Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji rewşenbîrên ji CPT’yê re name şandî Dr. Rolf Gossner, diyar kir ku divê rewşa girtî ya Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û daxilî çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd were kirin. 

 
Kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ku bi tevlibûna rewşenbîr û akademîsyenên li 74 navendan hatibû destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê de yek ji rewşenbîrên ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re name şandî jî ji Zanîngeha Bremenê Hiqûqnasê Dr. Rolf Gossner e. Gossner, têkildarî tecrîda li Îmraliyê û helwesta saziyê li Ewropayê ji ANF’ê re axivî. 
 
Gossner, anî ziman ku ji bo kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” ku kampanyaya nameyan da destpêkirin, Tora Piştevaniyê ya Almanyayê bersivek ji CPT wergirt û ev tişt anî ziman: “Ev bersiv nîşan dide ku CPT rewşa birêz Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê dişopîne û wê bişopîne. Komîteya Pisporan a CPT’yê herî dawî di îlona 2022'yan de Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kiribûn. Gelek caran çû serdana Îmraliyê û rewşa girtiyên lê bûye 'parçeyek ji diyaloga bi meqamên tirk re ya komîteyê.’” 
 
‘XUYAYE KU BANDORA CPT’YÊ LI SER MEQAMÊN TIRK TUNE YE’
 
Li ser van daxuyaniyên CPT’yê, Dr. Gossner wiha got: “Mixabin ev bersiv bi wate û têrker nîne. CPT di mijara başkirina mayinde ya rewşa binçavkirinê de qala gaveke şênber nake. Ji vê jî wêdetir ji serdana dawî ya CPT a li Îmraliyê û vir ve ku herî dawî îlona 2022'yan kir, di nava du salan de di mijara tecrîdê de bûyereke baş neqewimî, berevajî vê yekê bû. Û ji serdana herî dawî ya CPT a li Tirkiyeyê ku sibata 2024'an kir, xuya ye tiştek neguherî ye. Ev rewş nîşan dide ku CPT li ser meqamên tirk û lîderên siyasî xwedî bandor nîne.”
 
Dr. Gossner, axaftina xwe wiha domand: “Dem ew dem e ku CPT şert û mercên li dijî mafên mirovan ên li Îmraliyê ku li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din têne ferzkirin bi rengê herî tund şermezar bike. Tirkiye ku welatekî Konseya Ewropayê ye, mohra xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku tê de dibêje, nabe ku êşkence û kiryarên li derveyî mirovahiyê li kesî bê kirin.
 
TIRKIYE BIRYARÊN DMME’YÊ TUNE DIHESIBÎNE
 
Lê belê di vê mijarê de kêmasiyên mezin û binpêkirinên cidî yên îdare û hikûmeta tirk hene, binpêkirinên mafên mirovan ên bi rêk û pêk diqewimin ku ev yek endamtiya Tirkiyeyê ya li Konseya Ewropayê dike mijara nîqaşê. Mînak, bi rengekî berfireh hate belgekirin ku rayedarên dewleta tirk bi mehan, bi salan mehkûman dixe hucreyên li derveyî mirovahiyê. Weke ku di mînaka Ocalan de tê dîtin, hevdîtin û serdana parêzer û endamên malbatê bi rengekî kêfî û neqanûnî bi salan tê astengkirin. Her wiha Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku divê bi cih bîne tune dihesibîne."
 
‘ME BI NAMEYA XWE ERKA CPT’YÊ BI BÎRA WÊ XIST’ 
 
Dr. Gossner diyar kir ku bi name û banga xwe xwestin ku yek ji wezîfeyên CPT bi bîr bixînin, ku divê girtiyên li welatekî endamê Konseya Ewropayê ji êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên biçûkxistinê, bi taybetî weke kud i doza Ocalan de tê dîtin, ji şert û mercên girtina hucreyê biparêze û got, "Erkên lêpirsînê yên berfireh ji Komîteya Pisporan a CPT re hatine dayin ku di dema serdana girtîgehan de karibe pêk bîne. Mafê xwe heye ku bêsînor xwe bigihîne girtîgehan û bi rengekî serbest tevbigere. Pispor xwedî wî mafî ne ku di dema serdanê de dikare bi girtiyan re, bi kesên din ên ku bi xwe destnîşan kirine bi rengekî veşartî biaxivin. Komîte li gel serdanên bi rêk û pêk ên lezgîn her wiha dikare ji bo demeke kurt serdanên ad hoc (armanca taybet) pêk bîne.
 
CPT DIKARE BI LEZGÎNÎ ŞANDEYEKÊ BIŞÎNE
 
Ji ber vê jî CPT ji bo hevdîtina yekser a bi mexdûran re, ji bo lêkolînkirina şert û mercên girtinê bi rengekî serbixwe, ji bo nirxandina rewşa tenduristiyê û pêkanîna hevdîtinên parêzer an jî malbatan dikare di dema herî kurt de heyeteke din bişîne Îmraliyê. Lê mixabin rayedarên CPT ji bo karibin şert û mercên binpêkirina mafên mirovan bi rengekî mayinde sererast bikin, xwe dirêjî cihê têrker ê dûr nakin. Weke pîvan jî têkildarî serdanên girtîgehan û rexneyên tespît kirine raporên veşartî amade dike, van jî ji welatên endam re dişîne û dema pêwîstî pê dît pêşniyara başkirinê dike. Alternatîfeke xwe ya taybet a pêkanînê nîne.
 
DEM HATIYE KU TIRKIYE BI ENCAMÊN RASTEQÎN RE RÛ BI RÛ BIMÎNE
 
Ji bo bandorê bike derfetên xwe yên kêm hene, lê belê ev yek jî wê pirsê dixe rojevê ku CPT û Konseya Ewropa li dijî binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya li Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyeyê ji bo wergirtina tedbîrên pêwîst gelo zexta têrker heta niha li Tirkiyeyê kiriye yan na? Ya rast, dem hatiye ku Tirkiye ji ber binpêkirinên hiqûqî bi encamên rasteqîn re rû bi rû bimîne. Û ev yek dikare pêkanînên li ser berpirsyarên sîstema girtina di hucreyê de ya li Tirkiyeyê be. Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di salên 2021, 2023'an de di çarçoveyeke din jî de be weke parçeyek ji prosedura binpêkirinê, ji bo pêkanîna tedbîrên cezakirinê û pêkanînan a li hemberî Tirkiyeyê zext dikir. Di rewşeke zêdegaviyê de weke ku bi serê Rûsyayê de hat ku piştî şerê êrişa sala 2022'an a li ser Ûkraynayê, Tirkiye jî dikarîbû ji Konseya Ewropayê biavêje (Lê belê Rûsya bi vekişînê ev dengdan asteng kiribû). Lê belê dema ku endametiya Konseya Ewropayê bi dawî bû, dewleta navborî bi rengekî otomatîk ji Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî vedikişe, yanî êdî bi vê peymanê re girêdayî nabe."
 

Sernavên din

13/08/2024
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan