Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine

  • rojane
  • 15:08 26 Hezîran 2024
  • |
MÊRDÎN - Waliyê Mêrdînê û AKP’î çûbûn şîna li navçeya Şemrexê û DEM Partiyî hedef girtibûn. Yek ji gundiyên di dîmenan de cih digirt Mecît Demîr wiha got: “Li gorî xwe werger kirine. Ez ê çawa bibim alîgirê AKP’ê? Bila min bibin Meclisê ez ê heman tiştan li wir jî bibêjim.” 
 
Di navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û Xana Axpar a Amedê de şewat derket 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Şîna ji bo welatiyan hatiye danîn hêj didome. Di şînê de gundiyan bertek nîşanî parlamenterên AKP’ê, cîgirên wezîran û waliyan dan. Di 24’ê hezîranê de Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û Parlamenterê AKP’ê Faruk Kiliç çûn serdana şîna li gundê Kelekê yê Şemrexê. Welatiyan bertek nîşanî şandeyê dan û şande neçar ma ku ji cihê şînê derkeve. Walî û şandeya pê re, piştre bi rêya medyayê Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz hedef girtibûn. 
 
Parastvanên walî Aydenîz asteng kiribûn û li ser vê yekê Aydenîz bang li walî Akkoyun kir. Rêveberekî AKP’î yê di nava şandeyê de cih digirt jî got; “Ev der cihê şînê ye.” Di nûçeyan de ev gotin weke gotina gundiyan hate nîşandan. Li gel vê, kêliya ku walî Akkoyun ji gundiya Mecît Demîr (83) hembêz dikir hate parvekirin. Gotina Demîr a “Xera dikin” jî ji hêla walî û AKP’iyan bi dirêjahî hate weşandin û weke ku gundiyan bertek nîşanî DEM Partiyiyan dabe hate pêşkeşkirin. 
 
‘HAYA MIN JI PARLAMENTER TUNE BÛ’
 
Mecît Demîr ê di dîmenên hatine weşandin de cih girtî, têkildarî wan kêliyan ji ajansa me re axivî. Demîr, got ku walîtiyê dîmenên wî berevajî kiriye û wiha got: “Wê rojê gelek mêvanên me hebûn. Haya me ji tu tiştekî tune bû. Ez û melayê me li derve bûn. Wê demê gotin ku keşeyek hatiye lê kesekî pêşwazî nekiriye. Piştre jî ez û mela ji bo xêrhatinê bidin keşayî em rabûn ser pêyan. Lê hêj me keşa nedîtî me dît ku li pêşiya mala şînê aloziyek heye. 
 
Ewqas qelebalix bû ku me nedikariya bikevin hundir. Di wê rageşiyê de haya me ji parlamenterên me yên hêja tune bû. Min nebihîst bê ka ew û walî çi ji hevdu re dibêjin. Walî û parlamenterên xwe derketin û dê li wesayîtên xwe siwar bûbûna. Wê navberê rageşî hêj didomiya. Ji bo ji miletî re bibêjim hinek aram bibin, ez hêrs bûm û lê qêriyam.” 
 
‘LI GORÎ XWE WERGER KIRINE’
 
Demîr, da zanîn ku wî û Faruk Kiliç ê AKP’î ji berê ve hev nas dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de serokê navçeya Qoserê bû. Rojekê çûbûm cem wî. Wî ez nas dikirim. Bangî min kir. Willahî, billahî, tillahî min ji parlamentera me re (Parlamenter Saliha Aydenîz) negot tu fesadî. Min ji hinek ciwanên wê derê re got. Ez ê çawa tiştekî wiha ji parlamenterên me re bibêjim. Ez 80 salî me û partiya me yek e. Ji roja partiya me hatiye avakirin heta niha partiya me ev e. Gotinên min li gorî dilê xwe wergerandine. Cihê partiya me li ser ser û çavên min heye. Belkî jî walî gotinên min xelet fêm nekir, bi zanebûn wiha kir.” 
 
'BILA BIBIN MECLISÊ’
 
Demîr, destnîşan kir heke Meclis bangî wî bike dê biçe rewşa heyî li wir vebêje. Demîr, wiha bang li walî Akkoyun û Faruk Kiliç ê AKP’î kir: “Willahî min şerê di navbera we û parlamenterên DEM Partiyê de nedît. Min ji ciwan û hinek kes xêrnexwaz re wisa got. Min 23 salan keyatî kir. Em kurd in, em kurd bûn û ez dikarim ji bo zimanê xwe xwe feda bikim. Di salên 90’î de bi şev dihatin em dibirin û diavêtin golan. Ez ê çawa bibim alîgirê AKP’ê? Ez DEM Partiyî me. Bila min bibin Meclisê, ez ê li wir jî heman tiştan bibêjim. Ez ê bibêjim ku em kurd in û xaka me heye. Erê dewlet dewlet e lê zilma hûn îro li ser serê me dikin jî ne qanûnî ye ne jî îslamî ye.”
 
MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal 
 
 

Sernavên din

03/07/2024
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê