Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin

  • rojane
  • 09:46 20 Çile 2024
  • |
img

STENBOL - Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Sezîn Ûçar diyar kir ku divê CPT rapora xwe ya der barê serdana Îmraliyê de eşkere bike û got ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, dê tevî gelek parêzeran serî li Wezareta Dadê bidin.

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Di Sîstema Cezayê De Civaka Sivîl (CÎSST), baroyên Êlih, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha û Wan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê 34 meh in agahî ji wan nayê girtin hevdîtinê pêk bînin, di 12'ê Çileyê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan ku demildest "hevdîtin" pêk bê. 
 
Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Sezîn Ûçar der barê serlêdanê de axivî. Ûçar, serdanên CPT’yê yên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi bîr xistin û got ku divê CPT rapora xwe ya der barê serdanan de eşkere bike.
 
 
Prz. Sezîn Ûçar 
 
‘DIVÊ CPT'Î RAPORA XWE BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE BIKE'
 
Ûçar anî ziman ku CPT ji bo pêşîlêgirtina li îşkenceya dewletan a li ser welatiyan e û bi bîr xist ku CPT di demên cuda de serdana Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ziyaret kiriye. Ûçar da zanîn ku CPT jî mîna hemû saziyên navneteweyî xwedî wê rayeyê ye ku zorê bide dewletan û got ku heman CPT di warê îşkenceya li girtîgehên li welêt de girîng e. Ûçar, anî ziman ku Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di aliyê pirsgirêk û şêwazên îşkenceyê de xwedî cihekî taybet e û wiha got: "Serdanên ku CPT’yê di salên dawî de kirine hene. Em dixwazin rapora CPT'yê ya ji bo vê serdanê bi raya giştî re bê parvekirin. Ji ber ku mafekî wê ya wisa heye. Li gorî benda 2’yemîn a xala 10’an a peymanê xwedî rayeyeke wiha ye ku divê bi raya giştî re bê parvekirin. Lê di eslê xwe de divê CPT li gorî felsefe û peymana xwe ya damezrandinê daxuyaniyekê bide raya giştî. Em difikirin ku sazî û peymanên navneteweyî ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq girîng in. Serlêdan hem ji bo zor li dewleta Tirkiyeyê bê kirin hem jî ji bo ji qada navneteweyî re bandora tecrîdê bê gotin, serlêdaneke girîng bû. Ji ber vê yekê me bi îmzeya 8 baro û komele û saziyan serlêdanek kir. Ji lew re gava ku saziyên hiqûqê tecrîda Îmraliyê têxin rojeva xwe, dê bandora li ser CPT'yê zêdetir bibe." 
 
Ûçar anî ziman ku rayeya CPT'yê heye ku raporên xwe û çavdêriyên xwe eşkere bike û got ku bingeha sereke ya serlêdanê ew e ku erk û rayeyên CPT'yê bi bîr bîne. Ûçar anî ziman ku divê rewşa neragihandina mutleq ji holê bê rakirin û got ku saziyên hiqûqî hewl didin li Kurdistan û Tirkiyeyê rewşa neragihandina mutleq bixin rojeva xwe. 
 
‘EM Ê SERÎ LI WEZARETA DADÊ JÎ BIDIN'
 
Ûçar anî ziman ku ji bo serdana Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bê kirin û ji bo şikandina tecrîdê dê di demên pêş de serî li Wezareta Dadê jî bidin û got: "Hevalên me yên li baroyên cuda yên Tirkiyeyê, dê bi xwe serlêdanê bikin. Bi îmzeyên xwe serî li Wezareta Dadê bidin. Ev mesele hem berpirsiyariya baroyan hem berpirsiyariya saziyên hiqûqê hem jî bi awayekî ferdî berpirsiyariya hemû parêzeran e. Ev tecrîd bi hêleke xwe binpêkirina mafê parastinê ye jî. Em dikarin bibêjin ku mafê parastinê di vî warî de hatiye sînordarkirin. Ji ber vê yekê, ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê bi îmzeyên gelek hevalên xwe yên parêzer serî li Wezareta Edaletê bidin.”
 
BANGAWAZÎ
 
Ûçar bang li saziyên hiqûqê, baroyan û hemû parêzeran kir û got ku şert û mercên tecrîda li Îmraliyê ne li derî bêhiqûqiyên din ên li welêt in. Ûçar diyar kir ku TTB û gelek saziyên hiqûqê li hemberî tecrîda li Îmraliyê "bêhesas in" û got ku tiştên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê qewimîne bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ne. Ûçar anî ziman ku tecrîd bandorê li ser pirsgirêka kurd û têkoşîna jinê jî dike û got: “Pirsgirêkên cur bi cur ên civakî jî ne li derî tecrîdê ne. Ji ber vê yekê jî divê saziyên hiqûqê li hemberî vê bêhiqûqiyê hestiyar tevbigerin û bi bandortir têbikoşin."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

15/02/2024
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin