‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’

  • rojane
  • 16:09 28 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên li Amed, Wan, Îzmîr û Mêrsînê Nobeta Edaletê didomînin, anîn ziman ku dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin. 
 
Nobetên Edaletê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de li Wan, Amed, Stenbol, Îzmîr, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin bi serdanên piştevaniyê didomin. 
 
WAN 
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 24’an de berdewam kir. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Qelqeliyê, Komeleya Lêkolînên Çand, Huner û Ziman (ARSÎSA), Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê (GOÇ-DER’a Serhedê), şêniyên Taxa Hafiziye ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiya Qelqeliyê Bûrhan Atmaca yê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK’Ê Abdullah Ocalan û giriyan qebûl nakin û anî ziman ku divê gel li dor nobetê bibe xelek û got: “Hevalên me di girtîgehê de ne û di bin tecrîd û zextan de ne. Em weke gel divê li dora wan bibin xelek.”
 
Piştî axaftinan dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
MERSİN 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê li avahiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê hatiye destpêkirin jî di serî de Meclisa Dayikên Aştiyê bi tevlibûna gel di roja 25’an de berdewam kir. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Şemsa Acar a di nobetê de cih girt wiha axivî: “Armanca me ya ewil a runiştina me ya li vir Serokê me ye. Heta ku Serok û girtiyên me li wir bin em jî dê li vir vin. Heta ku em bêhnê bistînin em ê piştgiriya wan bikin. Em ê serbikevin.”
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ku Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya EGE’yê (EGE TUHAYDER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û malbatên girtiyan, li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir. Li eywana çalakiyê bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em ê tecrîdê bişikînin, ji bo aştî û demokrasiyê em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Rêxistinên sivîl ên civakî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û gelek welatiyan serdana çalakiyê kirin. 
 
Dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hate qetilkirin, Fehîme Poyraz a di nobetê de axivî, diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi Nobeta Edaletê kirine û wiha got: “Destûr nayê dayîn ku birêz Abdullah Ocalan 3 sal in bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Li dijî vê yekê girtiyan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kirin. Divê daxwaza girtiyan were bicihanîn û tecrîd were rakirin.”
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya Amedê ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 25’emîn de bi serdanên piştevaniyê berdewam kir. Rêveberên MED TUHAD-FED’ê, DEM Partiyê û dayika Cîhan Gokalp ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Erziromê tê ragirtin, Bîrgul Gokalp tev li bû. 
 
Çalakvanan li eywana ku pankartên “Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê bişikînin û deng bidin zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyeke civakî em ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin” pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. 
 
Di dema çalakî berdewam dikir de Cîhan Gokalp bi telefonê li dayika xwe geriya. Gokalp ê anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê çalakiyê dikin, banga hestiyariyê li herkesê kir û wiha got: “Divê herkes li dora vê çalakiyê bibe xelek. Divê gelê me di rêya birêz Ocalan de bimeşe. Divê gelê kurd xwe nas bike. Cihê çareseriyê diyar e.”
 
Dayika girtî Gokalp jî wiha got: “Heta ku tecrîd neyê rakirin û zextên li girtîgehan bi dawî nebin dê çalakiya me berdewam bike.”
 
Çalakî tevahiya rojê bi klamên malbatan gotin û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

20/01/2024
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:49 Êrişî gora endamê YPS’ê kirin û kevirê gora wî desteserkirin
17/01/2024
21:50 Girtiyê nexweş Varişlî jiyana xwe ji dest da
21:45 Meclisa Jinan a DBP'î: Jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistin
21:00 Li Geverê hevşaredar hatin hilbijartin
20:50 Der barê kujer polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez de biryar lêgerîna bi bultena sor
20:44 Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
17:05 Nobeta Edaletê: Divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyan derkevin
16:51 ATK’ê leza wesayîta zirxî ya ku li Mîracê 6 salî da nekarî tespît bike!
16:40 Li Hatayê kon û konteynir di bin avê de man
16:28 Li Stenbolê dema binçavkirinê ya 21 kesan hate dirêjkirin
16:21 Ciwan amadekariya çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ dikin
15:10 Komeleya Dema Jinan e: Bi binçavkirinan dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin
15:09 HSK’ê ji bo bijartina 4 endamên Dadgeha Bilind hilbijartin kir
13:55 Bavê Mîraç Mîroglû: Heke ku min li polîs xistibûya dê cezayê muebedê bidana min
13:43 Ji ber teqandina dînamîtan zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê