Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne

  • rojane
  • 09:02 28 Hezîran 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Baran Germiyanî bi bîr xist ku Tirkiyeyê îsal li dijî herêmên başûrê Kurdistanê 833 êrişên hewayî pêk anîn û got: “600 gundên herêmê bi metirsiya valakirinê rû bi rû ne. Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 40 kîlometreyan dagir kiriye. Tenê îsal di van êrişan de 10 sivîl hatin qetilkirin.” 

Êrişên Tirkiyeyê ku di 17'ê Nîsana 2022'yan de li dijî herêmên Metîna, Zap, Avaşîn yên başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, her ku diçe tê berfirehkirin. Tirkiye ya ku bi van herêman re jî sînordar namîne roj nîne ku li herêma başûrê Kurdistanê qadên sivîl bombebaran neke. Li gorî daneyên endamê Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) Kamaran Osman parve kiriye; ji serê salê heta hezîrana 2024’an de  artêşa tirk 833 êriş û bomberdûman li ser xaka Herêma Kurdistanê pêk aniye. 
 
Li ser Hewlêr û Dihokê 365 êriş, li Silêmaniyê bi 102 û li ser Şengalê jî 10 êriş pêk anîne. Li gorî rapora parlamentoya Herêma Kurdistanê ya di sala 2020’an de hatibû weşandin jî hate diyarkirin ku ji ber şer û pevçûnan zêdetirî 500 gundên herêmê hatine valakirin. Di encama êrişan de heta niha bi sedan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Lê belê li tevî hemû êrişên Tirkiyeyê jî heta niha ji bo pêşîgirtina van êrişan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Tê dîtin ku piştî lihevkirina PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ev êriş zêdebûne. 
 
 
Rojnameger Baran Germiyan têkildarî êrişên li ser herêmê tên kirin ji MA’yê re axivî. 
 
'40 KÎLOMETRE DAGIR KIRIYE' 
 
Germiyanî diyar kir ku Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê yek cih nehiştiye ku êriş nekiriye û da zanîn ku tenê di nava 6 mehan de 10 sivîl hatine qetilkirin. Germiyanî bi bîr xist ku ji sala 2015’an û vir ve dewleta tirk a êrişên berfireh li ser herêmên cuda yên başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, berdewam dike û wiha got: “Bi taybet ji sala 2018’an ve dewleta tirk a dagirker di bin navê operasyonên cuda de êrişi deverên li ser sînorê başûr û bakurê Kurdistanê dike, beşek ji xaka başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 40 kîlometreyan dagir kiriye. Di heman demê de êrişên hewayî tevahiya başûrê Kurdistanê girtiye, Rojekê herêmên sînor, rojekê herêma Rapêrîn û helbet îsal jî herêma Germiyanê bombebaran kir, cihek nemaye ku dewleta tirk bombabaran neke û êrişî wir neke. Armanca dewleta tirk ew e ku vejandina mîsaqî millî û dagirkirina tevahiya başûrê Kurdistanê û tinekirina gelê kurd e. 
 
ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Helbet bomberdûmanên dewleta tirk ji aliyekî ve hem jîngehên başûrê Kurdistanê û  hem jî gundan ango cihên xelkê sivîl dike hedef. Ji destpêka îsal ve heta niha 10 sivîl hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne. Bi gotineke din, dewleta tirk cudahiyê naxe navbera ti kesekî kurd, çawa ku bi dehan baregeh û navendên xizmetguzariyê li rojavayê Kurdistanê bombebaran kir, di heman demê de gund û bajarên derdorê yên başûrê Kurdistanê jî dike armanc. Di heman demê de sivîlan dikuje yan jî birîndar dike. Êrişa li dijî xwezaya başûrê Kurdistanê dike, li çiyayên başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar tîne." 
 
LI 600 GUNDAN METIRSIYA VALAKIRINÊ HEYE
 
Rojnameger Germiyanî da zanîn ku niha li başûrê Kurdistanê 600 gund di bin metirsiya valakirinê de ne û wiha domand: “Li gorî amarên hin rêxistinên ku çavdêriya bombebaran û êrişên dewleta tirk dikin, îsal zêdetirî 800 êriş li ser başûrê Kurdistanê hatine kirin. Lê li gorî amaran ji zêdetirî hezar êriş pêk hatine. Ji ber ku di hinek bombebaran de bi carekê de hatiye tomarkirin lê li pey hev çend bombebaran kirine. Li gorî amaran ji sala 2015’an û vir ve 158 gund bi temamî hatine valakirin û zêdetirî 600 gund di bin metirsiya valakirinê de ne, di heman demê de dewleta tirk di serê meha nîsanê de li dijî Çiyayê Garê êrişeke hewayî ya berfireh pêk anî. Armanc ew bû ku gundên li derdora çiyê bên valakirin an jî şêniyên herêmê neçar bibin ku herêmên xwe biterikînin da ku deriyekî nû yê operasyonê bê vekirin û ji nû ve dest bi dagirkeriyê bike.” 
 
ÇAVKANIYÊN DEBARÊ TUNE KIRIN 
 
Germiyanî anî ziman bi van êrişan çavkaniya debarê ya gelê herêmê jî hate tunekirin û got ku tevî ku ev herêmên rastî êrişan tên di bin serweriya Iraqê de ye jî ti helwest nayê nîşandan. Germiyanî diyar kir ku şêniyên van deverên di bin êrişan de bi temamî ji malên xwe hatine derxistin û wiha pêde çû: “Niha nikarin vegerin cihê xwe nikarin karê çandinî û sewalkariyê bikin, hemû keda ku wan bi dehan salan dane, êdî ew hemî li paş xwe hiştine. Van deveran bi temamî bûye herêmên leşkerî û ti welatiyên ku xwecihên van herêman in careke din nikarin vegerin cihe xwe, karê xwe yê rojane bikin. Tevî hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji sala 2015’an û vir ve berdewam dike, ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê, ti helwest nîşan nedaye û êrişên dewleta tirk çi ji bejayî û çi jî ji hewayê ve şermezar nekirine. Êrişên li Germiyan, Şarezûr, Silêmanî, Pêncwên, Şengal û Mexmûrê hatine kirin, ev tê wê wateyê ku ev hemû di çarçoveya serweriya xaka Iraqê de ne, divê hikûmeta Iraqê bersiva van êrişan bide, lê mixabin pêşî li van êrişan nehatiye girtin."
 
'BI KINCÊN PEŞMERGEYAN ÊRIŞ DIKIN' 
 
Rojnameger Botan Germiyanî destnîşan kir ku PDK li herêmên ku Tirkiye êriş dike ji wan re baregeh vedike û wiha got: “Ji aliyê din ve, PDK ku hêza sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, hemû desthilat ji bo xwe yekdestdar kiriye. Li şûna ku li dijî van êrişan raweste, bûye parçeyek ji dagirkeriya dewleta tirk. Bi berdewamî hebûna artêşa tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê parastiye û li kêleka baregehên xwe ji artêşa tirk re baregeh vekirine. Ango wê li van herêman li dijî artêşa dagirker destûr nedin operasyonê şoreşgerî were kirin. Her roj em dibînin ku rêyên nû ji dagirkeran re vedike, PDK li çiyayên Kurdistanê ji bo berdewamiya dagirkeriya dewleta tirk bi kolp û alavên din rêyên nû vedike. Ango PDK bi tevahî bûye parçeyek ji dewleta tirk, alîkariya leşkerî dide wan û hêzên Roj, Gulan û Zêrevanan dixe xizmeta wan. Di salên dawî de artêşa tirk bi kincên pêşmergeyan êrişî gerîlayên azadiyê kir. Ango çeteyên PDK’ê bi artêşa tirk re êrişî gerîla dikirin. An jî li herêma Xelîfan di van salên dawî de piştî ku êrişeke hewayî li ser komek gerîlayên azadiyê hat kirin, piştî bombebaranê derdora gerîla girtin û komkujî kirin yan jî hinek ji wan hatin girtin û heta niha jî winda ne û naxwazin parve bikin." 
 
 

Sernavên din

02/07/2024
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng