li dijî partiya me ew e ku siyaseta wê nekare li ser vê xakê pêş bikeve. Banga me li hemû derdorên demokratîk ew e ku li gel me tevbigerin. Di roja sêşemê de hevseroka me ya berê Fîgen Yuksekdag dê biaxive. Di esasê xwe de ne parastin, dê hinek beyanan bike. Dadgeha eceleyê dike. Weke hûn jî dizanin beriya hilbijartinên giştî mutalaa hatibû eşkerekirin. Niha jî hewl didin beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî biryarekê bidin. Ne şandeya dadgehê lê îradeya siyasî vê dike. Lê tevî her tiştî jî dê têkoşîna gelên me bidome.”
 

Sernavên din

25/12/2023
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn