Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê

img

ENQERE - Ji rêveberên KNK’ê Adem Uzun diyar kir ku ew ê di qonaxa nû ya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji bo parlamentoyên herêmî û navneteweyî û NY’yê bixin tevgerê dê bikevin nava hewldanan. 

 
Çalakiya gerdûnî ya ji bo rakirina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 41 meh in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya bajarê Bûrsayê agahî jê nayê girtin, dewam dike. Herî dawî Orhan Pamuk û Şîrîn Ebadî jî di nav de 69 xelatgirên Nobelê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) dan û name bo wan şandin. Di nameyê de hat gotin, "Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji Îmraliyê û ji nû ve destpêkirina muzakereyên hatine rawestandin bo bê destpêkirin bang dikin.” Heman kesan yekser ji Serokê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re nameyek şandin û xwestin tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.
 
Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li gelek deverên cîhanê amadekariya çalakiyên nû dikin. Di 17’ê tebaxê de li Hambûrg, Berlîn, Hannover û Stûttgartê yên Almanyayê wê çalakiyên rûniştinê bê lidarxistin, di 2’ê mijdarê de jî wê li bajarê Kolnê yê Almanyayê mîtîngeke mezin bê lidarxistin.
 
Ji rêveberên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun têkildarî pêvajoya kampanyayê û çalakiyên serdema pêşiya me axivî. 
 
'EZ TEXMÎN DIKIM KU WÊ BERSIVÊ BIDIN’ 
 
Uzun bal kişand ser girîngiya nameya ku ji saziyên navneteweyî re hatiye şandin û diyar kir ku ji Tirkiyeyê nivîskar Orhan Pamuk jî di nav wan îmzekaran de ye û wiha got: “Yên ku îmze kirine kesên xwedî wijdan in, lêkolînan dikin, li ser pêşketina mirovahiyê difikirin, li aştiyê difikirin, li ser ku xwezayê bikin cihê jiyanê zêdetir difikirin."
 
Uzun anî ziman ku ji ber CPT her tim berpirsyariya tecrîda li Îmraliyê dide sazî û welatên cuda, ji hemû rêxistinên têkildar re name hatiye şandin û wiha axivî: "Di nameyan de qanûnên van saziyan tê bibîrxistin. Ji wan tê xwestşb ku di demek zûtirîn de bikevin nava liv û tevgerê, di demek zûtirîn de berpirsyariyên xwe bi cih bînin, bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin, ne tenê hevdîtinê bikin divê ji bo ku ew bikaribe bi rola xwe rabe, divê were berdan. Ez texmîn dikim ku ew ê bersivê bidin nameyan. Çimkî kesên ku name şandine kesên li cîhanê xwedî bi bandor in.” 
 
‘DA KU DIKARIBE BI ROLA XWE RABE’ 
 
Uzun da zanîn ku di nameya bo Erdogan hatiye nivîsandin de hatiye destnîşankirin ku divê Abdullah Ocalan muxatab bê girtin û pirsgirêka kurd bê çareserkirin û got: “Tê xwestin ku azad bibe da ku di muzakerayan de dikaribe bi rola xwe rabe. Dikaribe ku aştiyê pêk bîne.” 
 
'BIRÊZ OCALAN WEK ‘HÊVIYÊ’ DIBÎNIN’ 
 
Uzun diyar kir ku piştî name hatin belavkirin di rojnameyên welatên wekî Almanya, Avusturya, Îtalya û Fransayê de ev mijar hatiye rojevê û wiha got: "Sedema bingehîn a girîngiya vê kampanyayê ku ji aliyê dostên kurdan, partî, sendîkayan ve tê destekkirin. Her wiha ev kesayet û sazî sedema bingehîn a meseleyê wek pirsgirêka mafên mirovan dibînin. Lê di heman demê de fikrên birêz Ocalan ên çareserkirina krîza modernîteyê dibînin. Rewşenbîr birêz Ocalan wek ‘heviyekê’ dibînin.” 
 
QONAXA SÊYEMÎN A KAMPANYAYÊ 
 
Uzun diyar kir ku kampanya pêngava azadiyê ketiye qonaxa sêyemîn û wiha got: “Qonaxa yekemîn herî zêde di çarçoveya hin bêtir raya giştî bibihîze, agahdarkirin û avakirina toran de bû. Li hemû welatan komîte hatin avakirin. Qonaxa duyemîn jî di çarçoveya pêşxistina têkiliyên bi saziyên fermî yên ku divê di vê mijarê de xwedî rol û berpirsyar bin. Ji niha û pê ve jî ji bo ku parlamentoyên herêmî û navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo ku erkên xwe bi cih bînin wê em ê wan bixin nava liv û tevgerê. Jixwe civînên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê hatin lidarxistin. Li wir Komîseriya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî di rapora ku ji bo Tirkiyeyê nivîsî de, dixwaze tecrîd di demek zûtîrin de were rakirin. Bandora kampanyayan jî li ser vê yekê heye. Di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de jî nîqaşa 'mafê hêviyê (cezayê girankirî, cezayê heta hetayê bê mafê berdanê)' heye. 'Mafê hêviyê' yê birêz Ocalan wê di 17'ê îlonê de li Strasboûrgê bê nîqaşkirin. Beriya vê yekê jî dê hin parêzer û rewşenbîr bikevin nava hewldanan.” 
 
‘DIVÊ BI HEV RE TEVBGIERIN’ 
 
Uzun anî ziman ku kampanya tenê bi xebatên li Ewropayê pêk nayên bi ser nakeve û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn jî kir û wiha got: "Di pêvajoyên ku aloziyên wiha diqewimin û hevsengiyên ji nû ve tên pênasekirin de, pir girîng e ku kurd, demokrat û pêşverû werin cem hev û bi hev re tevbigerin."
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

13/08/2024
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan