Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye

  • rojane
  • 12:00 25 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku rewşa xebatkar û envanterên beşa agirkujiyê ya şaredariya ji qeyûm dewr girtin gelek xerab e û wiha got: “Rojê derdora 80 îxbarên şewatê tên. Em hewl didin bi 298 xebatkar û 59 wesayîtan xizmetê bidin gel.” 
 
Di şewata 20’ê hezîranê ya li navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de ku ji ber têlên ceyranê derket, 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji ewil komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mudaxileyî şewatê kirin û bangên ji bo helîkopteran hatin kirin jî bêbersiv man. Şewatê bandor li herêmeke mezin kir. Piştre jî li Bismil, Erxenî û herêma Qerejdaxê ya li Xana Axpar jî şewat derketin. 
 
Bi hatina demsala havînê re hejmara şewatan zêde bû. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak têkildarî komên agirkujiyê yên şaredariyê de axivî. 
 
ROJÊ 80 ÎXBARÊN ŞEWATÊ TÊN
 
Bucak, di serî de kesên di şewata li Xana Axpar û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Bucak, got ku piştî 20’ê hezîranê gelek îxbarên şewatê ji wan re hatine. Bucak, da zanîn ku di 23’yê hezîranê de 284 îxbarên şewatê ji wan re hatine û wiha got: “Di rojên piştre de jî her roj nêzî 80 îxbar tên. Piraniya wan jî îxbarên şewatên li nava zeviyan, yên xozanan û ji ber birûskan derdikevin in. Di 23’yê hezîranê de li herêma Ovabag a Qerejdaxê li qada bikevir û daristanê şewat derket. Tavilê bi helîkopterê mudaxile kirin û vemirandin.” 
 
59 WESAYÎT Û 298 XEBATKAR HENE
 
Bi domdarî Bucak anî ziman ku bi rewşa heyî re mumkin nîne bi hemû şewatan re bigihijin û wiha pê de çû: “Ev jî me diêşîne. Rewşa personelên teknîkî û envanterên yekîneya agirkujiyê ya me dewr girtî kambax e. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xizmetê ji herêmeke pir berfireh re dike û vê jî bi 298 xebatkaran dike. Lê divê ev hejmar bi ser 500’î re be. 59 wesayîtên me hene lê di tevekan de dereske tune ne. Avreşok, pêşwesayît û tankerên avê hene. Wesayîtên rizgarkirinê yên pirarmanc hene lê bi giştî hejmara van tevekan 59 e. Anku ji ber hejmara kêm a xebatkar û wesayîtan, em nikarin wekî tê xwestin mudaxileyî hemû şewatan bikin. Em pê re nagihin. Li navçeyên me yên derve jî navendên koordînasyonê û yekîneyên agirkujiyê hene. Divê em hejmara xwe ya li Xana Axpar, Bismil û navçeyên din jî zêde bikin. Di mijara wesayît, envanter, cil û bergên biqelîte yên li dijî agir parastî, lepik, kask û bêtêl gelek kêmasiyên me hene. Piştî me di 8’ê nîsanê de mazbata girtî, yek ji yekîneyên ji ewil me tespît kiriye jî yekîneya agirkujiyê ye. Ji ber ku yekser berpirsyartiya wan a xelaskirina can û mal heye.” 
 
TENÊ DU WESAYÎTÊN BI DERESKE HENE 
 
Di berdewamê de Bucak diyar kir ku qeyûman di nava 8 salan de tu xebat ji bo yekîna agirkujiyê nekiriye û wiha derbirî: “Hinek wesayîtên me 15 salî ne. Tenê du wesayîtên me yên bi dereske hene. Yek ji wan derdora 50-40 metre ye. Yek ji van di sala 2015’an de ji hêla Almanyayê ve hatiye şandin û ya din jî dema berê hatiye standin. Dema em li salên di navbera 2016-2024’an de dinihêrin, ne wesayîtên bi dereske anîne ne jî ji bo vê yekîneyê tiştek hatiye kirin. Em dibînin ku di sala 2022’yan de ji bûdçeya yekîneya agirkujiyê 8 milyon û 600 hezar TL ji bo yekîneyên din hatine bikaranîn. Di halê hazir de kêmasî hene. Şewata 20’ê hezîranê careke din nîşan da ku divê tavilê îhaleyên wesayîtan bên kirin, alîkariyeke cidî ya ekîpmanan were kirin û xebateke baş bê meşandin.” 
 
ZIYANÊN ŞEWITANDINA XOZANAN
 
Hevşaredar Serra Bucak destnîşan kir ku têkoşîna li dijî şewitandina xozanan her tim heye û ev hişyarî kir: “Şaredarî her sal ji meha gulanê heta mijdarê bang li gel dike. Banga me ji bo gelê me ew e ku xozanan neşewitînin. Ev zirareke mezin didin ekosîstema me. Her wiha berhemdariya axê tune dibe. Dibe sedema mirina tevahiya zindiyên li wê herêmê. Carnan jî dibin sedema şewitîna zeviyên çandî. Xozanê hûn dişewitînin dibe ku ji bo kesên din bibe sedema karesatê. Ji kerema xwe xozanê neşewitînin. Divê em di vê mijarê de bi keya û şêniyên gund û taxan re bicivin û vê mijarê nîqaş bikin. Divê em vê mijarê li her platformê belav bikin.” 
 
DI 2 MEHAN DE 364 ŞEWATÊN XOZANÊ
 
Bucak, daneyên şewatên xozanan ên li gorî salan wiha parve kir: “Di navbera mehên hezîran-mijdara 2020’an de 3 şewatên xozanê hene. Di heman mehên sala 2021’an de 489, di ya 2022’yan de 485, di 2023’yan de 810 û tenê di meha gulana 2024’an de 54 şewat derketine. Heta meha hezîranê xelas nebûyî jî ev reqem derketiye 310’an. Ev daneye nîşan didin ku xetereyeke cidî heye. Lewma di mijara ekîpman û xebatên hestiyariyê de berpirsyartiyeke me ya mezin heye. Banga me ya ji bo gelê me ew e ku neşewitînin.” 
 
‘BILA WEKE HERÊMA KARESATÊ BÊ RAGIHANDIN’
 
Bucak, da zanîn ku ji kêliyên ewil ên şewatê re bi awayekî koordîneyî li qadê xebitîne. Bucak, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê ji vir û şûnde jî li cem gelê xwe bin. Em ê wan bi tenê nehêlin. Li gundan zarok hene. Hem komîsyonên zarokan hem jî komeleyên di qada zarokan de û serokatiya xizmetên civakî dest bi xebatên psîko-sosyal kirin. Em ê piştevaniyê xurtir bikin û birînên xwe bi hev re bipêçin. Lê ev bi tena serê xwe bes nake. Ji roja ewil ve em bang dikin ku ev herêm weke ‘Herêma Karesatê’ bê ragihandin. Divê ji bo cotkarên me yên mexdûr bûne fon bên avakirin, xesar bê tespîtkirin û alîkariya madî were kirin. Weke şaredarî çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bikin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

03/07/2024
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin