‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, anî ziman ku li Tirkiyeyê di demekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin de pereyên ji girtiyan re tên şandin ji bo ji “lîsteya gewr” a Hêza Peywîra Çalakiyên Malî (FATF) derkeve dibin mijara sûc û got: “Hûn nikarin 3-5 qûriş pereyan bikin mijara sûc û ji lîsteya gewr derkevin.”
 
Derheqê dayika bi navê Hatîce Yildiz a 75 salî de bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” doz hatibû vekirin û 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî erêkirina cezayê wê jî hate girtin. Ev yek bû mînaka ku li Tirkiyeyê êdî her tişt dikare were terorîze kirin. 
 
Bertekên ku li dijî vê rewşa Yildiz pê re rûbirû maye berdewam dikin. Niha tê mereqkirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dê ji serlêdana parêzerên Yildizê re biryareke çawa bide. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, têkildarî Yildiz a di 75 saliya xwe de hate girtin ji ajansa me re axivî. 
 
Balaban, bertek nîşan da ku girtina Hatîce Yildiz ji aliyê kesên fermî ve hatiye îstîsmarkirin û kesên ji bo xizmên xwe yên di girtîgehan de pereyan dişînin hatine terorîzekirin û têgihiştinek di vî alî de afirandiye.
 
‘NE WIJDANÎ NE JÎ EXLAQÎ YE’ 
 
Kuçukbalaban, anî ziman ku li Tirkiyeyê bi milyaran dolar tên fihêlkirin lê şûna ku li dijî vê têkoşînek were meşandin, pereyên ku mirov ji zarokên xwe yên di girtîgehan de dişînin di vê çarçoveyê de digirin dest. Kuçukbalaban, bi lêv kir ku ev yek “ne exlaqî ye û ne jî wijdanî ye”.
 
BIRYARÊN BERAETÊ HENE
 
Balaban, da zanîn ku weke komele serlêdanên cuda yên weke Hatîce Yildizê wergirtine û wiha got: “Bi taybetî ji bo kesên ku ji endamtiya rêxistinê ceza li wan tê birîn, ji bo pereyên ku malbatên wan şandine lêpirsîn tên vekirin. Lê belê di vê mijarê de biryarên beraetê yên hatine dayîn jî hene.”
 
HER TIŞT DI ÇARÇOVEYA RÊZIKNAMEYÊ DE YE
 
Kuçukbalaban, bal kişand ku pereyê ji girtiyan re tên şandin bi agahiya rêveberiya girtîgehê digirin cihê emanete, belavkirin û mîqtara xerckirinê li gorî rêziknameyê hatiye diyarkirin û ev tişt gotin: “An ku kê şandiye, çiqas şandiye divê çiqas xerc bike ev li gorî rêziknameyê hatine diyarkirin, têkildarî vê yekê bêhiqûqiyek nîne. Ji ber vê yekê em dibînin ku pêvajoya têkildarî Hatîce Yildizê çiqas bi awayekî bêwijdanî tê birêvebirin. Ji ber vê yekê li vir rewşeke cezakirinê ji xwe heye, ji bilî vê hevdîtina bi malbatê re qedexe dikin, têkiliya wan a bi derve re qût dikin. Ne hiqûqiye ku ji bilî cezayê lê hatiye birîn bi vî awayî were cezakirin. 
 
HÛN NIKARIN WIHA JI LÎSTEYA GEWR DERKEVIN’ 
 
Balaban anî ziman ku pereyên ji girtiyan re tên şandin ji bo ji “lîsteya gewr” a Hêza Peywîra Çalakiyên Malî (FATF) derkeve dibin mijara sûc û got: “Hûn nikarin 3-5 qûriş pereyan bikin mijara sûc û ji lîsteya gewr derkevin.”
 
MA WEZARETA DADÊ NABÎNE?
 
Kuçukbalaban, axaftina xwe wiha domand: “Dema em li dosyayên ku hatine ber destê me dinêrin dibînin ku an 200 lîre an jî 400 lîre hatine razandin. Niha 200 lîreyên ji bo pêdiviya girtiyekî/ê tên razandin çawa dibe ku ji bo fînansekirina terorê tên bikaranîn? Bi rastî jî aqlê wan têra vê yekê dike an jî dikarin vê rave bikin? Li aliyê din berdewama vê rewşê ya li ber çavên raya giştî, wijdanan diêşîne. Rewşa Hatîce Yildizê li holê ye. Niha vê yekê Wezareta Dadê nabîne? Kesên dewletê bi rê ve dibin nabînin? Dayikê tenê pere razandî ye. Hûn jî dibêjin ku ew pare ji bo rêxistinê weke alîkarî hatiye razandin. Ravekirina vê ya bi hiqûqê nîne.”
 
DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ BERPIRSYARTIYÊ BIGIRIN 
 
Kuçukbalaban destnîşan kir ku divê her kes li dijî sûcdarkirin û girtina mirovan ji bo pereyên ku ji xizmên xwe re dişînin di girtîgehê de çi ji destê wan tê bike û bal kişand ser vî tiştî ku divê bi taybet partiyên siyasî di mijara çêkirina sererastkirinên qanûnî de berpirsyartiyê bigirin. 
 
Kuçukbalaban, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji xwe diyare ku ev pere li qantînan tê xerckirin, ji ber vê yekê şansekî wan nîne ku wan ji wir bişînin cihekî din. Meseleya pereyan hemû li ser pêdiviya girtiyan e. Em ê li dijî vê têbikoşin. Niha pirsgirêkeke têkildarî mewzûatê nîne. Tenê ji bo ku Tirkiye ji lîsteya girî ya derkeve û ji qada navnetewî re bibêje ‘ez van tiştan dikim, min evqas mirov darizandin û min ev qas pere xelaskirin’ van dike. Ez dixwazim bibêjim ku ev pere, pereyên ewqas biçûk in ku pêkenok in.”
 

Sernavên din

24/04/2024
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan