Turkoglû: Dixwazin ji bo kujerên jinan efûyê derxînin

  • jin
  • 11:04 26 Hezîran 2024
  • |
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku îktîdar hewl dide bi rêya Paketa Darazê ya 9’emîn ji bo kujerên jin û zarokan efûyê derxîne û ev tişt anî ziman: “Di xala 27’emîn a paketê de berdana kesên gelek caran sûc kirin jî heye.” 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da û mijarên jinan ên di rojevê de nirxand. 
 
Turkoglû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şewatên li herêmê derdikevin û wiha got: "Bi şewatê hewl didin ku herêmê ji holê rakin. Şewata li Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê nîşan da ku xeterî li pêşberî welatiyan e. Ev yek ne tenê keraseteke şewatê ye. Gelek kes jiyana xwe ji dest da û zirarê madî çêbûn. Me dît ku welatiyên li ser vê erdnegariya Kurdistanê çi dijîn. 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 75 kes birîndar bûn. 924 ajal mirin. Di şewatê de îhmalên mezin ên îktîdarê derketin holê. Bi 'Şewata pirêze' xwestin karesatê manîpule bikin, ev gotin tê wateya şirîkatiyê. Ji roja destpêke heta îro kesên ku bûn şahidê bûyerê hene. Dixwazin berpirsiyartiya DEDAŞ’ê veşerin. Dozgerî lêpirsîn da destpêkirin. Di rapora yekem de DEDAŞ wek gumanbar hat nîşandan. Dê piştî şandeyek nû û lêkolînek din dê biryarek bide. Platforma Piştevaniya Bajêr a Amedê û gelek saziyên sivîl ên Amedê raporên xwe amade kirin û aşkera kirin. Der barê zilma DEDAŞ'ê de pirsname dabûn meclisê. Lê belê tu carî îktîdar guh neda. Walî û cendirme ji bo sermayeya DEDAŞ'ê zêde bibe her tim piştevanî da DEDAŞ'ê. Hevkariya DEDAŞ'ê di eslê xwe de bû hevkariya qetlîamê. Em li dijî vê yekê rawestin. Em ê piştevaniya gundiyan bikin. Her wiha divê herêm wek herêma kerasetê bê îlankirin." 
 
TAYÎNKIRINA QEYÛM
 
Bi domdarî Turkoglû ev tişt anî ziman: “Ev hikûmet hêzeke zordar e lê di heman demê de hêzeke ku zilmê diparêze ye jî. Desthilatdariya ku di her warî de ji gel diziyê dike û ked û îradeya gel desteser dike, pirsgirêkek wê ya din jî heye bi rojan e em li ber xwe didin. Bi taybetî jî ji sala 2016’an û vir ve dewlet polîtîkaya qeyûm a şaredariyên DBP û HDP’ê yên li bajarên kurdan weke sîstemekê xistiye meriyetê. Weke ku tolê hilîne, li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Ji ber ku ev hikûmeta ku hema bêje tu carî li herêmê şaredariyek bi dest nexistiye, ji bo vê jî dîsa ji kurdan dixwaze hesab bipirse. Li herêmê bû partiya duyemîn. Ji ber ku kurd, jin û gel bi vî rengî li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên vê hikûmetê derketin. Wan bi gelek awayan şer kirin da ku hikûmet li ser asta xwecihî desthilatdar nebe û hejmara şaredariyên me îro ji hejmara şaredariyên serdema borî zêdetir e. Li şaredariyên ku me cara ewil wergirtin jî ev yek pêk anîn. Îro mixabin li Colemêrgê jî hewl tê dayin ku ev polîtîkaya çewisandin û xespkirinê bê meşandin.
 
QANÛNA DIJMINATIYÊ DI MERIYETÊ DE YE
 
Ji bo ku AKP siyaseta xwe ya qeyûman bidomîne qanûn tên derxistin. Em ji vê re dibêjin qanûna AKP'ê, lê em bi salan e ku ev qanûn çi ye û em jê re dibêjin qanûna dijminatiyê, ji ber ku mafê dengdanê nade kurdan. Destkeftiyên jinan ên ku jin bi pergala hevserokatiyê re hewl didin ava bikin, ji nedîtî ve tê, tehemûlî îradeya jinê nake, ji ber vê yekê pergala qeyûm dike dewerê. Ji vê re jî em dibêjin qanûna dijminatiyê. Di vî warî de em careke din bang li waliyê kolonyal, hikûmet û muxalefeta ku li hember vê yekê dernakeve dikin; em dibêjin meclisa şaredariyê vîna xwe xwe eşkere kir. Belê, hevşaredarê me bi awayekî derqanûnî di girtîgehê de ye lê divê were zanîn ku endamekî meclisa şaredariyê dikare bi rêya endamên meclisa şaredariyê bibe hevserok. Şaredarî dikare wekî vîna gel were temsîlkirin. Me ev pêk anî û kir jiyanê. Hevşaredara me ya Colemêrgê Viyan Tekçe ye. Li çar aliyê welêt bi dirûşma 'Qeyûm biciheme' çalakî tên lidarxistin. Di heman demê de divê bê zanîn ku ku jin hem kabûsa qeyûm û hem jî waliyê ku wekî qeyûm tên tayînkirin e.
 
MEŞA BER BI COLEMÊRGÊ VE
 
Em bersivê didin DEDAŞ'ê, qeyûm û nortirvanên wê; Ji ber ku wekîlekî AKP'ê yê Amedê heye ku ji şewata ji aliyê DEDAŞ'ê ve hatiye pêxistin weke 'agirê pirêze' bi nav dike.  Duh li Meclisê ji aliyê Wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglû ve bertekek pergala mêr hat nîşandan. Em heqareta ku li parlementera me Meral Daniş Beştaş kirî dubare lê vedigerînin. Yên ku dixwazin bi heqaretan li jinan bêhiqûqiyê bikin û rastiyan veşêrin, bila baş bizanibin ku nikarin bi van heqaretan jinan bêdeng bikin. Em li ku bin jî em ê bêhiqûqiyên hikûmetê eşkere bikin. Meral Daniş Beştaş nûnera gel e, vîna jinê ye, rêhevala me ne bi tenê ye. We rê daye berjewendî û talanê, çavê xwe berdaye maf û îradeya gelê kurd.   Em jin dibêjin 'Rê ji qeyûman re nema, em nobedê digirin, dimeşin'. Em ê di mitînga 29’ê hezîranê û piştre jî bi meşa Colemêrgê ya ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê de îrade û destkeftiyên xwe biparêzin.
 
DI GULANÊ DE 40 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Bi taybetî di hefteya dawî ya mehê de kuştina jinan di rojeva me jinan de ye lê di heman demê de em jin li dijî êrişên li ser qanûn 6284’an ev demeke dirêj e serî hil didin. Em hewl didin bi 9’emîn Pakêta Darazê ya dawî dengê xwe bigihînin her derê. Ji bo dengê jinan bigihêje raya giştî îro em vê daxuyaniyê didin. Li vî welatî di 24 saetên de 7 jin hatin qetilkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin tenê di meha gulanê de 40 jin di nava şert û mercên gumanbar de hatine qetilkirin û 20 jinan jiyana xwe ji dest dane. Tenê dixwazim bi du çîrokan girîngiya qanûna 6284’an û û bi pakêta darazê ya 9’emîn re çi bê kirin û tundî çawa sîstematîk bûye nîşan bidim.
 
KUJERÊ HÎLAL KAR ÇIMA HATE BERDAN?
 
Duh li navçeya Rezanê ya Amedê bi pêşengiya TJA’yê bi tevlibûna gelek saziyên jinan daxuyaniyek hat dayîn. Ew berteka li hember zêdebûna kuştina jinan bû. Niha ez ê qala Hîlal Kar bikim. Li navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar hat qetilkirin, kiryar jî reviya. Dixwazim gotina Fîkriye Kar, yanî dayika Hîlal Kar bi we re parve bikim. Hêvîdar im ev gotin bigihêjin wezîran jî. Fîkriye Kar, anî ziman ku herî zêde Mehmet tundî li keça wê kiriye û gefa kuştinê lê hatiye xwarin, gelek caran wan giliyê Mehmet kiriye lê belê tevdîr nehatine girtin. Gotin, 'Esrarê dikişîne, em nikarin tiştekî bikin' û berdan. Careke din cîranan deng bihîstin û gazî polîsan kirin lê dîsa tiştek jê derneket. Çawa dibe ku wan tevî giliyan ew meriv berdan? Ger îro di girtîgehê de bûya keça min nedihat qetilkirin. Ez tenê edaletê dixwazim, ez dixwazim ew kujer bê girtin û cezakirin. Divê ev kujer ji deriyekî neyê girtin û ji deriyekî din re neyê derxistin. Ez ê bang li rêxistinên jinan jî bikim û ji wir dewam bikim. Divê dewlet dev ji van kesên ku tundiyê li jinan dikin û jinan qetil dikin, bernede. Dema ev kujer derdikevin cesaretê digirin û zêdetir jinan dikujin. Bi efûyê hemû tên berdan. Bila edalet parastina jinê bike, bila jin neyên qetilkirin, êdî zarok bê dayik nemînin. Divê pêşî li vê yekê bigirin. Ez heta dawî vî mirovî gilî dikim. Divê êdî jin neyên kuştin, divê ev kujer ji deriyekî neyên girtin û ji deriyekî din re neyên derxistin.
 
QETILKIRINA ŞUKRAN ABA
 
Li Edeneyê jî Şukran Aba û malbata wê ji aliyê Hakîm Aba yê ku bi hev re di pêvajoya berdanê de bû hatin qetilkirin. Kiryar bi serbestî tê, malbatekê qetil dike û pitika xwe distîne. Çima Şukran Aba nehat parastin? Ji ber ku li vî welatî qanûnên ku jiyana jinan diparêzin nayên bicihanîn. Niha dema ku ev bûyer diqewimin, di 4'ê hezîranê de, Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî serokatiya civîna komîteya dane û amarên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dike. Jin û rêxistinên jinan dibêjin çima bi salan daneyên tundiya li ser jinê parve nekirine? Dema pirs hat kirin, vê wezaretê yek bersiv neda. Niha rêxistinên jinan ên ku bi salan e li ser tundiya li ser jinê dane berhev kirine û li dijî vê pirsgirêkê têdikoşin, di van civînan de cih nagirin. Wek hûn jî dizanin, em nikarin bi daneyan tundiya li ser jinan, kuştin û mirinên bi guman tomar bikin. Em dikarin bi piranî bi awayê ku di çapemeniyê de tê ragihandin an ji hêla rêxistinên jinan ve têne zanîn, an jî bi doz û rûniştina dozê ve bişopînin. Me tu carî nekariye daneyên rast û pêbawer bi dest bixin. Ji îro pê ve ev xebat bê guman girîng e. Di dawiyê de, em ê bigihîjin hin daneyan. Lê ji bo amadekirina van daneyan rêxistinên jinan û platformên jinan girîng in. Dûrxistina rêxistin û platformên jinan ên ku divê di nava van xebatana de bin, divê weke kêmasiyekê were dîtin.
 
9’EMÎN PAKETA DARAZÊ 
 
Wezaret herî zêde balê dikişîne ser mijara parastina malbata ku tê de tundî diqewime. Lê gava ku em daneyan ji bo vê yekê pêşkêş bikin, êdî hewce ye ku sedeman eşkere bikin. Di vî warî de divê dev ji polîtîkayên malbatê berdin û divê li ser polîtîkayên li dijî tundiya li ser jinê bên sekinandin. Di komkujiyên ku hatine kirin de jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin û ev tundî herî zêde di nava malbatê de tê kirin. Di vî warî de jina bi hêz bi qasî malbateke xurt girîng e. Pêwîst e li ser vê yekê siyasetek were çêkirin. Wezîr vê nirxandinê dike; Rast e 'Bi zagona hejmara 6284'an li cîhanê di vê têkoşînê de rêgezeke me ya hiqûqî ya bêhempa heye.' Dibêje ku ew ê nehêlin ev mase xera bibe. Em dibêjin ev tinazên xwe bi mejiyê jinan dikin. Ma ne dewlet e ku dixwaze vê zagonê ji holê rake? Ma ne ev hikûmet e ku pêdiviyên jiyanê pêk nayîne? Ma ne heman hikûmet e ku bi vekişîna ji Peymana Stenbolê jiyana jinan dixe metirsiyê? Guhertinên ku dê bi pakêta darazê ya nehemîn re bêne kirin, ji xeynî zirarê an jî qutkirina ji 6284'an pê ve çi ne?
 
DIXWAZIN JI BO KUJERAN EFÛYÊ DERXÎNIN 
 
Di 9'emîn pakêta darazê de çi dibêje? Biryara hepsa bi zorê hişê dadgeran tevlihev dike. Ji ber vê yekê hewce bû ku were sererast kirin. Ji bo rê li ber îtîraza bi zorê bidin vekirin dê sererastkirinan bikin. Behsa berdana her kesî dikin. Di xala 27'an a pakêtê de serbestberdana bi şert a mehkûmên ku gelek caran sûc kirine û hatine cezakirin heye. Hikûmetê pêşî di nîsana 2022’yan de bi hinceta pandemiyê, du caran jî di tîrmeha 2023’yan de di bin navê rêziknameya di qanûna îdamê de kujerên jinan, zarokan û îstîsmara zayendî ya jinan efû kir. Niha jî dixwazin ji paketa nû efûyeke nû derxin. Rewşeke ku wê di civakê de hestê edaletê bi temamî ji holê rabike û baweriya bi hiqûqê bi temamî bihejîne heye. Guhertineke din jî guherîna ku tê xwestin di vê pakêta darazê de di qanûna paşnavan de bê kirin e. Mafê bikaranîna paşnavê xwe yê ji aliyê jinan ve, piştî têkoşîneke demdirêj hat bidestxistin. Ev li gorî prensîba wekheviyê ye. Ger em wekheviyê dixwazin, prensîbeke me ya wiha heye. Ev maf jî bi hinceta ku di berjewendiya zarokan de ye û zarok rastî trawmayê tê, tê xwestin bê desteserkirin. Ew bi rêziknameya ku bi eşkere li dijî xala 10 a Destûra Bingehîn e, ku wekhevî û qedexekirina cihêkariyê bi rê ve dibe û xala 41, ku wekheviya malbatê bi rê ve dibe.
 
REWAKIRINA TUNDIYA LI DIJÎ JINAN 
 
Dema ev hemû diqewimin, Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatî der barê 9'emîn pakêta Darazê de ku yek ji rojeva herî girîng a jinan e yek hevokê jî nabêje. Em dipirsin; Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatî di derbarê vê pakêtê de tiştek nîne? Di derbarê reşnivîsa nefermî ya pakêtê de şîroveyek wê nîne? Bi rojan e jin û rêxistinên jinan ji her derê dengê xwe bilind dikin. Em dibêjin ku di vê pêşnûmeyê de li dijî mafên jinan ên destketî êriş tê kirin. Wezîr dibêje xurtkirina malbatê. Em we hişyar dikin ku wezîrek ku deng û serhildanên jinan nabihîse, ew serdestiya mêr, tundî û kuştina jinan rewa dike.
 
BIRÊZ OCALAN MUXATABÊ SEREKE YÊ ÇARESERIYÊ YE 
 
Weke ku tê zanîn her hefte dayik ji bo edalet û aştiyê ji bo bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê pêk bînin tên Enqereyê. Duh civînek hat lidarxistin, hefteyek beriya wê jî civîneke kurt pêk hat. Lê der barê daxwazên malbatê de ti nîqaşek erênî derneket. Wezaretê guhdarî kir lê nebihîst. Em ji wezîr re dibêjin. Daxwazên dayikan ew e ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, tecrîda girankirî bi dawî bibe, tecrîda mutleq a ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li ser Birêz Ocalan hatiye kûrkirin bi dawî bibe. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne rewa ye, li girtîgeha girava Îmraliyê qanûnek cuda tê sepandin. Di bin van hemû polîtîkayan de çaresernebûna pirsgirêka Kurd heye. Tecrîd bûye rejîm. Birêz Ocalan yek ji muxatabên sereke yên çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev pirsgirêk tê wateya ferzkirina xitimandinê û israra di şer de. Dema ku daxwazên xwe yên aştiyê bi vî rengî anîn ziman, li şûna ku dengê aştiyê bilind bikin, aştî nebihîstin û nexwestin bibihîzin. Têkoşîna dayikan a aştî û edaletê jî têkoşîna me ye. Ji bo ku deng bigihêje her derê em ê hemû têkoşîn û hevgirtina xwe nîşan bidin. Helbet ev tê wateya israra di polîtîkayên şer de. Polîtîkayên şer tê wateya kûrkirina xizaniya jinan.”
 

Sernavên din

12/07/2024
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin